DERSIM – Li ser rêya bejayî ya Dersim-Erzinganê dema maşineya leşkerî derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê de gelek leşker bi giranî birîndar bûn.
Li ser rêya bejayî ya navbera Dersim - Erzinganê dema maşîneya leşkerî derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê de gelek leşker birîndar bûn. Hat diyar kirin ku çawîşekî pispor yê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tuncelî. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di teqînê de gelek leşker bi giranî birîndar bûne. Welatiyan diyar kirin ku piştî teqînê nêzî 200 leşker û polîs çûn nexweşxaneyê. Hat diyar kirin ku Waliyê Tunceliyê Tuncay Sonel jî çûye nexweşxaneyê û birîndar ziyaret kirine.