Serdozger çû serdana qeyûm, çend roj piştre 17 kes hatin girtin

img
RIHA - Rêveberên DEM Partiyê jî di nav de li Rihayê 17 kes hatibûn girtin. Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku piştî serdana serdozger a qeyûm ev binçavkirin hatine kirin.
 
Di 6'ê adarê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de li bajar bi awayeke hemwext bi ser 22 navnîşanan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de namzetên Meclisa Şaredariya Pirsûsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û rêveberên navçeyê jî di nav de 17 kes hatin binçavkirin. 17 kesên ku di 9’ê adarê de derketin pêşberî dadger, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
 
SERDOZGER ÇÛ SERDANA QEYÛM
 
Derket holê ku serdozgerê li ser îfadeyên şahidên nepen lêpirsîn daye destpêkirin, çendek roj berê çûye serdana qeyûmê Şaredariya Pirsûsê. Yek ji parêzerên kesên hatine girtin Sevda Çelîk Ozbîngol têkildarî mijarê axivî. Ozbîngol, bi bîr xist ku hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê nêz dibin û destnîşan kir ku miwekîlên wan bi awayekî tesadûfî nehatine girtin. Bi domdarî Ozbîngol anî ziman ku beriya her hilbijartinê hemû sazî û dezgehên dewletê ji aliyê hikûmetê ve ji bo propagandaya hilbijartinê  tên bikaranîn û wiha got: “Sazî û dezgehên giştî ji bo xebatên hilbijartinê yên hikûmetê seferber dibin. Par jî mîna îsal em bûn şahidê heman operasyonên girtin û binçavkirinan." 
 
Di berdewama axaftina xwe de Ozbîngol destnîşan kir ku li gelek bajaran endamên DEM Partiyê beriya hilbijartinê bi destê darazê hatin girtin û binçavkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em behsa serdemeke ku tevahî dezgehên dewletê ji bo îktîdara heyî di hilbijartinan de dikevin xizmetê dikin. Em vê pêvajoyê tenê weke operasyona girtin û binçavkirinê nabînin. Li Şirnexê di serî de walî, qeymeqam, fermandarên qolordiyê, rêveberên sivîl û îdarî yên dewletê xebatên hilbijartinê dimeşînin. Çend roj berê me dît ku Serdozgerê Komarê yê Rihayê çûye serdana qeyûmê Pirsûsê. Hem di serdanê de hem jî piştî serdanê em dibînin ku xebatkarên saziyên fermî peywirên xwe didin aliyekî û tev li xebatên hilbijartinê dibin. Bi tevlibûna hêzên ewlekariyê û bi destê darazê beriya hilbijartinê li dijî endam, rêveber û namzetên me operasyon hate lidarxistin."
 
ÎDIAYÊN PÛÇ Û VALA
 
Ozbîngol, anî ziman ku ji bo dosyayê biryara nepeniyê hatiye dayîn û dosya bi îdiayên razber û bêbingeh hatiye amadekirin. Di berdewamiya axaftina xwe de Ozbîngol diyar kir ku weke komîsyona hiqûqê ew ê hem bi rêya lijneya hilbijartinê ya navend û navçeyan û hem jî li Serdozgeriya Komarê hemû neheqiyên ku di pêvajoya hilbijartinê de hatine kirin tespît bikin û bişopînin.
 

