NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda ragihandina asayîşa Iraqê diyarkir ku di encama operasyonek li sînorê Iraq û Sûriyê de 5 berpirsên DAIŞ’ê dîl hatine girtin û 40 jî hatine kuştin.
Navenda ragihandina asayîşa Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di operasyoneke nava sînorê Iraq û Sûriyeyê de 40 endamên DAIŞ’ê hatine kuştin û 5 jî dîl hatin girtin. Navenda Ragihandinê da zanîn ku hinek ji wan endamên DAIŞ'ê rol di dagirkirina Musil û Enbar de lîstine û got: “Piştî dîl girtina çeteyan, lêkolîn di derbarê wan de hatiye destpêkirin, di encama lêkolînê de gelek agahiyên girîng hatine bi dest xistin. Piştî wê êrîşek ezmanî li ser çeteyên DAIŞ’ê hatiye kirin.” Navenda asayîşa Iraqê da zanîn ku hêzên ezmanî yên operasyona hevbeş civîneke endamên DAIŞ'ê kiriye hedef û di êrîşê de 40 Endamên DAÎŞ'ê kuştine.
Navenda asayişa Iraqê navê herpênç berpirsên DAIŞ’ê yên hatin girtin aşkere kir û wiha got: "Îsmail Alwan Salman El-İthawi (Ebu Zeyd el Iraki), Saddam Omer Yahya El-Jamal (ubu ruqeya ensari), Muhammed Huseyin (ebu seyf el şeiti), İssam Abdulkadir El-Zobaie (Ebu Abdul Haq el İraqi), Omer Şihab Hammad Karbouli (Ebu Hafs el-Karbouli)