Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike

  • rojane
  • 09:51 28 Sibat 2024
  • |
img

SETNBOL - Parlamentera Partiya Fransaya Serî Natewîne Ségolène Amiot anî ziman ku tu caran rastî rewşeke mîna ya li Îmraliyê nehatine û wiha got: “Tevî ewqas êrişan jî Ocalan hêj jî xwe li ser pêyan digire û ev têkoşîna wî gelek bandorê li mirov dike.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 36 meh in tu agahî jê nayên girtin. Gelê kurd û dostên wan di asta navneteweyî de kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatibû destpêkirin didome. Di çarçoveya kampanyayê de di 20’ê sibatê de ji Ewropayê şandeyek hate Stenbolê. Şandeya “Ji bo Pirsgirêka Kurd Çareserî û Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê” ku parlamenter jî di nav de bûn, bi Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û gelek saziyên din re hevdîtin kir. Piştre jî bi daxuyaniyekê xwest ku saziyên navneteweyî li dijî rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê li berpirsyartiya xwe rabin. 
 
Yek ji endamên şandeyê jî Parlamentera Partiya Fransaya Serî Natewîn e (La France insoumise) Ségolène Amiot bû. Amiot, têkildarî tecrîda li Îmraliyê, armanca tecrîdê û serdana xwe axivî. 
 
‘EZ TU CARAN RASTÎ TECRÎDEKE WIHA NEHATIME’
 
Amiot, diyar kir ku ji bo çavdêrîkirina rewşa girtiynên siyasî û tecrîda li ser Abdullah Ocalan hatine Stenbolê û wiha got: “Ez heta niha tu caran rastî tecrîdeke mîna ya li Îmraliyê nehatime. Ne tenê weke parlamenterek, qada min a pisporiyê girtîgeh in û li Fransayê gelek caran çûme serdana girtîgehan. Lê rastî tiştekî wiha nehatim. Heta sînorekî tecrîdê jî heye. Yanî herî zêde dikarî kesekî mehekê tecrîd bikî. Lê tişta niha em behs dikin, tiştekî cuda ye.” 
 
‘DIXWAZIN CIVAKÊ BI RÊYA TIRSÊ KONTROL BIKIN’ 
 
Bi domdarî Amiot tecrîda li ser Rêberê PKK’ê nirxand û ev tişt anî ziman: “Tecrîd bi xwe tê wateya bi temamî kontrolkirina bedena kesekî/ê. Bi vê yekê re dixwazin malbat, xizm û civakê jî bi rêya tirsê bixin bin kontrola xwe. Ji tecrîda li Îmraliyê ez vê fêm dikim; ‘heke tu li gorî fermanên min tevnegerî, dê te tune bikim.’ Anku li gel bedenekî, kontrolkirina malbat, xizm û civakê ya bi rêya tirsê ye.” 
 
BÊDENGIYA FRANSAYÊ
 
Amiot, bal kişand ser bêdengiya Ewropa û Fransayê ya li dijî vê rewşê û wiha got: “Bi taybet jî sedemên cuda yên bêdengiya Fransayê hene. Mijara penaberan ji bo Fransayê yek ji mijarên girîng e. Ji ber peymana penaberan, ji Tirkiyeyê dixwaze ku rê li ber penaberan bigire. Ji bo vê pere dan û eleqeyeke taybet dixwaze.” 
 
‘DÎTINA VÊ TÊKOŞÎNÊ GELEK BANDORÊ DIKE’
 
Amiot, anî ziman ku tevî sepanên tecrîdê jî Abdullah Ocalan li Îmraliyê û kurd jî li qadan li ber xwe didin û wiha pê de çû: “Ev rewşa berxwedanê gelek bandorê li min dike. Tevî ewqas êrişan jî hêj bi dilwêrekî li ser pêyan disekinin. Dîtina vê têkoşînê û daxwazên wê pir bandorê dike. Kurd îradeya aştiyê nîşan didin û daxwaza wekheviyê dikin. Edaletê dixwazin. Ev bi rastî jê seknekî watedar e.” 
 
