Hatîmogullari serdana dayikên ku Nobeta Edaletê digirin kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari serdana dayikên Nobeta Edaletê digirin kir, qurnefîl da dayikan û got: “Dîtina vê têkoşînê ya ji hêla gel û baweriyên li Tirkiyeyê, pir girîng û watedar e.” 

Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ê ev 25 sal in di Girtîgeha Girava Îmraliyê de tê ragirtin û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin berdewam dike. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi dirûşmeya azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin di roja 94’an de berdewam kir. Çalakvanan pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsand li xwe kirin. Di nobetê de pankarta “Em ji bo avakirina jiyanê tecrîdê bişkînin û ji zindanan re bibin deng” hate vekirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari, TJA, parlamenterên DEM Partiyê Adalet Kaya, Halîde Turkoglû, namzetên hevşaredariyê û gelek jin serdana nobetê kirin. Hatîmogullarî û şandeya pê re laçikên spî û qurnefîl dan dayikan. 
 
Di çalakiyê de ewilî Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray axivî û wiha got: “Bi qasî ku tecrîd ranebe dê zext bi dijwarbûnê berdewam bikin.”
 
‘EM LI CEM TÊKOŞÎNA DAYIKAN IN’
 
Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Giştî Tulay Hatîmogullari mafê axaftinê girt. Hatîmogullari bi bîr xist ku çalakiyên greva birçîbûnê bi mehan in berdewam dikin û wiha got: “Meşa Mezin a Azadiyê bi gavên xwe ve li her çar aliyê Kurdistanê gav bi gav meşiya. Yên meşiyane ne tenê şandeya me bû, li Kurdistanê sed hezaran welatiyên me yên kurd bûn hêmayên bingehîn ên vê meşa me. Ev hemû çalakî li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li Ewropayê bi yek armancê tên lidarxistin. Ji bo pêkanîna azadiya birêz Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd. Wateya vê yekê xelasbûna şerê li vî welatî yê ku 40 sal in dom dike ye. Bi israr wekî duh em îro jî li cem vê têkoşînê ne. Wekî duh em li cem têkoşîna dayik didin meşandin in û em ê sekinîna xwe ya li cem dayikan bidomînin.” 
 
‘DESTHILAT LI DIJÎ AŞTIYÊ ŞER SOR DIKE’
 
Hatîmogullari ser Edaletê yên têne meşandin sekini û da zanîn ku tevî dayikan “Dîtina vê têkoşînê ya ji hêla gel û baweriyên cuda ên li Tirkiyeyê, pir girîng û wetedar e û wiha berfirehî da axaftina xwe: “Lê mixabin bi qasî ku em her çiqas bêjin ku destê xwe rast dirêjî vî destê ku bi daxwaza aştiyê ji wer re hatiye dirêjkirin; desthilat berovajiyê vê yekê dike. Şer sor dike. Hêj çend roj berê li Dêrika Rojavayê êrişên ku sivîlan hedef girtine hatin lidarxistin.
 
PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKA STATUYÊ YE
 
Em wek DEM Partî, wek partiyeke müzakere û demokrasiyê me gelek caran anî ziman ku pirsgirêka kurd dê bi rêbazên demokratîk were çareserkirin. Dîrokeke ku ev 40 sal in sed hazaran mirov êş kişandine, dayik hestir barandine, bajarên me hatine valakirin heye. Em pêşberî dayikên Nobeta Edaletê didomînin careke din bang dikin, em careke din ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, destpêkirina pêvajoya diyalogê dikin. Em careke din dibêjin ku pirsgirêka kurd pirsgirka statuyê ye û dê bi aştiyeke birûmet ve were çareserkirin û dê bi destûre bingehîn a demokratîk ve were tacîdar kirin. 
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ BANGA SEFERBERIYÊ
 
Em dizanin ku di serî de CPT hemû hêzên navneteweyî serdanan Îmraliyê kirin lê belê tu rapor bi raya giştî re parve nekirin. Em di serî de CPT bang li hemû hêzên navneteweyî dikin ku bila di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de hestiyar bin û bibin kirde. Dîsa em bang her kesê dikin ku ji bo rakirina tecrîda derveyî hiqûq û mirovahiyê ya li Îmraliyê bila seferber bibin.  
 
EM Ê PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN
 
Ez careke din we dayikên hêja bi heskirin û rêzdarî silav dikim, em ê teqez bi ser kevin. Tu tişt ji destê têkoşîn û rêxistinbûnê xelas nabe, em ê vê civakê bihuherînin. Em ê pirsgirêka kurd çareser bikin, em ê komara demokratîk ku hemû welatî karibin wekhev tê de bijîn ava bikin. Heya ku em vê pergalê ava bikin dê têkoşîna me ya demokratîk berdewam bike.” 
 
‘DEMILDEST BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIN’
 
Piştre Halîme Topuz axivî û ev tişt gotin: “Em bang li Wezîrê Dadê, Serokkomar û CPT’yê dikin, demildest bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û tecrîda ser rakin. Heke hûn tecrîda ser rakin, dê tecrîda ser me jî rabe. Heya ku tecrîd tê rakirin, em ê li vê derê rûniştina xwe, girtina nobetê û grevên birçîbûnê bidomînin.”
 
Nobet bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan, azadî” berdewam kir. 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUAY-DER) li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 36’an de berdewam kir. Namzeta hevşaredariya Êlihê ya DEM Partiyê Gulistan Sonûk, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên bajêr ên DBP û DEM  Partiyê û nunerên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê serdana nobetê kirin.  
 
Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin. 
 
Nobet bi gotina stran û berzkirina dirûşman bi dawî bû. 
 

