AMED – Der barê Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Nadîr Yildirim de ji ber parvekirina wî ya li ser Twitterê ku derheqê Efrînê de parve kiribû bi hinceta “propagandaya rêxistinê” fezleke hat amadekirin.
Der barê Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê û Parlementerê Wanê Nadîr Yildirim de fezlekeyek hat amadekirin. Fezleke ji ber parvekirina Yildirim a li ser hesabê wî yê Twitterê ku der barê êrîşên TSK û OSO’yê yên li ser Efrînê de hat amadekirin. Di fezlekeya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat amadekirin û ji Serokatiya Meclîsê re hat şandin de, hat diyarkirin ku parvekirineke li ser hesabê Twitterê ku tê derpêşkirina ê Yildirim e, hatiye gilîkirin û ji ber vê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Di lêkolîna hat kirin de Yildirim di 20’ê Çileyê de li ser hesabê xwe yê civaka medyayî bertek nîşanî operasyona Efrînê daye û ev berteke wî wekî sûç hatiye dîtin. Twîtterên ku hatine parvekirin û wekî sûc hatine hesibandin ev in: “Hezar silav li gelê welatê zeytûnan. Birayên we yên li Bakur ‘gelê welatê rojê’ dê tim li cem we be” û “Hewldana dagirkirina Efrînê tê wateya destpêkirina şerekî li hemberî tevahiya gelê kurd. Bêdengiya li hemberî vê tê wateya qebûlkirina bêrûmetiyê. Dê gelê me yê birûmet li herçar perçeyên Kurdistanê bersiva vê yekê bide. Roj roja xwedî derketinê ye.”
Her wiha parvekirina Yildirim a bi îngilîzî ku wergera wê hat kirin jî wekî sûc hat hesibandin. Parvekirina Yildirim a bi îngilîzî û wergera wê hat kirin wiha ye: “Efrîn ji bo Tirkiyeyê talûkeyê nade der û êrîşî kesî nake. Dewleta Tirk êrîşî Efrînê dike, çimkî li dijî kurdan û destketiyên kurda ye. Divê li hemberî vê rewşê bêdengî çênebe û êrîşên dewleta tirk bên astengkirin.”
Eger destnedayîna Yildirim bê rakirin dê bi daxwaza ji salekê heta 5 salan cezayê girtîgehê doz lê bê kirin.