ENQERE - Endamê Komîsyona Hiqûqî ya HDP’ê Kenan Maçoglu, diyar kir ku ew armanc dikin ku ji bo ewlekariya hilbijartinê 2 hezar parêzeran erkdar bikin û got: “Roja hilbijartinê heya jimartina dengan bi dawî nebe, divê gel ji ser sindoqan neçin.”
Tirkiyeya ku ber bi hilbijartinê ve diçe, ewlekariya hilbijartinê mijara mereqê ye. Hem rêxistinên civaka sivîl û hem jî partîyên siyasî ji bo ewlekariya hilbijartinê xebatên birêxistin kirinê bi rêve dibin. Bi taybetî piştî qanûna hilbijartinê ya di demên dawî de ket meriyete, bû sedem ku li Tirkiyeyê ewlekariya sindoqan bibe nîqaş. Ji ber vê yekê ewlekariya sindoqan yek ji mijarên xebatên hilbijartinê yên sereke ne. Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), lez dan xebatên xwe yên ewlekariya hilbijartinê.
‘ME MASEYA KRÎZÊ AVA KIR’
Endamê Komîsyona Hiqûqî ya HDP’ê parêzer Kenan Maçoglu, diyar kir li gorî tecrûbeyên hilbijartinên berê wan dest bi amadekariyên xwe kirin û wiha axivî: “Me li navenda giştî ya partiye maseya krîzê ava kir. Ev maseya krîzê, dê hemû prisgirêkên li tevahiya Tirkiyeyê bên jiyên bixwe rapor. Cardin gava pêdivî hat dîtin, dê li navçe û bajaran koordînasyonan ava bikin.”
‘EMÊ KOMÎSYONÊN HIQÛQÛ AVA BIKIN’
Maçoglu, anî ziman ku ew ê komîsyonên hiqûqî li hemû bajarên HDP lê heyî, ava bikin û wiha got: “Di van komîsyonan de teqez dê 2 hevalên em yên parêzer cih bigirin. Komîsyona hiqûqê ji bo ewlekariya sindoqan dê tora parêzaran li hemû bajaran ava bike. Dûre dê di roja hilbijartinê de, lîsteya parêzerên bixebetin amade bike. Li gorî herêman dê hejmara parêzeran bê guhertin. Roja hilbijartinê emê parêzeran li navçeyan belav bikin. Em armanc dikin ku li her navçeyekê 2 parêzer bi cih bikin. Xebata parêzerên navçeyan dê raste rast bi maseya krîza bajêr ve girêdayî be. ”
‘EM ARMANC DIKIN KU 2 HEZAR PARÊZER ERKDAR BIKIN’
Maçoglu, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Emê bi Baroya Enqerê, hiqûqnasên partiyên din re û rêxistinên civaka sivîl re bên gel hev û koordînasyonek pêwîst ava bikin. Navenda me dê Enqere be û li navendê emê bi 100-150’î parêzeran re bixebitin. Em armanc dikin ku li tevahiya Tirkiyeyê hezar 500, an jî 2 hezar parêzer erkdar bikin. Ji bo ewlekariya hilbijartinê dê têkiliya wan bi hemû baroyan re hebin û baro jî xwe amade dikin ku bang bikin.”
‘GELÊ ME JI BÛ ÇAVDÊRIYÊ DIVÊ SERLÊDAN BIKIN’
Maçoglu, dest nîşan kir ku ji bo ewlekariya hilbijatinê ya herî girîng çavdêriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê me ji bo çavdêriyê divê serlêdan bikin. Ger li ser hemû sindoqan endamên me yên çavdêr û avakirina sindoqan hebin, wê demê em ê karibin ewlekariya sindoqan bigir in. Di dema jimartina dengan de divê welatî hemû li derdora sindoqan bin. Ger hêzên leşker û polîsan mûdaxile bikin, divê demildest agahî bidin parêzer û komîsyonên erkdar. Divê gelê me bi hestiyar tevbigere û ewlekariya hilbijartinê derxînin asta herî jor. Welatiyên dengên xwe bikar tînin, ew mafê wan heye ku sindoqên xwe jî biparêzin.”
MA / Berîvan Altan