Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome

  • rojane
  • 17:13 28 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nobetên Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin didomin. Serdan û beşdaran diyar kirin ku heta encamekî bi dest dixin dê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Oalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin li gelek bajaran berdewam kir. 
 
ÎZMÎR 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin di roja 30’emîn de li avahiyên rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Bayrakli û Karabaglarê berdewam kir. 
 
Gelek welatî û xizmên girtiyan hatin serdana nobetê. Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Bayrakliyê Ayşe Silik di çalakiyê de axivî û got ku heta pirsgirêka tecrîdê çareser dibe dê nobet berdewam bike. 
 
Perîhan Ortak jî di çalakiyê de anî ziman ku ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî di nobetê de ne û wiha got: “Girtiyên siyasî ev bû 3 meh di greva birçîbûnê de ne. Birêz Ocalan ev 30 sal in di nava çar dîwaran de ye. Birêz Abdullah Ocalan îradeya me ye, îradeya jinan e. Wî ne tenê ji bo me, ji bo tevahiya cîhanê têkoşiya. Niha li çar aliyên cîhanê wêneyên wî di destê jinan de ne û dibêjin ‘Bijî Serok Apo.’ Anku rêzgirtineke mezin li hemberî birêz Ocalan heye. Divê CPT biçe serdana Îmraliyê. Em nizanin bê ka birêz Ocalan di çi rewşê de ye. Werin em ji bo birêz Ocalan dest bi din destê hev.” 
 
Her wiha gelek welatî çûn serdana çalakiya nobetê ya li Rêxistina DEM Partiyê ya Karabaglarê berdewam dike. 
 
MÊRSÎN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê jî di roja 87’an de berdewam kir. Di çalakiyê de Dayikên  Aştiyê gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. 
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê li avahhiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin, di roja 86’an de berdewam dike. Gelek xizmên girtiyan tev li nobeta îro bûn. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û gelek welatî hatin serdana nobetê. 
 
‘EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN’
 
Ji çalakvanan Xemê Aydin di nobetê de axivî û bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya zarokên wan bi daxwaza azaiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk daye destpêkirin didome. Aydin, axaftina xwe wiha domand: “Daxwazên zarokên me, di heman demê de daxwazên me jî ne. Em dayik êdî naxwazin xwîn birijê. Em aştiyê dixwsazin. Ji bo aştiyê û çareseriyekê divê demek beriya demekî ji birêz Abdullah Ocalan agahiyek were girtin. Em tecrîdê qebûl nakin.” 
 
Piştî axaftinan, çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û stranan berdewam kir. 
 
MÊRDÎN
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê daxwazên xwe dubare kirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Piştre jî Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan derbasî navçeya Qoserê bûn û tev li vekirina buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê bûn. Çalakvan, bi pêşmalkên ku daxwazên wan li ser bûn tev li vekirina buroya hilbijartinê bûn û li vir jî daxwazên xwe anîn ziman. 
 
Dayikan di dema vekirina buroya hilbijartinê de pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya ku li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 86’an de berdewam kir. Di çalakiya ku tevahiya rojê hate ziyaretkirin de daxwaza pêkhatina azadiya Abdullah Ocalan bilind bû. 
 
Di nobetê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq û hiqûq edalet” hatin berzkirin. 
 
 
 
 

