ÎZMÎR – Li Îzmîrê li otogar û balfirgehê kesên diçin bajarên kurdan an jî ji wan bajaran tên bi hinceta “gumanbariyê” tên rawestandin û li GBT’ya wan tê nêrîn û telefonên wan tên kontrolkirin. Parêzer Zafer Încîn, anî ziman ku çûyîna bajarên kurdan ji bo “gumanbariyê” dibe delîl.
Li Îzmîrê di demên dawî de li otogar û balafirgehê welatiyên dixwazin biçin bajarên kurdan an jî ji wan bajaran tên bi hinceta “gumanbariyê” tên binçavkirin. Li otogarê li perênên otobêsên ku rêwiyan dibin banajrên kurdan polîs sekinandî ne û her wiha li Balafirgeha Adnan Menderes a Îzmîrê jî heman rewş heye.
KESÊN TELEFONÊN XWE NADIN BI BINÇAVKIRINÊ GEF LI WAN TÊN XWARIN
Polîs li GBT’ya welatiyên ku bi hinceta “gumanbariyê” wan disekinîn dinere. Piştî karên GBT’ê dema tiştek tune be, ji bo li hesabên wan ê medyaya civakî binerin doza telefonên wan dikin. Welatiyên ku naxwazin telefonên xwe bidin, polîs bi binçavkirinê gefan li wan dixwin û wan dişinin qereqolê. Dema polîs li telefonan dinerin û di hesabê civaka medyayî de parvekirineke ne li gor xwe bibîne û li xweşa wî nece welatiyan binçav dikin.
Ji van kesên ev bûyer hatine serê wan hin jê ev in:
* Di 23’yê Sibatê de Nazim Toplu û Ahmet Polat dema xwestin li Balafirgeha Adnan Menderes ji Îzmîrê biçin Amedê bi hinceta “gumanbariyê” hatin binçavkirin û polîsan bi zorê ew binçavkirin. Piştî binçavkirineke 4 rojan Polat hat girtin û Toplû jî bi şertê venêrîna edlî hat berdan.
* Di 22’yê Nîsanê de H.K. ku ji Amedê hat Îzmîrê li balafirgehê hat binçavkirin. Piştî rojekê di bin çavan de ma H.K. hat girtin.
* Di 28’ê Nîsanê de A.K., ku dema ji bo xizmên xwe yên ji Mûşê hatin Îzmîrê li otogarê pêşwazî bike polîsan li GBT’ya wî nêrî. Piştî tiştek ji GBT’ya wî derneket polîsan li hesabê wî yê medyaya civakî nêrî û piştî binçavkirineke 4 rojan hat berdan.
* Di 30’yê Nîsanê de M.Ç. û rêwiyekî din dema ji bo kar ji Mêrdînê hatin Îzmîrê bi hinceta “gumanbariyê” hatin binçavkirin. M.Ç. û rêwiyê li gel wî, piştî tiştek ji GBT’ya wan derneket polîsan li hesabê wan ê medyaya civakî nêrî û piştî 4 rojên binçavkirinê bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.
* Di 5’ê Nîsanê de Y.Y. ku ji bo kar hat Îzmîrê, li balafirgehê bi heman hincetê hat binçavkirin û piştî 7 rojan di bin çavan de ma hat berdan.
Parêzer Zafer Încîn diyar kir ku bi vî rengî gelek kes hene û ev sepandina li otogar û balfirgehê her diçe berbelavtir dibe. Încîn bi lêv kir ku nemaze jî kesên dixwazin biçin bajarên kurdan û yên ji wir tên bi vê pêkanînê re rû bi rû dimînin û ev yek bi xwe re mexdûriyeteke mezin dide der. Încîn diyar kir ku ji ber vê awayî êdî welatî nikarin biçin cihekî jî. Parêzer Încîn destnîşan kir ku welatiyên ji bajarên kurdan tên bi hinceta “gumanbariyê” tên binçavkirin û jixwe ev yek wekî delîlekê ji bo wan têr dike.
HIŞYARÎ
Parêzer Încîn diyar kir ku her çend bi hinceta Rewşa Awarte erka derhiqûqî ya lêgerînê ketibe destê polîsan jî, tu erkeke polîsan tune ye ku telefonên welatiyan ji wan bistîne û divê herkes diyar bike ku ev yek derqanûnî ye û dema zorê bidin bila girtekê binivîsînin.