STENBOL – Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgur Gundem a bi KHK'ê hat girtin, Kemal Sancili girtin û şandin girtîgehê.
Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgur Gundem a bi KHK'ê hat girtin Kemal Sancili, 2 roj berê li Edirneyê hat binçavkirin. Sancili yê li navçeya Îpsala ya Edîrneyê hat binçavkirin piştî sewqî dadgehê kirin hat girtin. Sancili yê 2 rojan li Midûriyeta Polîsan di bin çavan de ma, piştî îfadeya wî girtin sewqî dozgeriyê kirin. Sancili, piştî li Edliyeya Îpsala îfade da, heyeta dadgehê der barê wî de biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Sîlîvriyê.