Sernavên din

10/08/2024
15:15 Çalakiya Rûniştina F: Jiyana girtiyê nexweş Aydik di talûkeyê de ye
15:03 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê kir
14:19 Xizmên Windayan xwestin faîlên Komkujiya Dîgorê werin cezakirin
14:18 Li dijî projeya madena Hesendînê: Em ê zozanên xwe nedin tu kesî
13:19 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên rojnamevan Ferhat Tepe bên cezakirin
12:07 DEM Partî: Alî Budak wê xiyanetkar û tirsonek bê bibîranîn
11:37 Hevşaredarê Qoserê lêborîna xwe xwest û wezîfeya xwe dewr kir
11:35 Dema axaftina bi kurdî li wan qedexe kirin, dest ji kar berdan
11:05 Bakirhan: Êlihê wek bajarekî pîlot dikin hedefa xwe
10:44 Yolerî: Divê qanûna înfazê were guhertin
10:41 Rojnameger Mûtlû: Li Dêrazorê pevçûna kurd û ereban nîn e, rejîm êrişî ereban dike
10:14 Hiqûqnasa firansî Garrigos: Tecrîd sûc e û divê Ocalan êdî azad bibe
10:10 Êrişên hêzên hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê didomin
10:05 Asayîşa Êzîdxanê: Ji bo êzidiyan cihê herî bi ewle Şengal e
09:50 Welatiyên Farqînê: Ji ber şer aboriya me tengav dibe
09:49 Îsraîlê komkujiyeke din pêk anî: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
09:05 Berdana girtiyê 30 sal in tê ragirtin, 3 meh hate taloqkirin
09:01 Colemêrgî: Ji vê gavê şûn ve divê êdî kurd zimanê xwe pîroztir bibînin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2024'AN
09/08/2024
22:55 Li Şîşhaneyê bertek nîşanî polîtîkayên şer dan
22:45 Aram Tîgran bi kilamên xwe hat bibîranîn
16:55 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:53 'Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin'
16:38 Xwediyê Xelata Nobelê Nergîs Muhammedî jî di êrişê de birîndar bûye
16:25 Li Şirnexê konferansa ‘Em ji bo azadiyê bi rêxistin dibin’ hat lidarxistin
16:05 Şewata li Kanîreşê derket belav dibe
16:04 Berdana girtiyê 31 sal in tê ragirtin cara 6’emîn hate astengkirin
15:58 Êzidî ji kampên PDK’ê direvin
15:51 4 cenaze li nexweşxaneya Şirnexê tên sekinandin
15:34 Rêveberiya Xweser: Êrişa li dijî Dêrazorê, encama hevkariya bi dewleta tirk re ye
15:23 Rejîma Îranê 5 kolber birîndar kir
15:09 Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kir
14:56 Ji bo Atalay serî li Meclisê dan ku di 16’ê tebaxê de bicive
14:26 Xelatên Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Denîz Firat hatin dayin
13:31 HRW û ÎFOD: Astengkirin binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye
12:25 Li Îranê êrişî girtiyên siyasî hate kirin
12:21 Girtî Firat Darî: Em 4-5 mehan li benda sewqa nexweşxaneyê disekinin
11:54 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Li Tirkiyeyê 6 milyon û nîv zarok di nava feqîrî û perîşaniyê de dijîn
11:28 Şewata li Çiyayê Cûdî hate vemirandin
11:19 Leşkerên Tirkiyeyê agir berdan goristana gundekî Berwariyê
11:17 HSD: Li Dêrazorê 6 jê zarok 11 kes hatin qetilkirin
11:10 ‘Heke Tirkiye li gorî biryara ‘binpêkirinê’ tevnegere dibe ku mueyîde lê bên ferzkirin'
11:09 Maliyeta fistiqan zêde bû, bihayê wan kêm bû
10:55 Li Gumuşovayê qeza: 25 kes birîndar bûn
10:54 Li Altindagê kûçik bi komî hatin kuştin û binaxkirin
10:25 Teşhîrkirina bedena Elturk nehat cezakirin
10:13 Tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayên berdan
10:10 Ok: Li dijî qedexekirina Instagramê deng dernekeve wê platformên din jî bên girtin
09:59 Kolanên Enqereyê: Ji bo şer bûdçe heye lê ji bo gel tune ye
09:58 Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê dike
09:57 Li Kurdistanê qirkirina daran: Li dijî qirkirinê têkoşîneke hevpar divê
09:49 Ne birîn hatine kewandin ne jî hesab hat pirsîn
09:39 Li Enqereyê qeza: 9 kes mirin, 26 kes birîndar bûn
09:38 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Armanca kampanyayê rêxistinbûyîna jinê ye
09:37 Ji bo nivîseke rojnameyê 7 sal û nîv ceza hat dayin!
09:37 Stranên nijadperest bi kesên ji ber 'govendê' hatin girtin dane guhdarkirin
09:34 Komên girêdayî Şamê li Dêrazorê 13 kes qetil kirin
09:02 Ûrmiye: Divê rewşenbîr û nivîskar têkevin liv û tevgerê
Sefkan: Bêhelwestbûn piştgiriya dagirkeriyê ye
09:01 Farisogûllari: Çareserî, paradîgmaya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2024'AN
08:38 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da gelek bajaran
08/08/2024
23:10 2 gundên Silêmaniyeyê hatin bombebarankirin
22:57 Eniya Tirkmenan: Me li ser Kerkûkê bi PDK û ereban re li hev kir
22:43 Maça fînalê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokûyê hat lîstin
22:39 Nobeda li dijî qeyûman didome: Em têkoşîna hevpar bilind bikin
16:22 Li Girtîgeha Mamarayê mirineke biguman
16:03 Di kana madenê ya bêrûxset de hezaz: Karkerek jiyana xwe ji dest da
16:00 Dê 968 dadgehên nû bikevin meriyetê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bîranîn
15:17 Li Cûdî şewat derket
15:16 Rapora Girtîgeha Hejmar 2 ya Kocaeliyê: Tedawiyan nîvco dihêlin
14:37 Girtî Erdemcî hate derbkirin
13:48 Di nav tiriyê li nexweşxaneyê hatiye dayin de şeytanok derket
13:39 Cotkaran bi dirûşma ‘Hikûmet îstîfa bike’ çalakî li dar xistin
13:39 Mor Çatiyê rapora ‘jinên penaber’ ji NY’ê re şand
13:13 Cara sêyemîn berdana girtiyê 30 salî hat astengkirin
12:25 Lîderê Katalanê çû welatê xwe lê operasyona ‘girtina’ wî hat destpêkirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Li Miksê dawet êdî girêdayî ‘destûra’ cendirmeyan e!
11:30 Medya desthilatdariyê derewek din li derewên xwe zêde kir
11:14 Bahçecî bertek nîşanî PDK’ê da: We berjewendiyên xwe danîn pêşiya yên gelê kurd
11:08 Li Japonyayê piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hate kirin
11:00 Hêzên girêdayî Şamê dîsa êrişî Dêrazorê kirin
10:52 Fikrên Enver Paşa di hişê AKP’ê de ne: Rejîma ‘qirkirina nepen’
10:21 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
10:20 Kana xîzî ya li Koseliyê dibe sedema mirina welatiyan
10:19 Li Bazarcixê şeva piştevaniyê hat lidarxistin
09:37 Li Sîteya 3’yemîn a Pîşesaziyê ya Amedê şewat derket
09:36 Li Îmraliyê qanûn pêk nayê: Ne biryara DMME’yê ne jî ‘mafê hêviyê’ tê bicihanîn
09:35 Remzî Kartal: AKP'ê hişê xwe xwariye, Tirkiye di pêvajoya guherînê de ye
09:24 Dê li Zozanên Hasandînê mitîng were lidarxistin
09:18 Karamus: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê pêdivî bi seferberiyê heye
09:01 Bi hêza ku ji paradîgmaya azadîxwaz a jinan girt jiyanek nû ava kir
09:00 Bi ser qetilkirina Huseyîn Deniz re 32 sal derbas bûn: Kujerekî bavê min mamosteyê lîseya min bû
09:00 Girtiyê nexweş ê ku di hucreyê de tê girtin nayê dermankirin
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2024'AN
07/08/2024
21:50 Ji Komeleya Dema Jinan çalakiya atolyeya mûman
21:47 Li Peyasê 'Civîna Kedê ya Jinan' hat lidarxistin
20:43 Li Osmaniyeyê 4 kes ji ber govendgerandinê hatin girtin