EDENE - Li Edeneyê, di doza rêveberê apartmanê C.S. ê îstîsmara zayendî li zarokekê kir de, ji sûcê gef xwarin û îstîsmarê, ceza hat xwestin.
4’emîna danişîna doza rêveberê apartmanê C.S. ê 60 salî yê li navçeya Çukurova ya Edeneyê 4 salan îstîsmara zayendî li keça 15 salî ya malbateke di apartmana ku rêveberiya wê dikir, kir; li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Edeneyê hat dîtin. Parêzerê bersûc di danişînê de amade bû.
Di mutaleya îdîanameyê de ji ber sûcên gef xwarin û ji carekê zêdetir îstîsmara zayendî kirinê, hat xwestin ku ceza bê zêdekirin.
Parêzara mexdûr Sevîl Araci Bek, di parastina kir de li dijî mutaleyê derket û xwest bersûc êdî bê cezakirin. Di danişînê de şahid hat guhdar kirin. Şahid diyar kir ku ew bersûc C.S. nas dike, bawer nake ku tiştek wiha bike. Bersûc jî di parastina xwe de got ku bêsûc e û ji bo parastinê dem xwest.
Şandeya Dadgehê, ji bo parastinê dem da û doz taloqî 8’ê Cotmehê kir. Dadgehê biryar da ku cezayê “hepsa malê” ya bersûc C.S. berdewam bike.