‘RAKIRINA TECRÎDÊ TÊR NAKE’
 
Herî dawî jî Amiot ev tişt anî ziman: “Rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan têr nake. Bi awayekî sembolîk rakirina tecrîdê girîng e lê têr nake. Ji ber ku heke pêvajoyeke çareseriyê çêbibe, hûn nikarin mirovan di hundir de bigirin. Berdana girtiyên siyasî dê bandoreke mezin li pêvajoya aştiyê bike. Dê mîna diyariyeke aştiyê be. Em ê çavdêriyên xwe yên li vir bi saziyên têkildarî û parlamentoyê re parve bikin. Dixwazim di 31’ê adarê de dîsa bêm Stenbolê û çavdêriyê bikim.” 
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

07/08/2024
19:43 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê li Îmraliyê hevdîtin pêk bên
16:55 Balafirên şer bombe li gundekî Dihokê barandin û şewat derket
16:51 Li girtîgaha Tîpa M ya Êlihê ferzkirina tekmîl û jimartina ser piya
16:27 Zêdetirî milyonek navên navnîşanan hatine astengkirin
16:01 Li Nîgdeyê di 7 mehan de hejmara kûçikan ji 800’an daket 30’an
15:06 Derbarê rojnameger Karakoç de biryara girtîn û îade kirinê
14:43 DYA’ê ji ber îxracata bi Rûsyayê re Tirkiye hişyar kir
14:23 Hatimogûllari li Îdirê li pirsgirêkên karker û bêrîvanan guhdar kir
14:11 Encamên nimûneyên ji avahiyên nexweşxaneyan hatin girtin nayên eşkerekirin
13:36 Hevserokê HDP’î yê navçeyê hate berdan
13:22 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
13:08 Leşkerekî binefser li Zapê hat kuştin
13:02 Li Behra Spî erdhej
12:28 Şewata li Dêrsimê hate vemirandin
12:08 Kiliçdaroglû û Babacan ji bo sersaxiyê çûn serdana Bakirhan
12:01 Tecrîdkirina Ocalan di rojeva parlamentoya Awistralyayê de ye
11:51 Weliyê ku Tirkiyeyê radestî komên paramîlîter kiribû, bi fîdyeyê hate berdan
11:33 Li Serêkaniyê pankartên Ocalan hatin daliqandin
11:32 Îdiaya TUÎK’ê: Yek ji saziya herî şefaf a cîhanê em in!
11:05 MKG: Rojnamegerên jin di dorpêça darazê de ne
10:33 Serokê hikûmetê yê demkî yê Bangladeşê diyar bû
10:33 Nehiştin girtî Sert bi malbata xwe re wêneyeke komî bikişîne
09:47 Hêzên bi ser Şamê ve êrişî Dêrazorê kirin: 2 kes hatin kuştin
09:46 Jineolojî di hejmara nû de li ser ‘Başûr’ disekine
09:44 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Çakmak: Sedema êrişan neçareserkirina meseleya kurd e
09:43 PADÊ bang li dadgeha Iraqê kir: Biryarê di ber çavan re derbas bikin
09:27 Hevserokê SYKP’ê Tîtîz: Sedema esasî ya krîza aborî şer e
09:26 Di ezmûnê de bi ser ketin, walîtiyê pêşî li wan girt
09:24 Demîrel: Êrişên li ser çanda kurdî rengvedana tecrîdê ye
09:23 Li Zapê şerekî dijwar diqewime
09:05 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:05 Ji ber netevdîrgirtinê qeza çêdibin: Ji dêvla hûn bela xwe di kurdî bidin tevdîrê bigirin
09:04 ‘Aram Tîgran dê her tim di dilê kurdan de bijî’
09:03 Bêrîvan Şaxo: Li deverên dagirkirî tirkî li xelkê tê ferzkirin
09:00 Dayika ev sê sal in li cenazeyê keça xwe digere: Qet nebe bila gora wê hebe
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2024'AN
06/08/2024
21:12 Li Osmaniyeyê kesek ji ber govendê hat girtin
20:15 Rojnamevan Ren hat berdan
16:51 Li Efrînê îşkence li 2 zarokan hate kirin
16:03 Muxalefetê ji bo qedexekirina Instagramê banga civîna awarte kir
15:15 Dayikên Aştiyê banga mezinkirina daxwaza aştiyê kirin
15:14 Rapora girtîgehên Egeyê: Muameleya xerab û tundî li girtiyan tê kirin
14:57 SES: Ji ber ku tevdîr nayên girtin em dimirin
14:22 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Katz ji bo Erdogan got ‘Dîktator’
14:01 Li Şirnexê Konferansa Jinan hat lidarxistin
