MANÎSA – Di 13’ê Gulanê de salvegera Somayê ye. Berî salvegerê Gulsum Çolak, dayika Ûgûr Çolakê ku di cinayeta karî ya Somayê de mir, got: “Bila mirov bijîn ku dewlet bijî. Dewleta ku mirovekî bikuje, jixwe ew dewlet miriye.” Somayiyan ji bo mîtînga ku dê bê lidarxistin bang li herkesî kirin.
Di 13’ê Gulana 2014’an de li navçeya Soma ya Manîsayê di madenê de 301 karker miribûn. Malbatên kesên di madenê de mirin hîn jî ji bo edaletê têdikoîşin. Malbatên ku di 13’ê her mehê de çalakiya “Ji bo Somayê edalet”ê li dar dixin, di 13’ê her Gulanê de jî mîtîngeke mezin li dar dixin û daxwaa xwe ya ji bo edaletê tînin ziman.
‘BILA ÊDÎ SOMAYÊN DIN ÇÊNEBIN’
Dê mîtîn ji aliyê Komeleya Mafên Civakiyî (SHD), Malbatên Madenvanên Somayê, TMMOB, DÎSK, KESK û Komîteya Amadekar a Mîtîngê ku ji rêxistinên civaka sivîl pêk tê bê lidarxistin. Dê Namzetê Serkomariyê CHP’ê Mûharrem Înce, Seroka Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû wekî axaftvan tev li mîtîngê bibin. Xizmên madenvanên mirin ji bo mîtîngê bang li herkesî kirin û ew ê di mîtîngê de peyama “Bila êdî Somayên din çênebin” bidin.
‘BERPIRSIYAR KARDÊR Û DEWLET E’
Îsmaîl Çolak, bavê Ûgûr Çolakê ku di madenê de mir, diyar kir ku êşa wan wekî roja berê ye û got: “Dema meha Gulanê tê êşa me zêdetir dibe. Gulan ji bo me Gulana xwînî ye. Di ser Somayê re nêzî hezar û 400 roj derbas bûn. Me li her derî got ev komkujî ye, ne firtrat e û em hîn jî dibêjin. Ev komkujiyî bi her awayî di bin berpirsiyariya kardêr, rayedarên dewletê û sendîkayê de pêk hatiye.”
‘BILA SOMAYÊN DIN, ŞÎRWANÊN DIN ÇÊNEBIN’
Çolak ji bo mîtînga ku dê di 13’ê Gulanê de li dar bixin bang li herkesî kir û diyar kir ku wê têkoşîna wan ji bo careke din Soma, Ermenek, Şîrwan, Zonguldakên din çênebin. Çolak bi lêv kir ku eger Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê biryareke cidî bide dê ev yek li tevahiya Tirkiyeyê bibe biryareke emsal û got: “Ji bo biryareke baş bê dayîn em têdikoşin. Ji bo careke din Somayên din neqewimin em têdikoşin. Têkoşîna me têkoşîneke civakiyî ye.”
‘DEWLETA KU MIROV KUŞTIBIN MIRIYE’
Gulsum Çolak, dayika Ûgûr Çolak, diyar kir ku ew dizanin dê dadge biryareke adilane nede û got: “Eger li Tirkiyeyê edalet hebe, ji xwe cezayê bê dayîn diyar e.” Çolak got: “Em ji bo 301 kesî edaletê ji bo Tirkiyeyê edaletê dixwazin. Hîn jî li Tirkiyeyê cinayetên karî çêdibin. Tevdîr nayên girtin. Erê briyara div ê dozê de bê dayîn dê zarokên me neyine, lê dê ji bo zarokên wan, mafên jiyanê yên zarokên wan bibe alîkar. Berî ku saleke wan tije bibe qeyda karkeran jê dibin û çêdikin da tazmînatê nedin. Belkî nikaribin vê yekê bikin. Ez bang li dewletê dikim; Bila mirov bijîn ku dewlet bijî. Dewleta ku mirovekî bikuje, jixwe ew dewlet miriye.”
Elmas Kaya, dayika Kader Yildirim ku mir, diyar kir ku piştî Somayê tekane daxwaza wan edalet e û kiryar bên cezakirin. Kaya destnîşan kir ku ew ê di 24’ê Hezîranê de tiştên hatine serê wan ji bîr nekin û bersivê bidin. Kaya ji bo mîtînga ku dê bê lidarxistin bang li herkesî kir û diyar kir ku tevlîbûn dê rê li ber cinayetên karî bigire.
MA / Ahmet Kanbal