Rojnameger Hesen: Meseleya Tirkiyeyê ne PKK, dijminatiya li kurdan e

  • rojane
  • 10:39 19 Sibat 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Hêmîn Hesen hevdîtina Barzanî-Fîdan nirxand û diyar kir ku Tirkiye plana operasyoneke berfireh dike û wiha got: “Ji bo vê jî piştgiriyê ji Iraq û Herêma Kurdistanê dixwaze. Meseleya Tirkiyeyê ne PKK ye, dijminatiya li kurdan e.” 
 
Êrişên dewleta tirk ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federe ya Kurdistanê nêzî 2 sal in bênavber didomin. Şer roj bi roj girantir dibe û hejmara leşkerên tên kuştin û birîndarkirin jî zêdetir dibe. Bi taybet jî di demên dawî de artêşa tirk windahiyên mezin dan. Li ser vê yekê rayedarên dewleta tirk hevdîtinên xwe yên li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê zêdetir kirin. Herî dawî di 60’emîn Konferansa Asayîşê ya Mûnîh a  ku li Almanyayê hatiye li dar xistin de Serokê  Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi  Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re li ser geşedanên dawî civiya. 
 
Rojnameger Hêmîn Hesen ku geşedanên li herêmê jinêzve dişopîne, têkildarî hevdîtinên dawî û rewşa dawî ya şer bi ajansa me re axivî. 
 
‘TIRKIYE DIXWAZE DI ŞER DE HEMÛ HÊZAN LI DIJÎ PKK’Ê BI KAR BÎNE’ 
 
Rojnameger Hesen, diyar kir ku Tirkiye di van hevdîtinan de ji Iraq û Herêma Kurdistanê piştgirî xwestiye û wiha got: “Dewleta tirk beriya niha bi çend rojan gelek şand şandibûn Iraq û Hewlêrê. Şandeya yekemîn bi serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan pêk dihat. Fîdan li Bexda û Hewlêrê ev hevdîtin kir. Bi taybetî jî bi PDK û malbata Barzanî re civiya. Armanca sereke ya van hevdîtinan ew bû ku dewleta tirk dagirkeriya xwe ya li ser xaka Iraqê berfirehtir bike, zêdekirina bombebarana li herêmê, zêdekirina êrişên li dijî sivîlan û zêdekirina hejmara baregehên leşkerî  ya li nava xaka Iraq û Kurdistanê bû. Her wiha dixwazin Iraq û Herêma Kurdistanê bi temamî li dijî PKK’ê li gel wan cih bigirin û şer bikin. Dixwazin hemû hêz û berpirsên hikûmetê yên Iraq û Herêma Kurdistanê bikşînin nav şerê li dijî PKK’ê.
 
TIRKIYE DIXWAZE KURDAN BI HEV BIDE ŞERKIRIN
 
Bêguman yekane armanc ev nîne. Her wiha dixwaze aliyên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî kurdan di navbera xwe de bide şerkirin. Bi vê yekê re dewleta tirk dixwaze tenê şer ji dûr ve temaşe bike û dema pêwîst kir jî xwe bide aliyekî. Ji bilî vê tu armanceke din a Tirkiyeyê nîne. Nêçîrvan Barzanî di Konferansa Munihê ya Almanyayê de bi Hakan Fîdan re hevdîtin kir. Ev çend roj in behsa wê tê kirin û Mesrûr Barzanî herî dawî bi Erdogan re hevdîtin kir. Dewleta tirk di her firsendê de hewl dide Iraq û Herêma Kurdistanê li dijî PKK’ê bixe nava şer. Xuyaye ku di vê mijarê de biisrar e.” 
 
‘MESELE NE PKK DIJMINATIYA KURDAN E’ 
 
Di berdewamê de Hesen bi lêv kir ku şerê Tirkiyeyê daye destpêkirin ne li dijî PKKê ye, li dijî gelê kurd e û wiha domand: “Dewleta tirk dixwaze hemû aliyên Herêma Kurdistanê di xizmeta wê de bin. Dixwaze ku dema bi balafirên bêmirov û balafirên şer êriş kir, tu kes nerazîbûna xwe nîşan nede. A rast ev şer ne li dijî PKK’ê ye, li dijî gelê kurd e. Kurd li kîjan deverê destkeftiyekî bidest bixin, dewleta tirk êrişî wir dike. Di salên borî de kurdek dema li welatên Ewropayê bû rayedar, rastî astengiya Tirkiyeyê hat û îtîrazên dewleta tirk çêbû. Kurd li ku bin bila bibin dibin hedefa dewleta tirk. Anku mesele ne PKK ye, dijminatiya kurdan e. Dewleta tirk dixwaze hemû kurd weke tirk bijîn û weke tirkan serî bitewîne.”
 
‘PDK JI BO ÊRIŞA TIRKIYEYÊ HEMÛ HÊZA XWE SEFERBER KIRIYE’
 
Bi domdarî Hesen destnîşan kir ku di hevdîtinan de rayedarên tirk bi avê gef li Iraqê xwariye û ev tişt anî ziman: “Iraqê ji helwesta xwe ya li hemberî van gefan tawîz nedaye. Li ser helwesta Iraqê ya di hevdîtinan de ez dikarim vê yekê bibêjim; Iraq ne tenê ji êrişên Tirkiyeyê bi giştî jî bi êrişên hêzên derve yên li ser xaka Iraqê aciz e. Iraq van êrişan qebûl nake. Çi niyeta Iraqê ya şerê li dijî PKK’ê nîne. Gef û şantajên dewleta tirk Iraqê bandor nake. Dewleta tirk dixwaze Iraq bi tank û topên xwe ji bo wan şer bike. Weke tê zanîn ji aliyê Tirkiyeyê ve ambargoya avê li ser Iraqê heye. Tirkiye di hevdîtinên bi rayedarên Iraqê re diyar dike ku heke alîkariyê bidin wan ew ê avê berdin. Tirkiye ji bo ku li dijî PKK’ê şer bike, avê weke şantajê bi kar tîne. Lê Iraq ne di rewşekê wisa de ye ku serî li ber van gef û şantajan bitewîne. Tirkiye plan dike ku di bihar û havînê de operasyoneke nû û berfireh li dar bixe. Dixwaze Iraq û Herêma Kurdistanê jî piştgiriyê bidin. Di her rewşê de PDK’ê hemû hêza xwe seferber kiriye da ku ev operasyonên dewleta tirk encam bigirin. Li gorî agahiyên ku me li herêma Behdînanê bi dest xistine, ji dewleta tirk re rê tên çêkirin, bingehê avakirina baregehên leşkerî û hêsankirina xebatên wan tê kirin.”
 
‘YNK DI SEKNA XWE DE TAWÎZÊ NADE’ 
 
Rojnameger Hêmîn Hesen bal kişand ser helwesta YNK’ê û got ku ji ber helwesta xwe ya neteweyî, her tim rastî gefên dewleta tirk tê. Hesen, axaftina xwe wiha qedand: “Ev demekî dirêj e dewleta tirk gefan li YNK’ê dixwe. Her kes mereq dike bê ka Silêmanî dê li dijî van gefan helwestekî çawa raber bike. Helwesta xelkê Silêmaniyê û Kurdistanê zelal e. Gelê Silêmaniyeyê hemû êrişên dewleta tirk û her cureyên hevkariya bi wê re red dike. Naxwazin YNK tawîzê bide. Bafil Talebanî di bernameyeke hefteyek berê de got; ‘Mam Celal ev nekiriye, em ê çawa bikin?’ Xuyaye ku dagirkeriyê napejirînin û piştgiriyê nadin. Anku daxwazên dewleta tirk pûç û vala derxist. Gelê Silêmaniyeyê amade ye berdêla vê yekê bide lê hevkariya dewleta tirk nake.” 
 
 

Sernavên din

29/07/2024
14:33 Xelkê Amedê: Jêbirina nivîsên bi kurdî dijminatiya li hemberî kurdan e
14:01 Biryarên darazê: ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
14:00 3 sal cezayê hefsê li rojnameger Silêman Ehmed hate birîn
13:32 Ji jinan konferansa ‘em rêxistin dibin’: Ji bo aştiyê divê tecrît rabe
12:36 Polîsan ji ber stran û govenda kurdî bi ser 3 dawetan de girtin
11:49 Danişîna rojnameger Silêman Ehmed destpê kir
11:24 Parêzer Sarica: Rapora NY’ê derhiqûqtiya CPT’yê raxist ber çavan
11:05 Katz: Erdogan li ser şopa Sedam Hisên diçe
10:34 Wanî: PDK Kurdistanê pêşkeş dike
10:34 Li Venezuelayê dîsa Maduro bi ser ket
10:33 Zarokê nivîsên bi kurdî boyax kirî ‘fikra’ parêzer û polîsan pirsî ye
09:57 Li Afyonê qeza: kesek mir, 38 kes jî birîndar bûn
09:24 Madeya rê li ber kuştina kûçikan vedike hate qebûlkirin
09:12 ‘Divê gelê Başûr li dijî PDK’ê berteka xwe nîşan bide’
09:07 Eren ê DEM Partiyî: Em ê destûrê nedin ku li Hasandînê li madenê bigerin
09:01 Bêyî ku projeya şaredariya AKP’î bê temamkirin hate bidawîkirin!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Koma ku polîsan diparast li Amedê nivîsên bi kurdî reş kir
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Çeteyên hevpar’ derket
08:19 Li Êlihê qeza: 2 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
28/07/2024
23:48 Li Mêrsînê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê bi dawî bû
23:27 Mîhrîcana Mûnzûrê bi govendên hatin gerandin re bi dawî bû
22:27 Hatîmogûllari protesto kir: Em li benda herkesê ne ku tev li govenda azadiyê bibin
21:56 Li Mîhrîcana Mûnzûrê meşa hawîrdorê
21:40 Mîhrîcana Mûnzûrê: Pêdivî bi hevkariya têkoşîna ekolojiyê heye
20:21 Ji binçavkirin û girtinan re berteka ‘govenda bikurdî’
19:52 Li dijî talana xwezayê ji Çiyayê Gabarê bang kirin
16:55 Şahiya zarokan a li Wanê bi dawî bû
16:51 DEM Partiyê xwest mudaxileya îktîdarê ya li darazê bê lêkolînkirin
16:36 Hatîmogûllari: Kêr negihaşt hestî, êdî hestî derbas kir
16:08 Hatîmogûllari: Dê gelê kurd her dem li her derê govenda xwe bigerîne
15:53 Xizmên girtiyan: Heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
15:50 Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Silêmaniyeyê hevdîtinên xwe didomîne
15:29 Xelkê Pasûrê li dijî madenan meşiya: Em ê xaka xwe nedin şîrketan
15:00 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: 4 hezar û 596 roj in em li edaletê digerin
14:29 Ciwanan pirsgirêkên xwe nîqaş kirin: Çareserî têkoşîn e
13:12 Li Wanê zaroka ketî bendavê jiyana xwe ji dest da
12:33 Li Stenbolê bi hinceta ‘Govenda kurdî’ 11 kes hatin girtin
12:32 Pasûriyan bertek nîşanî madenan dan: Dewlet jî be em ê destûrê nedin
11:48 Konseya Bajar a Wêranşarê hat avakirin
11:40 ROJIN’ê ji bo Ezîzî û Muhammedî bang kir: Biryara îdamê bidin sekinandin
11:24 ‘Her kes divê li her derê govendê bigerîne û dirûşman berz bike’
10:47 Hejmara 74’emîn a Kovara Jinê derket
10:46 Li gundên PDK’ê daye valakirin malên şewitî û hilweşiyayî man
10:43 'Têkoşîna wî îro jî tê domandin’
09:58 Hulaku: Li dijî tiryakê tu tevdîr nayên girtin
09:46 ‘Xeyala Keybanû Zenûbyayê li Rojava pêk tê’
09:38 Mihrîcana Mûnzûrê: Asîmîlasyon jî didome berxwedan jî
09:16 Rojnameger Zagros: AKP dixwaze Başûr girêdayî Tirkiyeyê bike
09:08 Dosyeya îşkenceyê bêyî îfadeyên leşkeran bên girtin hate betalkirin
09:07 Dayikên Aştiyê li dijî ‘dagirkerî û hevkariyê’ bi bertek in
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2024’AN
00:08 CPT: Ji bo valakirina gund 9 saet dem hate dayîn
27/07/2024
23:46 Zana: Sînorên kurdan nedin zorê
23:31 14 Baro daxuyanî dan: Divê daraz nebe şirîkê linçkirina medya dîjîtal
23:00 Parvekirina trol wek delîl hat hesibandin: 4 kesên govend gerandine hatin girtin
21:44 Midûrê girtîgehê: 80 girtî sewqî nexweşxaneyê hatin kirin
21:25 Nobetên Qeyûman: Bila Serokatiya Viyan Tekçeyê were naskirin
20:48 Li Dêrsimê meşa jinan: Jin jiyan azadî
19:19 Geşedanên siyasî hatin nîqaşkirin: Divê têkoşîna hevpar were xurtkirin
18:42 'Li dijî êrişan xelasbûn, di xwebûna xwe de israrkirin e'
17:41 Li Wanê komxebata zarokan
17:29 DEM Partî piştgirî da daxwaza Îmraliyê ya 69 xelatgirên Nobelê
16:58 Tevgera Goran: Her aliyê ku hevkariya dagirkeriya tirk bike, xiyaneta netewî dike
16:50 DEM Partiyê li Wanê du malbat li hev anîn: Kurd aştîxwaz in
16:34 Dest danîn ser pirtûka Jineolojiye Girîşê
16:29 Li Îranê kolberek hate qetilkirin
16:25 Daxwaza berdana girtiyê ku jê re gotine dikarî 2 salan bijî kirin
16:07 Di binçavkirinên govend û stranên kurdî de kesek hate girtin
15:53 Sebahat Tûncel: An em ê azadiyê hilbijêrin an jî em ê bibin kole
15:20 Ji bo girtiya 75 salî hişyarî: Jiyana wê di xetereyê de ye
15:03 Li Sêrtê cenazeyên 4 kesan anîn nexweşxaneyê
14:57 Ji bo girtiyê nexweşê giran Menteş daxwaza ‘azadiyê’
14:32 Dayikên Şemiyê faîlên Ozturk a beriya 32 salan hate qetilkirin pirsîn
14:12 Li Stenbolê 11 kes ji ber ‘govenda kurdî’ hatin binçavkirin
13:59 Li Îranê di 10 rojan de 27 darvekirin
13:58 AYM’ê ji bo Emîne Şenyaşarê biryara binpêkirinê da
12:51 Malbatên windakiriyan: Heta faîl bên darizandin dê têkoşîn bidome
10:45 Ji bo Çewlîgê hişyariya erdhejê
10:21 Ji gelê kurd re gerandina govendê jî qedexe ye: 6 kes hatin binçavkirin
10:10 Mîhrîcana Mûnzûrê: Têkoşîna bi talana xwezayê re berpirsyartiya herkesê ye
09:23 Şahida dawî ya Geliyê Sefo: Leşkerên bavê min kuştin, bi zorê ji bo xwe bi jinên gund nan dan patin
09:22 Jiyana girtiyên nexweşên diyalîzê di xetereyê de ye
09:20 Girtiyê nexweş naşînin nexweşxaneyê: Mafê dermankirinê tê astengkirin
09:12 Li Navenda Çandê ya Eyşê Şanê qurs dest pê dikin: Werin fêrî ziman û çanda xwe bibin
09:09 Înce yê DBP’î: Divê herkes li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bike
09:07 KON-MED dê li dijî tecrîdê li Almanyayê çalakiyên girseyî pêş bixin
09:05 Şaredarî bi traktor û maşîneyekê ji xizmeta gel namîne
09:02 Li Girtîgeha Tîpa L a Çorumê Meclis TV jî qedexe ye!
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2024'AN
26/07/2024
23:18 Nobetên qeyûm: Heke berxwedaneke civakî çênebe dê agir bikeve mala herkesê
22:44 Li mihrîcanê aktîvîteya zarokan û nîşandana şanoyê
22:33 Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî bi jehrê ketin
22:02 Şaredariya Cizîrê li taxa Sûrê bi gel re civiya
21:59 Aktîvîteyên TJA’yê yên xwendinê didomin
21:50 Li Ataşehîrê civîna gel: Li Îmraliyê berxwedaneke mezin heye
21:24 NY’yê xwest ku Tirkiye tecrîda li Îmraliyê rake
20:36 Li Behra Egeyê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
20:32 Ozperçîn ê DEM Partiyî hate berdan
19:57 Di protestoya DEDAŞ’ê de welatiyê ji sedî 96 astengdar hate derbkirin