MÛGLA – Ji kesên ku li Mûglayê hatin derbkirin û binçavkirin û paşê wêneyên wan ên ji paş ve hatibûn kelemçekirin û tazî hatibûn serwîskirin 4’ên din jî hatin girtin. Ekrem Altay û Velat Asan, ji ber îşkence û muameleya li wan hatiye kirin, li dadgehê mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîn.
Li herêma Ortaca û Seydîkemer a Mûglayê, bi hinceta “PKK’yî” ne 7 kes hatibûn derbkirin, ji paş ve destên wan hatibû kelemçekirin û wêneyên wan ên tazî hatibûn serwîskirin. Ji van kesn 4 kesên din jî sewwqî Edliyay Mûglayê hatin kirin. Ekrem Altay, Velat Asan, Mehmet Can Yîgîner û Veysî Şengîl bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya 1’emîn hatin kirin.
Ekrem Altay û Velat Asan, ji ber îşkenceya li wan hatiye kirin li dadweriyê mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîn. Hat hînbûn ku Veysi Şengîl û Mehmet Can Yîgîner jî li emniyete îfade dane û li dadweriyê îfadeyên xwe yên li emniyete dubare kirine.
Dadgehê der barê her 4 kesan de biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûglayê.
Her wiha berê jî Îsmaîl Bozdag, Mûstafa Yîgîner û Adnan Yîgîner bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin.