STENBOL - Heyeta dadgehê 3 hezar TL cezayê pereyan li Hevgerînendeya Weşana Gişti ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Eren Keskîn birî .
Rûniştina doza Hevgerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin, Prz. Eren Keskin û Hevşaredara DBP'î ya Hezroyê Guler Ozavc ku bi îdîaya “Hezên ewlehiyê yên dewletê biçûk xistiye" hatibû vekirin li 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê hat ditin. Di rûniştina dozê de heyeta dadehê biryar da. Heyeta dadgehê bi sûcdariya “Saziyên Komara Tirkiye biçûk xistiye" li Keskîn û Ozavci ji bo her kesekî 6 meh cezayê girtîgehê birî. Heyetê biryar da ku cezayê Ozavci taloq bike û xwest heta 5 salan serbest bên venêrtin.
Heyeta dadgehê 6 meh cezayê girtîgehê yê der barê Keskin de zîvirand 3 hezar TL cezayê pereyan.