Dr. Berwarî: Hevdîtinên Tirkiyeyê yên li Iraqê li dijî destkeftiyên kurdan e

  • rojane
  • 10:06 24 Sibat 2024
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku hevdîtinên di demên dawî de Tirkiye li Iraqê û Herêma Federe ya Kurdistanê dike li dijî destkeftiyên gelê kurd in û wiha got: “Hevkariya PDK û hêzên girêdayî wê yên bi Tirkiyeyê re, zirarê didin gelê kurd.” 
 
Hevdîtinên Tirkiye û PDK’ê ên dij-kurd ên li Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam dikin. Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin û şandeya pê re di meha çileyê de li Iraqê gelek hevdîtin kirin. Piştre jî Kalin bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanîn re li Hewlêrê hevdîtin kir. Piştî hevdîtinên MÎT’ê yên li Başûr û Iraqê, îcar jî Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û şandeya pê re çû Iraqê. Guler, li Bexdayê gelek hevdîtin kir û piştre jî derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû û bi Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Têkildarî van hevdîtinan her çiqas daxuyaniya “Ji bo ewlehî û îstîqrara herêmê li ser koordînasyon û hevkariyê hate sekinîn” hatibe dayîn jî, hat zanîn ku mijara esasî ya hevdîtinan xistina meriyetê ya “Peymana Şengalê” bû ku Rêveberiya Xweser a Şengalê hedef digire. Her wiha Serokkomara AKP’î Tayyîp Erdogan di 13’ê sibatê di Lûtkeya Hikûmetan a Cîhanê de li Dubaiyê bi Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanîn re hevdîtin kir. 
 
Hevdîtinên di navbera Tirkiye û PDK’ê de zêde bûn û di rewşeke wiha de Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî dema ji serdana Ewropayê vedigeriya ji kanalekî televîyonê re got: “PKK belaya serê herêmê ye.” 
 
Dr. Kamûran Berwarî
 
Cîgirê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasetê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî têildarî daxuyaniyên rayedarên PDK’ê û gefên dewleta tirk ên li dijî Serokê YNK’ê Bafil Talabanî axivî. 
 
‘FELSEFEYA OCALAN DERDORÊN BAWERMEND DIAFIRÎNE’ 
 
Berwarî, diyar kir ku her kes azad e ku daxuyaniya ku dixwaze bide û wiha got: “Lê li gorî daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî, hêzeke ku daxwaza azadiya gelê kurd dike ji bo wan zirar e. Ji ber ku cihê PKK lê heye, kesayetên welatparêz, xwedî bawerî û felsefe hene. Nêrîna wan a ji bo cîhanê û kurdan, jiya birêz Nêçîrvan Barzanî û komên wan cuda ye. Lewma felsefeya PKK’ê û Ocalan ji bo xwe weke xetere dibînin. Helwesta PDK’ê kurdan dike du beş. Beşek jê ji bo azadiya Kurdistanê û mafên gelê kurd têdikoşe, beşeka din jî girêdayî dewletên herêmê ye. Bi taybet jî li gorî daxwaz û polîtîkayên dewletê tevdigerin. Tirkiye çi bixwaze dike, tiştên naxwaze jî nakin. Ev 30 sal in wiha domiya. Ev yek roj bi roj zelaltir dibe. Hêza herî zêde li Kurdistanê hevkariyê bi Tirkiyeyê re dike, PDK û hêzên girêdayî wê ne. Bi taybet jî piştî AKP di sala 2002’yan de bû îktîdar, hebûna xwe girêdayî AKP’ê kirine.” 
 
‘HEKE TIRKIYE DI ŞER DE ISRAR BIKE...’
 
Berwarî, bal kişand ser serdanên Tirkiyeyê yên li Başûr û Iraqê û ev nirxandin kir: “Ev serdan tu caran ne ji bo xêra gelê kurd û gelên Iraqê nehatin kirin. Sedema hevdîtinên aborî, siyasî û leşkerî ew e ku li kesên azadiya gelê kurd dixwazin bixin. Ev serdan, rewşekî li dijî destkeftiyên neteweyî yên gelê kurd in. Plan dikin bê ka dê kurên azad çawa tune bikin. Li dijî van planan, yekitiya neteweyî ya gelê kurd jî roj bi roj mezintir dibe. Daxwaza azadiyê zêdetir dibe. Her wiha guftûgoyên hêzên kurd a bi hêzên navneteweyî re zêde dibe. Heke Tirkiye israra xwe ya di vê siyasetê de bidomîne, dê gelê kurd jî siyaseta xwe ya li dijî Tirkiyeyê biguherîne. Şer û alozî dê bi kêrî Tirkiyeyê neyên.” 
 
‘DIXWAZIN MÎNA HEWLÊRÊ LI SILÊMANIYEYÊ BIKIN’ 
 
Bi domdarî Berwarî bal kişand ser gefên Hakan Fîdan li Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî xwarin û axaftina xwe wiha qedand: “Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, dema kurdek xwedî li netewe, nasname û welatê xwe derket, dewleta tirk wî/wê hedef digire. Ji Amerîkayê heta Iraqê, ji Rûsyayê heta Awûstûryayê, li kîjan deverê kurdek daxwaza azadiyê bike, Tirkiye wan terorîze dike. Êrişên wan ên niha li dijî Silêmaniye û Bafil Talabanî jî di vê çarçoveyê de ne. Sedema vê ew e ku YNK û Bafil Talabanî seknekî neteweyî raber dikin. YNK, mîna hinek hêzên din ciwanên kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê terorîze nake. Li el vê, Tirkiye dixwaze Silêmaniyeyê jî mîna Dihok û Hewlêrê veguherîne qada xwe ya leşkerî, siyasî û aborî. Dixwaze tiştên bi serê Dihok û Hewlêrê anîn, bi serê Silêmaniyeyê jî bîne. Anku dixwaze Talabanî bîne ser xeta xwe. Ji bo vê jî gefan dixwe.” 
 
MA / Omer Akin 
 

Sernavên din

04/08/2024
16:33 Li Xeta Jinê hevdîtina jinan
16:00 Li Qersê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn
15:37 Li Mêrdînê karkerekî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
14:34 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Guftûgo û muzakere welêt parçe nakin
14:05 Damezirînerê SADAT’ê Tanriverdî mir
13:54 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê pir girîng e
13:50 DEM Partî çû serdana girtiyên Doza Geziyê
12:46 Komên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandin
12:37 Li dijî tecrîdê çalakiyên rûniştinê tên destpêkirin
11:47 Li Amedê komxebata ekolojiyê hat lidarxistin
11:40 Bîlançoya şer a meha tîrmehê hat eşkerekirin
10:25 Hejmara 75’emîn a Kovara Jinê derket
10:03 Ji bo 8 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:54 ‘Em hewl didin jinan bêhtir tev li hemû qadên jiyanê bikin’
09:26 Rewşa girtiyê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:20 ‘Dagirker ji qûbê dibeze, asteng û qedexe dike’
09:11 Girtiyê ku di hefteyekê de 3 caran rakirin nexweşxaneyê nayê berdan
09:10 Şîrketa çavberdaye Hasandinê diyar bû
09:07 Kayayê ji Partiya Saadetê: Bi êrişan dixwazin kurdî krîmînalîze bikin
09:04 Mûgûç ê OHD'î: Kesên welatekî demokratîk dixwazin divê li dijî tecrîdê rabin
09:02 ‘Êrişên li ser kurdî parçeyeke polîtîkaya şerê taybet e'
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2024’AN
03/08/2024
22:59 Li Amedê fînala Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû hat lîstin
21:34 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
21:18 Di çalakiya li dijî qeyûm de banga têkoşîna hevpar
16:16 Meclisa Jinan: Li Şengalê yekitiya gelan hedef girtin
16:08 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û komkujî şermezar kirin
15:50 TJA’yê ji serokkomarê Iraqê re name şand
15:43 Jinên êzîdî banga ‘bila ji berpirsên komkujiyê hesab bê pirsin’ kirin
15:25 Ji bo girtiyên nexweş Yaşar û Aytaç banga berdanê kirin
14:51 Banga ‘Komkujiya Şengalê weke qirkirin qebûl bikin’ hat kirin
14:31 Dayikên Şemiyê ji bo Suleyman Cîhan banga edaletê kirin
13:59 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
13:36 Lêpirsîna êrişa Edliyeya Stenbolê: Ji 19 kesan re heya 15 salan ceza hefsê hat xwestin
13:14 Li Somaliyê teqîn: 32 kes mirin, 63 kes birîndar bûn
13:03 Mexdûra Erdhejê Kaya: Bi raporên taybet edaletê dikirin
11:54 ‘Bila 3’yê Tebaxê bibe Li Hemberî Qirkirin û Jenosîda Jinan Roja Çalakiya Navneteweyî’
11:00 Ji Îsraîlê êrişa hewayî: Fermandarekî Tugeyên el-Kassamê hate kuştin
10:53 Dê li Depê Mîhrîcana Çand û Xwezayê bê lidarxistin
10:52 KNK: Birînên Şengalê bi tifaqeke mezin a kurdan dikare bikewin
10:13 Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi pergaleke nenavendî heye
09:09 Ekmen: Kurdî parçe nake lê wê ev mêjî welêt parçe bike
09:08 Hevseroka BEKSAV'ê: Hunermendên kurd û sosyalîst li dijî tecrîdê li ber xwe didin
09:07 Ji ber nexwestin di êrişan de cih bigirin doz li cerdevanan hat vekirin
09:00 Bertek nîşanî êrişan dan: Divê em govenda xwe mezin bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2024'AN
07:14 Li Îranê di mehekê de herî kêm 55 girtî hatine darvekirin
02/08/2024
21:35 "Her kes bila bibe mamosteyê zimanê xwe'
21:26 DEM Partî: Werin em bi hev re lîstikên nijadperest pûç bikin
17:23 Li Kerboranê 'Pêşî Peya' cardin hat jêbirin
16:28 Çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bikin’ di hefteya 15’an de dom kir
16:11 Di ‘Nobeta Aştiyê’ de berteka bêtehamuliya li hember kurdî
16:04 Îşkenceya polîsan protesto kirin: Hûn nikarin serî bi ciwanan bidin tewandin
15:52 OHD’ê rapora binpêkirinên tenduristiyê parve kir
15:37 Li Cizîrê nivîsên ‘Pêşî Pêya’ dîsa hatin nivîsandin
14:55 Der heqê girtiyên li dijî lêpirsîna ‘nasnameyê’ derketin lêpirsîn hat destpêkirin
14:08 Êrişa li dijî zimanê kurdî didome: Li Cizîrê jî nivîsa ‘Pêşî Peya’ hate jêbirin
13:56 Ji bo girtiyê nexweş Guvel serî li Wezareta Dadê da
13:02 Hinceta astengkirina Instagramê: Li gorî qedexeya sûcên katalogê tevnegeriya
12:44 DEM Partiyê têkildarî Qoserê daxuyanî da: Lêpirsîna disiplînê hat destpêkirin
12:23 Li 9 bajaran hinek qad ji statûya daristanê hatin derxistin
12:22 Erdogan li ser Instagram a hatiye astengkirin peyam parve kir!
11:50 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:37 Rapora DFG’ê ya tîrmehê: Li 9 rojnamegeran 51 sal ceza hate birîn
11:36 MYK’a DEM Partiyê li Wanê civiya
11:27 Dolar radibe lîreyê tirk bêqîmet dibe
11:11 Qanûna kuştina kûçikan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:35 Ciwanên ji hêla polîsan ve hatine ragirtin îşkenceya dîtine vegotin
10:02 Hevşaredaran got: Dê zimanê xizmetê yê bajar bibe kurdî
09:51 Lêçûnên 6 mehan ên Serokkomariyê ji sedî 177 zêde bûn
09:44 Rapora ÎHD’ê: Bijîşkên bi helwestên siyasî tevdigerin pêşî li tehliyeyan digirin
09:26 'Li dijî êrişan cihgirtina li cem gelê kurd berpirsiyarî ye'
09:17 Endamên Koma Hevrayê: Em xwedî li govendên xwe derkevin
09:13 Li Şirnexê her gavek lêpirsînek e!
09:07 Parêzer Fîdan: Jêbirina nivîsên bi kurdî derqanûntî ye
09:04 Cerdevan li Bêtkarê rojane 600-700 tonên daran dibirin
09:03 Li benda rizgarkirina keça xwe ya di destê DAIŞ'ê de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2024'AN
08:49 Li Rezanê du welatî bi şer ketin
08:38 Instagram hate astengkirin
01/08/2024
23:03 Nobeta li dijî desteserkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
22:02 Banga 'xwedî li çanda kurdî û zimanê kurdî derkevin'
16:19 DYA 12 keştî û bi hezaran leşkeran dişîne Rojhilata Navîn
16:09 Kesên li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:34 Leşkerên Îranê koleberek qetil kirin
15:18 2 jin û zarokek ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
14:31 Pênciwênê SÎHA’yek ket
14:16 15 baro: kurdî zimanê zikmakî yê bi milyonan welatiyan e
13:50 Li Îzmîrê 4 kes hatin berdan
13:19 Gulmez: Dewlet çima provakasyonan dike?
12:41 Hat îdiakirin ku şaredariya AKP’î beravêtiyên karkeran kom kirine, şewitandiye
12:40 Îsraîl: Fermandarê Tûgayên Îzzetîn el Kassamê Deîf hate kuştin
12:39 Talankirina daran a li Gabarê didome
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Li Omeryanê pevçûn derket
11:05 Îstînafê biryara beraetê ya di ‘Doza Îstîsmarê ya Pasûrê’ de guncav dît!
10:43 Li Xezeyê 2 rojnameger di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin
10:38 NADA piştgirî da kampanyaya ‘Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê’
10:38 Li Pîranê 5 kes ji ber ‘govendê’ hatin binçavkirin
10:32 Endamên SKM’ê piştî cezayê pereyan hatin berdan