Nameyên ku peyvên Ocalan û Îmrali tê de hene tên desteserkirin

  • rojane
  • 14:49 12 Sibat 2024
  • |
img
EQNERE - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hejmar 1 a Sîncanê dan zanîn ku nameyên wan ên di naveroka wan de navê Abdullah Ocalan û peyva Îmraliyê derbas dibin tên desteserkirin û bang li her kesî kirin ku ji bo azadiya Ocalan têkoşîna xwe mezintir bikin.  
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin di roja 78’an de berdewam dike. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncan a Enqereyê tên ragirtin, ji raya giştî re nameyek şandin. 
 
Di nameyê de girtiyan bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk û malbatan kirin û wiha gotin: “Di Destûra Bingehîn û qanûnan de mafê her girtî û hikûmxwarekî heye. Girtîgeha Îmraliyê jî di nava sînorên Tirkiyeyê de ye û xwedî van mafan e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên me Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim li wir di nava şert û mercên giran ên tecrîdê tên ragirtin û nahêlin tu hevdîtinan bi malbat û parêzerên xwe re bikin. Mafê axaftina li ser telefonê yê her kesî heye lê ev mafê wan tê binpêkirin. 
 
LI ŞÛNA TECRÎDÊ RAKIN HÎN BÊHTIR HAT GIRANKIRIN
 
Gelek caran di raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê (KE) ev rewş weke ‘binpêkirina maf’ hat destnîşankirin. Lê tevî vê yekê, li şûna ku tecrîdê rakin, tecrîda heyî hêj bêhtir hate girankirin. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê jî her ku çû bêhtir di nava civakê de belav kirin. 
 
Bi dehan hevalên me yên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan û jiyana xwe ji dest didin. Tevî raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî bi hezaran hevalên me hêj niha jî di girtîgehan de ne. Her wiha bi dehan hevalên me yên cezayên wan xelas bûne jî hêj di girtîgehê de tên ragirtin. Lê li hêla din serokên çeteyan, baronên tîryakê, kujerên jinan, tecawizkar, kesên li Madimakê mirov bi zindî şewitandin û hîzbûlkontrayên ku mirov bi xelekên beraz qetil kirin û cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn, ji berdana bitevdîr sûd digirin û tên berdan. Tenê girtiyên ji ber fikrên xwe hatine girtin niha di girtîgehê de ne. Gelo ma heke ev derhiqûqtî nebe, wê demê çi ye? Heke ev cotstandartî nebe wê demê çi ye? Heke ev binpêkirina maf nebe, wê demê çi ye? 
 
STRATEJIYEKE POLÎTÎK E
 
Pergala tecrîdê ya Îmraliyê, stratejiyeke polîtîk ê îktîdara faşîst e. Her wiha parçeyeke stratejiya qirkirina kurdan e. Ev pergala qirkirinê li her derê belav bûye. Di demên dawî de girtîgehên bi ewlekariya bilind û yên bi Tîpa S’ê, girtîgehên xwe dispêrin pergala tecrîdê ne. Mirov, zindiyekî civakî ye û bi civakê re heye. 
 
EM DI FERQA BERPIRSYARTIYA XWE DE NE
 
Em li vir di ferqa berpirsyartiya xwe ya pêngavên ‘Dem dema azadiyê ye’ û ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ de ne. Bi vê berpirsyartiyê jî em bi moral û baweriyeke mezin tev li hemleyê dibin. Hemû nameyên me yên ku em di çarçoveya hemleyê de dinivîsin, ji hêla girtîgehê ve tên desteserkirin. Bi taybet jî nameyên me yên têkildarî Rêber Apo û girtîgeha Îmraliyê tên desteserkirin. Bi kurt û kurmancî, hemû nameyên navê Rêber Apo tê de derbas dibin tên desteserkirin. Dewlet û saziyên wê yên faşîst tenê tecrîdê ferz nakin, di heman demê de hewl didin navê Rêber Apo li tu deverê bê gotin. Bi vê yekê re jî hewl didin Rêber Apo ji rojeva me derxînin. 
 
DÊ TU HÊZ NEKARIN BI ME BIDIN JIBÎRKIRIN
 
Divê baş bê zanîn ku tu hêzên li ser rûyê erdê dê nekarin Rêber Apo bi me bidin jibîrkirin. Yên ku dest danin ser nameyên me û hewl didin Rêber Apo ji rojeva me derxînin divê baş bizanin ku xwe dixapînin. Weke encam,  banga me ji bo malbatên me, gelê me û hemû dostên me ew e ku ji bo azadiya Rêber Apo tev li têkoşînê bibin. Banga me ew e ku bi rê û rêbazên dewlemend vê têkoşînê mezintir bikin. 
 
DÊ TECRÎD ŞER KÛRTIR BIKE
 
Em ji civakê û hemû cîhanê re wiha dibêjin; tecrîda li ser Rêber Apo tê wateya girankirina şer. Kûrbûna şer jî tê wateya zêdebûna mirinan.  Rejîma faşîst a TC’ê li ser mirinan bi hestên civakê dilîze û hewl dide gelê kurd û nûnerên wê ji van mirinan berpirsyar nîşan bide. Lê gelê me û tevgera wê ya azadiyê bi hemleya xwe ev lîstik vala derxist. Em gelê me û rêhevalên me yên li her deverê li ber xwe didin silav dikin. Her tim serkeftin bûye para berxwedêran. Me li ber xwe da, em ê li ber xwe bidin û dê teqez bi ser kevin. An azadî, an azadî.” 

Sernavên din

24/07/2024
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 Pekoz: Tirkiye dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî ji Sûriyeyê derkeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
21/07/2024
23:37 Êrişî 5 gundên Minbîcê hate kirin
22:57 Zarokê 4 salî yê kete Çemê Xabûrê jiyana xwe ji dest da
21:15 Serokê Amerîkayê Joe Biden xwe ji namzetiyê vekişand
20:45 Bertek nîşanî PDK’ê dan: Navnîşana çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn diyar e
20:19 Nasnameya endezyarê li Gabarê jiyana xwe ji dest da hate aşkerekirin
20:02 Ji Wênegir Mûrat Yazar agahî hate wergirtin: Hate berdan
18:27 Li Bagcilarê bi rojeva tecrîdê civîna gel hate lidarxistin
18:14 Şandeya DEM Partiyê li Çiyayê Gabarê lêkolîn kir
17:31 Li Bagcilarê ‘dagirkirin û xiyanet’ hate şermezarkirin
17:12 Endezyarê li Gabarê di bin kavil de ma jiyana xwe ji dest da
17:04 4 kesên ku di wesayîta kete golê de bûn jiyana xwe ji dest dan
15:40 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ hat lidarxistin
14:55 Midûrê emniyetê çû serdana xebatkarên bankamatîkê yên provakator
14:00 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Bi PYD’ê re hevdîtinê bikin
13:32 Walîtiya Şirnexê: Ji 3 karkeran 2 jê hatin xelaskirin
13:01 Rêveberê DAIŞ’ê Hebîba hate girtin
12:39 Li Gabarê quleya sondajê wergeriya
12:38 Bayindir: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo Kurdistanê statû
11:17 Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
10:39 Bakirhan: Xelk ketiye derdê pariya nanê xwe lê ev li pey şer in