Sernavên din

14/03/2024
09:01 Rojnameger Germiyanî: 161 gund hatin valakirin û amadekariya êrişa li dijî Garê tê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2024'AN
08:39 Li Kayseriyê bi çekan êrişî wesayîta DEM Partiyê hate kirin
13/03/2024
22:15 Li Qesrikê şivanê pêl mayinê kir bi giranî birîndar bû
22:11 OHD'ê serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:15 Namzetên DEM Partiyê yên Sêrtê tax bi tax digerin
18:01 Tîma parastinê ya Erdogan qeza kir: Polîsek mir
17:59 Li Şirnexê cismek teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
16:55 Dayik bi pêşmalkên ‘tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye’ çûn serdana esnafan
16:54 Ji Nobetên Edaletê peyama biryardariyê: Heta encam bigirin dê nobet bidome
16:50 Şenyaşar îro jî li pêşiya Wezareta Dadê daxwaza edaletê kir
16:33 Jinan piştgirî dan rojnamegerên rastî êrişê hatin
16:23 Li Şirnexê starta Newrozê dê bê dayîn
16:08 Egîtîm Sen: Dibistanên li Wanê ji ber mitînga Erdogan bi awayekî fiîlî tên girtin
15:58 ÎHD’ê dê ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê’ li dar bixe
15:57 Dadgehê di doza Kazanhan de tu daxwaz qebûl nekirin
15:45 Li Silopiyayê ji bo zarokan parqeke nû hat çêkirin
15:36 Demîrtaş ji ber ferzkirina lêgerînê derneket hevdîtinê
15:15 Leyla Zana dê tev li Newroza Amedê bibe
14:51 5 fezlekeyên din ên ‘parêzbendiyê’ ji Meclisê re hatin şandin
14:39 Ji bo tevlibûna Newroza Mêrsînê bang hate kirin
14:38 Li Wanê biryar hat dayîn ku afîşên Erdogan ên li ser bîllboardan bên rakirin
14:06 Eceleya qeyûmê Wanê heye: 600 hezar mîtroçargoşe erd da ber firotinê
13:50 Bayindir: Em ê Farqînê ji qeyûman rizgar bikin | HATE NÛKIRIN
12:20 Kampanyaya namzetê Mêrdînîkê yê AKP’ê bi karkeran dan kirin
12:13 Li Şirnexê xwendekar bi darê zorê birin mitînga AKP’ê
11:45 Nobeta Edaletê di roja 100’emîn de ye: Em ê dest ji azadiyê bernedin
11:40 Namzetên Geverê: Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin
11:26 Konseya Ewropayê dê dosyayên Demîrtaş û Kavala binirxîne
10:39 Dirûnkar ji bo gihandina kiras û fîstanên Newrozê bênavber dixebitin
10:38 Ji salên 90’î heta niha manşetên Newrozan
10:35 Rojnameger Karakaş: Girtî di daxwaza ‘azadiyê’ de bibiryar in
10:02 Ji bo mitînga Erdogan bi dehan otobûsan welatî li Şirnexê tên veguhestin
10:01 Qeyûm ji bo danasîn û reklamê 44 milyon û 815 TL xerc kir
09:48 Ayas ê girtî: Em ê berxwedanê geş bikin
09:33 Serokê EHP’ê Em ê meşaleya agirê Newrozê bi hev re pêxin
09:31 Greva birçîbûnê di roja 108'an de didome
09:29 141 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 Eşîra Cafiranê dê piştgiriyê bide DEM Partiyê
09:00 Ji DEM Partiyê banga ji bo dengdêrên livdar: Dengek dê hîleyan xera bike
09:00 Namzeta herî ciwan a DEM Partiyê: Em ji bo çareseriyê tên
09:00 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2024'AN
12/03/2024
22:10 Li Kadikoyê gelek kesên belavok belav dikirin hatin binçavkirin
21:29 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
18:03 Eleqeyeke zêde ji bo namzetên DEM Partiyê
17:06 Tê gotin ku Wargeha KYK’ê ya Dihê dê ji bo hilbijêrên veguhastî bê valakirin
17:04 Bîranîna Komkujiya Gaziyê: Bila berpirsyar bên cezakirin
16:54 Halîl Şek ê piştî 30 salan hate berdan: Em ê tekoşîna xwe bidomînin
16:44 Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza 'azadiyê' didome
16:17 Rêxistinên hiqûqê: Pereşandina ji bo girtiyan sûc nîne