Sernavên din

21/08/2024
08:29 Tirkiye gundekî Til Temirê bombebaran kir
08:12 Şehba ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş li dar xist
20/08/2024
23:58 Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e
23:14 Ciwanên ku di xwepêşandanên li dijî qeyûm de hatibûn girtin hatin berdan
19:46 Berteka li dijî texrîbatkirina ekolojiyê: Em bibin dengê Şirnexê
17:15 Girtiyê ku di rêya hevdîtinê de dayika xwe winda kir, sewqî girtîgeheke dûrtir hat kirin
16:37 Bakirhan li herêma şewatê ye: Bila herêma afetê bê îlankirin
15:56 Li Êlihê qeza çêbû: Ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:13 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Agiriyê daxuyaniyê dide
14:33 Kongreya Meclîsa Jinan a PYD'ê: Ji bo parastina gelê xwe divê em bibin yek
14:11 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê hate dayîn
14:03 Li ser pereyên tirk pîrozbahiya 15’ê Tebaxê!
13:53 MYK’a DEM Partiyê sibê dicive
13:23 Bakirhan serdana karkerên demsalî û cotkaran kir
13:15 Kûrtûlmûş ji malbata Şenyaşar re got: Çalakiya we zirarê dide nirxê Meclisê
12:56 Malbata Şenyaşar vê carê li ber Serokatiya Meclisê çalakî da destpêkirin
12:54 Barzanî di çapemeniya Ingilîzan de ne: Rêxistina mafya ku berîkên xwe tejî dikin
12:31 Balefirên şer ên Tirkiyeyê Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin
12:28 Ji Kampa Holê nêzî 4 hezar kes vegeriyan Iraqê
12:16 Dadgeha Iraqê serlêdana Eniya Tirkmen û Rakan Ciburî red kir
11:31 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:06 Li Geverê dest bi çêkirina rêyên xerabe hat kirin
10:05 28 sal in platîn di lingê girtiyê nexweş de ye
10:04 Emîne Şenyaşar têkoşîna edaletê vediguhêze Serokatiya Meclisê
10:01 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN
08:13 Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19/08/2024
23:23 Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin
23:09 Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin
21:37 Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin
16:43 Li Qamişloyê êriş
16:34 Li Bismilê jina 78 salî întîhar kir
16:07 Li Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:04 Di êrişên Tirkiyeyê yên li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn
14:57 Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin
14:25 TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
14:24 Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne
13:42 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan
13:38 Çawişê pispor du kesan qetil kir
12:48 Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan
12:12 Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye
12:11 Sewqiyata leşkerî ya bi PDK’ê re didome
12:10 Cerdevanê nexwest biçe operasyonê îstîfa kir
11:35 Dogan: Desthilatê tundiya kolanê xistiye meclisê
11:34 Manîsa 6 roj in dişewite
11:22 Rêveberiya Xweser: Em dikarin bi Şamê re pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin
10:48 Li mîhrîcana îtalyayiyan paradîgmaya Abdullah Ocalan: Fikrên wî rê nîşanî gelan didin
10:40 7 kesên binçavkirî hatin berdan
10:23 Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blînken ê çû Îsraîlê: Dibe ku ev firsenda dawî be
10:10 Karsazê filîstînî di êrişa çekdarî de hate kuştin
09:55 Gelê Cizîrê bertek nîşanî tecrîdê da
09:52 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
09:20 Hate îdiakirin ku rapora tenduristiyê ya ‘sexte’ dane girtiyê nexweş
09:11 Meteorolojî: Dê germahî zêde bin
09:10 Faîlê Hîlal Karê ev 2 meh in hêj nehatiye dîtin: Bila edalet pêk were
09:05 Jin dê li ser şer û tecrîdê bi KE’yê re hevdîtinê bikin
09:04 Eskerê ku govend gerandiye hatiye girtin: Wê govenda kurdî berdewam bike
09:02 Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket
18/08/2024
23:54 Li dijî dagirkeriya peravên gola Wanê çalakî hat lidarxistin
22:54 Li Elkê cerdevanan êrişî berîvanan kirin
22:29 Li Kanîreşê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
22:21 Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’
21:45 Serokê TFF’ê hate Amedê
20:18 Kampanyaya ‘ji darvekirinê re na’ hate dirêjkirin
19:47 WHO’yê têkildarî bandora germahiya kûrewî, hişyarî kir
19:37 Şewata piştî bombebaranê derketibû didome
19:03 Li Kerkukê ji bo ‘jiyana bi hev re’ serdema nû
16:36 Bijîşkên hindistanî 72 saet dem dan hikûmetê
16:35 Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin
16:11 Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket
15:52 Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin
15:29 TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin
15:24 Rejîma Îranê 3 jê kurd 4 girtiyên din bidarve kir
15:23 Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin
15:22 Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye
14:56 Ji Şandeya DEM Partiyê serdana Îzmîrê
14:55 Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî
13:37 Şewata li Karşiyakayê hat temartin
13:18 Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn
13:13 Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir
11:46 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir
10:39 Nivîskar Mona Fayad: Divê li dijî darvekirinan têkoşîna hevpar bê kirin
10:08 Kovara Jin bi bergeya ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derçû
10:05 Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin
10:02 Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin
09:09 Girtiya ku berdana wê 2 caran hat taloqkirin: Çi hewce be divê niha bê kirin
09:06 Gelê Avkevirê: Me raya xwe daye DEM Partiyê
09:03 Jinên wanî daxwazên xwe ragihandin şaredariyarê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2024'AN
17/08/2024
22:36 Di Nobeda li Şîşhaneyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
16:18 Li Cizîrê deklarasyona zimanê kurdî hat eşkerekirin: Dem dema seferberiya kurdî ye
16:12 Tuncel: Navenda şerê Tirkiyeyê û polîtîkaya neçareserkirinê Îmrali ye
15:54 Di Rûniştina F de bang kirin: Şivekar Ataş serbest berdin
15:28 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:18 ÎHD: Mafê her mirovî heye ku di erdhejan de li bajarên zexm bijîn
14:59 Cenazeyê Ekîncî ji Stenbolê şandin Amedê
14:49 Hatimogûllari: Dawiya vê rejîmê hatiye