13:34 9 baregehên nû hatin çêkirin, 184 malbatan malên xwe terikandin
13:25 Ji bo pirsa xizmeta bi kurdî bersiva ‘dewleta tirk dabeş nabe’ da
13:24 Girtiyê kurd li Îranê hat bidarvekirin
12:42 Ji bo betalkirina biryara BTK’ê ya li ser Instagramê doz hat vekirin
12:29 Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê encamnameya komxebeta xwe eşkere kir
11:52 ÎSÎG: Di meha tîrmehê de 144 karker mirin
11:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:18 Çeteleya tundiyê ya tîrmehê: 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin
09:51 Anket: Dengê AKP’ê daket ji sedî 26’ê
09:50 Dadgeha Iraqê biryar da ku Tevgera Azadî û PADÊ bên girtin
09:42 Demîr bang li muxalefetê kir: Em li dijî polîtîkayên şer bibin yek
09:40 Dr. Gossner: Divê Ocalan were berdan û daxilî çareseriya siyasî bê kirin
09:31 Li Agiriyê sewalkar yek bi yek îflas dikin
09:15 Hem hilberîner hem cotkar zehmetiyê dikişînin
09:09 Ji ber ku bi kurdî axivî hevdîtin hat bidawîkirin
09:08 Di kampanya ‘azadiyê’ de wê bikin ku NY bikeve tevgerê
09:07 'Em bi berbelavkirina kurdî bersivê bidin êrişan'
09:07 Mûtlû: Wê têkoşîna ji bo hevserokatiyê netew-dewletê bihejîne
09:02 Newroz Uysal: Di hevdîtinên me de daxwaza lezgîn a yekitiya neteweyî hat kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2024'AN
08:44 Li Osmaniyeyê serdegirtinên ‘govendê’: 5 kes hatin binçavkirin
08:34 Bacên gumrikê hatin zêdekirin
05/08/2024
23:32 Li Êlihê Şevbuhêrka Dengbêjan
22:17 Li Stenbol û Îzmîrê nobeda li dijî qeyûm: Wê gelê kurd bi ser bikeve
17:53 Ên li Herekolê jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
16:58 Di çalakiya 'Deng bide azadiyê' de gazî kirin: Dawî li tecrîdê bînin
15:50 729 hezar penaberên Sûriyeyî winda ne!
15:35 Di şewata li Şankûşê de rezên gundiyan jî şewitî
15:12 Cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan hatin kirin
15:08 Hatimogûllari: Bila biryarên DMME’yê bên sepandin
Bakirhan: Divê Can Atalay demildest bê tehliyekirin
15:03 Werîşe Muradî dadgehê protesto kir û beşdarî danişînê nebû
15:02 Li Cizîrê ji ber germahiyê kolan vala man
14:41 Serokwezîra Bangladeşê welat terikand
14:20 Ji ber bobelata ceyranê giliyê Serokê Şaredariya Îzmîrê hat kirin
14:20 Bangawaziya hevpar: Divê biryara Can Atalay were pêkanîn
13:54 Zilamê ku Pinar Bayrakê kuştibû hate girtin
12:58 Jinek li Mêrsînê hate kuştin
12:24 Li Îngîltereyê kabîne li dijî êrişên nijadperest bi lezgînî dicive
12:04 Di çalakiyên protestoyê yên li Bangladeşê de 300 kes mirin
11:22 Li navçeya Şankûşê agir bi dar û deviyan ketiye
10:36 Li Elkê 3 gund du meh in di bin dorpêça leşkerî de ne
10:34 Îdiaya TUÎK’ê: Enflasyona salane daket ji sedî 61’an
09:52 ENAG: Di meha tîrmehê de enflasyon ji sedî 5,91 zêde bûye
09:29 Tedawiya girtiya siyasî ya nexweş tê astengkirin
09:11 Dayika girtiyî ya li dij tecrîdê têdikoşe: Em jiyanekî wekhev dixwazin
09:04 ‘Qedexekirina kurdî tê wateya qedexekirina hebûna kurdan’
09:01 Nivîskar Yurtsever: Tirkiye dixwaze cihên hatine valakirin dagir bike
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2024'AN
08:33 Xwebûn bi manşeta ‘Govend azadî ye’ derçû
04/08/2024
22:37 Jîn Artê konsera Kasim Taşdogan li dar xist
22:14 Di tûrnûvaya futbolê de bal kişandin ser zimanê zikmakî
20:17 Îsraîlê dîsa êrişî dibistanan kir: 30 kes mirin
19:59 Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin: Em berxwedana jinan silav dikin
17:41 Prof Ekîncî yê gotibû ‘Pêşî Kurdî’ vexwendin îfadeyê
17:09 Hevserokên TUHAYDER’ê hatin berdan