15:58 Li Milazgirê coşa gel: Her dengê didin AKP’ê ji tifaqa JÎTEM’ê re diçe
15:38 Hevserokên Giştî yên DBP’ê li Êlihê ne: Em bi ruhê seferberiyê dixebitin
15:35 Ji bo Newroza Êlihê bang tevlibûnê hate kirin
15:06 Cîgirê midûr 3 xwendekar tacîz kir
14:57 Hatîmogûllari ji Erdogan ê digot ‘heqîqetê biqîrin’ re got: Kurdistan û tecrîd heqîqet in
14:17 Însîyatîfa 78’an banga hevrûbûna bi darbeya 12’ê Adarê kir
14:10 Ji bo Newroza Depê bang hate kirin
14:04 Hatîmogûllari: Em ê erdhejê bînin bîra xwe û wisa biçin ser sindoqan
13:44 Li ber turbeya Ehmedî Xanî soz dan: Ji bo kurdî çi pêwîst be em ê bikin
13:15 MSD: Serhildana Qamişlo çirûska şoreşa gel a Sûriyeyê ye
12:50 Li Amedê qezaya trafîkê: 4 jê zarok 9 kes birîndar bûn
12:40 Peyama Leyla Guven a ji bo gelê Rihayê: Dema wê ye ku em vî bajarî ji feraseta Nemrûdan paqij bikin
12:35 Bakirhan: Em ê kesên ji zimanê me re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ têk bibin
12:16 Doza rojnameger Gok hat lidarxistin
12:03 DEM Partî: Kesên Komkujiya Gaziyê kirin hatin xelatkirin
11:52 Li Cizîrê 7 kes hatin binçavkirin
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Rojnameger Babaoglû ev 30 sal in winda ye!
11:15 Navnîşana Newroza Stenbolê: Yenîkapi
11:03 'Forma di lînkê de tije bikin, em ê we bibin ser sindoqa hûn ê dengê xwe lê bidin’
11:03 Serdozger çû serdana qeyûm, çend roj piştre 17 kes hatin girtin
10:11 Dadgehê ji bo gotina 'qirkirina ermenan' got: Azadiya fikr û raman e
09:51 Li Stenbolê gelek jin hatin binçavkirin
09:49 Dayika rojnameger Silêman Ehmed: Ez dixwazim agahiyekî ji kurê xwe bigirim
09:40 Hevseroka MXDŞ'ê Celo: Jinên êzidî bi fikr û felsefeya Ocalan neteweya demokratîk ava dikin
09:17 Namzetên Bajarokê Bajêrgeyê: Em ê bênîqaş bi ser bikevin
09:16 DEM Partî li bajarê ku AKP piştgiriyê dide MHP’ê ji xwe bawer e
09:15 Greva birçîbûnê di roja 107'an de didome
09:06 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrgûlê: Em bi çareseriyên mayinde tên
09:05 Xelkê Bazîdê: Raya me ji DEM Partiyê re ye
09:04 Faîlê destdirêjiyê beraet kir: Ev tê wateya ku baweriya zaroka ya bi edaletê hatiye şikandin
09:04 Agirê ku ji Kawayê Hesinkar heya Mazlum Dogan tim gur dibe
09:02 Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê: Armanca me ew e ku em 10 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan
09:01 Li Licikê pozê wan neşewitî: Dê li Axreşayê jî kana zêr vekin
09:00 Şêniyên gundê Qorî li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2024'AN
11/03/2024
21:24 Li Farqînê agirê Newrozê yê ewil
18:40 Hatîmogûllariyê ji Xelfetiyê bang kir: Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin
16:50 Karkerê ji înşaeta TOKÎ’yê ketî xwarê bi giranî birîndar bû
16:46 DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê
16:32 Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Katz: Erdogan zalimekî herî mezin ê di dîrokê de ye
16:31 Bakirhan ê li Mûşê axivî: Em ê şaredariya hatiye xespkirin ji wan bistînin
16:07 Emîne Şenyaşar dîsa dest bi çalakiya xwe dike
16:05 Nobeta Edaletê: Dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin dê rêya aştiyê jî vebe
15:24 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar
14:28 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
14:26 Hatîmogûllari: Em ê li Bêrecûkê govenda serkeftinê bigerînin
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin