MÛGLA – 4 kesên li Mugla wêneyên wan ên tazî di medya civakî de hatibûn belav kirin sewqî edliyeyê kirin.
Li herêma Ortaca û Seydîkemer ên Muglayê di 4’ê cotmehê de bi angaşta “PKK’yî ne” 7 kes bi derpkirinê hatibûn binçavkirin û wêneyên wan tazî hatibûn belavkirin. 4 kesên wêneyên wan tazî di medya civakî de hatibûn weşandin piştî lêpirsîna li Miduriyeta Polîsan bi dawî bû sewqî edliyê hatin kirin. Hat zanîn ku yên derxistine edliyê Ekrem Altay, Velat Asan, Veysî Şengîl û Mehmet Can Yigîner in û li Miduriyeta Polîsan mafê xwe yên bêdengiyê parastin. Ji yên binçavkirî Îsmaîl Bozdag, Mustafa Yigîner û Adnan Yigîner jî pêr bi idiaya “Endamê rêxistinê ne” hatibûn girtin.