EDENE – Serokê Şaxa SES’ê ya Edeneyê Mûzaffer Yuksel polîtîkayên tenduristiyê yên AKP’ê rexne kirin û got: “Di îktîdara AKP’ê de feraseta ‘çi qas pere ewqas tenduristî’ heye. Veguherîna di tenduristiyê de, bû rûxandina tenduristiyê.”
Dema AKP bû îktîdar dest bi “Bernameya Veguherîna Di Tenduristiyê De” kir, lê belê tu derdor ji vê bernameyê razî ye. Di sala 2002’ayn de hejmara nexweşxaneyên taybet 180 bû, lê ev hejmar niha di ser 500 re ye. Di vê serdemê de para nexweşxaneyên taybet 0.57 bû lê ev yek niha herî kêm 10 qat zêdetir bûye. Di sala 2003’yan de para ku nexweşxaneyên taybet ji SGK’ê distendin ji sedî 12 bû, lê niha ev yek 4 qat zêdetir bûye. Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakiyî (SES) a Edeneyê Mûzaffer Yuksel, polîtîkayên tenduristiyê yên AKP’ê rexne kirin. Yuksl diyar kir ku ji salên 1980’yî ve kesîdekirina tenduristiyê di nav bernameyê de cih girtiye, lê belê ji sala 2002’ayn ve ev yek perçe perçe hatiye kesîdekirin. Yuksel bi lêv kir ku, xebata komî qediya û niha bijîşkek rojê li 150-200 nexweşî dinere.
‘SGK BÛ HOLDÎNG’
Yuksel, bal kişand ser zêdebûna şideta li ser xebatkarên tenduristiyê û diyar kir ku SGK jî veguheriye holdîngê. Yulsel anî ziman ku her diçe lêçûnên tenduristiyê zêde dibin û got: “Prîma tenduristiyê ne bes bû, bi ser de pakêta temînatê anîn. Her çû paket hat tengkirin û ji bo lêçûnên tenduristiyê ku paket nikaribû ji derheqê wan derkeve sigortaya tenduristiyê ya taybet anîn.”
Yulsel diyar kir ku di sala 2004’an de hikûmeta AKP’ê ji bo bijîşkiya malbatan 40 milyon Euro kredî ji Bankaya Cîhanê girtiye û got: “Di sala 2005’an de ji bo bijîşkiya malbatan wekî herêma pîlot Duzce hat hilbijartin. Ocaxên tenduristoyê yên rewşa pitikan dişopandin û li hemberî nexweşînên berbelav têdikoşiyan hatin girtin. Derbasî bijîşkiya malbatan ku bi awayekî ne ewle û bi peyman dixebite bûn.” Yuksel diyar kir ku “Bernameya Veguherîna Di Tenduristiyê De” xwestiye neserketina xwe di sala 2017’an de bi KHK’ya jimare 696’an bigire û got: “Di tenduristiyê de qanûna teşkîlatê veguherandinê rewşa berê. Tenduristî bûbû sêserî. Pergal veguherîbû texê xerakirin û çêkirinê. Niha em derbasî merheleya dudoyan bûn. Tenduristiya me ketiye nav lepê nexweşxaneyên bajaran.”
‘NEXWEŞXANE BÛNE TÎCARETXANE’
Yuksel ku got “Nexweş bûn mişterî, nexweşxane bûne tîcaretxane, nexweşxaneyên bajaran jî veguherîne navendên alvêrê” ev tişt gotin: “Welatî nikarin prîmên xwe yên tenduristiyê bidin. Deynê prîman ê 4.2 milyon kesî heye.” Yuksel destnîşan kir ku di 16 salên îktîdara AKP’ê de feraseta “çi qas pere ewqas tenduristî” bûye serwer û got: “Veguherîna tenduristiyê ya AKP’ê bû rûxandina tenduristiyê.”