ENQERE – Li Enqereyê, ji kesên k udi 9’ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin Havva Ozcan hat girtin û Rona Temelli û Nihat İldan jî bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.
Li Enqereyê, di 9’ê Cotmehê de polîsan avêtibû ser malan gelek kes binçav kiribûn. Ji kesên hatin binçavkirin 6 jê bi şertê venêrîna edlî hatibûn berdan. Lê belê Nûnera TUHAD-FED’ê Havva Ozcan, Rêvebera Şaxa SES’ê ya Enqereyê Rona Temelli û Nihat Îldan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê der barê Ozcan de biryara girtinê da. Her wiha Îldan û Temellî jî bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.