Muslim: Heta ku Ocalan azad nebe em çi bikin jî kêm dimîne

  • rojane
  • 09:02 12 Sibat 2024
  • |
img
RIHA -  Hevserokê PYD'ê Salîh Muslim, anî ziman ku dema di nava lêgerînê de bû di sala 1978'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas kir û wiha got: “Rêber Ocalan heta ku azad nebe, em çi bikin jî kêm dimîne." 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi destê hêzên navdewletî û komploya navdewletî ji Sûriyeyê hat derxistin. Hêzên navdewletî bi hevkariyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê kirin. Ji wê rojê heta niha 25 sal in Ocalan li Zindana Îmraliyê ya Tîpa T a Ewlehiya Bilind di yek hucreyê de di şertê tecrîdê de tê girtin. Gelê kurd 24 salin ji bo azadiya Rêberê xwe gelek calakiyên cuda pêş xistin. Her tim ji bo azadiya rêberê xwe bi çalakiyên cuda derketin kolanan û bertekên xwe anîn ziman. Di her 9'ê Cotmehê û 15'ê Sibatê de bi girseyî derketin kolanan û komploya navdewletî şermezar kirin. Ocalan jî di van 25 salan her tim bi fikr û felsefeya xwe, bi lêhûrbûn û bonijandina xwe paradîgma û felsefeyek nû pêş xist. Her tim ji bo mirovahiyê û jiyanek xweş û aram ket nava lêgerîn û çareseriyê. Gelek caran di hevdîtinên xwe de ji bo hikûmetê pêşniyarên çareseriyê pêş xist. Herî dawî destnîşan kir ku eger hikûmet gavan bavêje, dê karibe pirsgirêkê di hefteyekî de çareser bike. Lê hikûmetê li şûna gavan bavêje, rê li pêş heyetê girt û bêtir xetimand. 
 
îro Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser felsefe û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan modelek nû ya jiyane ava dike. îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû jin, ciwan û kesên di nava saziyên sivîl de cihên xwe digirin û karên rêxistinî dimeşînin, di heman demê de di nava rêxistinên wekî; YPG-YPJ, TEV-DEM, Mala-Jin û Mala-Gel de bi vîna xwe di nava qada parastina cewherî de cih digirin. 
 
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ku demekê bi Rêberê PKK'ê Ocalan re maye, der barê avakirina felseyefa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geş dibe û tecrîda li Îmraliyê nirxandinên girîng ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. 
 
'BU BERSIVA LEGERÎNA ME' 
 
Hevserokê PYD'ê Salîh Muslim, ewil bal kişand ser nasîna xwe ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û wiha got: "Dema ez di nava lêgerînê de bûm, min Rêber Abdullah Ocalan nas kir. “Ez di sala 1977'an de li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê mezun bûm. Di sala 1978'an de ez ji bo xebatê çûm Erebîstana Siûdî. Min li vir tevgera azadiyê nas kir. Hin qadroyên partiyê wekî karker hatibûn vir. Em jî ciwan bûn û lêgerînên me jî hebûn. Em di lêgerîna ku pirsên me bibersivîne debûn. Dîsa em li tevgera ku rastiya kurdan analîz bike, digeriyan. Dema ez ciwan bûm, ez ji kadroyan fêr bûm ku tevgera azadiyê hatiye avakirin. Wê demê têkiliyên min bi tevgera azadiyê re pêş ket. Di salên 1980’yî de têkiliyên me zêde bûn. Ji ber ku em dixebitin salê carekê mafê me yê destûrê hebû. Di sala 1983'an de ez derketim destûra salê, yekem car li Şamê min Reber Ocalan dît û rû bi rû em axivîn. Ji ber ku berê min wêneyê wî nedîtibû, min ew nas nekir. Beriya wê di salên 1981,1982'an de di çarçoveya xebatên partiyê de têkiliyên me hebû. Em bi rêya telefonê diaxivîn. Wê demê telefon ne mîna niha pêşketîbûn. Çend sal şûnde dîsa min Rêber Ocalan dît. Li Erebîstana Siûdî tevgera wî mezin bû. Ez di sala 1990'an de vegeriyam Rojava. Wê demê min bêtir Rêber Ocalan dît û me bêtir sohbet kir." 
 
'PLANÊN HEGEMONAN SEROBIN KIR' 
 
Muslim, destnîşan kir ku hêzên navdewletî û hêzên hegomon xwedî projeyek bûn û wiha got: "Komploya navdewletî projeya wan e. Bi vê projeyê xwestin Rojhilata Navîn, li gorî xwe ji nûve plan bikin. Xêz bikin. Lê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev plana hêzên hegomon tev li hev kir. Hêzên navdewletî xwestin li gorî keyfa xwe ji nûve sînorên dewletan xêz bikin û li gorî xwe rêveberiyên wan diyar bikin. Di vê projeyê de cih ji kurdan re tune bû. Kurd tev li hesabê xwe nekiribûn. Lê Rêberê Gelê Kurd Rêber Ocalan gel hişyar kir û plana hêzên navdewletî pûç kir. Palan hêzên navdewletî sero bino kir. Hêzên navdewletî xwestin statuya gelê kurd tune be. Ji ber vê yekê xwestin ku xwe ji Rêber Ocalan rizgar bikin. Li aliyê din Dewleta Tirk dixwest xwe wekî Serokê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOP) îlan bike. Piyê komployê yê yekemîn li vir dest pê kir. Hêzên Navdewletî Ocalan dîl girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. Her çend Tirkiye bibêje min ew girtiye jî nerast e. Ji xwe Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevit jî gotibû 'Wekî bombeyekê avêtin hembêza me. Çima şandin ji mere ez jî nizanim.' Yên komplo amadekirin bi ser neketin. Lê gelek bandorên komployê çêbûn." 
 
'ŞOREŞA ROJAVA BERHEMÊN FIKRÊN RÊBER OCALAN IN' 
 
Salih Muslim, da zanîn ku jiyan û pergala ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avabûye, îro bi proje û paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi ruh bûye û wiha lê zêde kir: "Rêber Ocalan dema di sala 1979'an derbasî Kobanê bû, çend kes bûn. Dema li Lubnanê bi Filistiniyan re ket têkiliyê, sinc û nerînek din da wan. Pîvanek nû da wan, Rêber Ocalan di sala 1982'an de ji ber van pîvan û sincê xurt gele hevalên wî şehît ketin. Gelek hevalên wî hatin girtin. Gelek ciwan ji Rojava çûn tev li akademiya Mahsum Korkmaz bûn. Ji Kobanê tevlêbûn pir pir zêde bû. Destkeftiyên hatin bidestxistin, bi şerê dirêj û berxwedana zêde ya li kozikan hat bidestxistin. Dema di sala 1983'yan de Filistînî ji Lubnanê hatin derxistin, Rêber Ocalan derbasî Şamê bû. Wê demê gelek kesên tên nasîn hatin cem Rêber Ocalan û çûn. Gelê Rojava birçîyê zanînê bû. Gelê rojava birçiyên Şoreşê bûn. Li ku berxwedanek hebûya diçûn tev li têkoşînê dibûn. Hemû gelê Rojava li gel Rêber Ocalan bû. Wî hişt ku gelê Rojava bêtir têkoşînê xurt bike. Kesên xwestin kurdan terbiye bikin, di 2004'an de li  Qabişloyê bi berxwedanê hat terbiyekirin. Ji sala 2011'an heta niha li Rojava şoreşa ku aj daye her ku diçe geş dibe. Şoreşa ku îro geş dibe berhema fikr û felsefeya Rêber Ocalan e. Rêber Ocalan zikê gel têr kir." 
 
'NETEWEYA DEMOKRATÎK NE TENÊ JI BO GELÊ KURD E' 
 
Muslim, destnîşan kir ku pergalê berê bi hemû nirxên gel lîstibû û wiha pêde çû: "Gel heqîqeta xwe ya bi destê hêzên serdest winda kiribû, dîsa bi pergala  Neteweya Demokratîk ji nûve bi dest xist. Fikrên Rêber Ocalan û paradîgmaya Rêber Ocalan pir zêde bi bandor e. Rêber Ocalan 40 sal berê gelê kurd ji xewa giran hişyar kir. Niha firk û felsefeya gelê kurd heye. Berê jî lehengên gelê kurd ên wekî Qazî Muhammed, Şeyh Said, Seyîd Riza û gelek kesên din hebûn. 
 
Raste. Lê van kesan ji bo gelê kurd çi kirin. Negihiştin armancên xwe. Rêber Ocalan digot 'Berî her tiştî şoreşa fikr û ramanê ji bo me lazim e. Têkoşîn tenê bi çikan têr nake. Tişta herî zor şoreşa mejî bû. Lê Rêber Ocalan tercîha herî zahmet kir û dest bi şoreşa hişmendî û mejî kir. Pergala Modernîteya Demokratîk Neteweya Demokratîk û Xweseriya Demokratîk li Rojava pêş xist. Ocalan Neteweya Demokratîk tenê ji bo gelê kurd pêş nexist. Ji bo hemû gelên bindest û hemû gelên din ev felsefe pêş xist." 
 
'BANGA OCALAN KOBANÊ AZAD KIR'
 
Salin Muslim, bilêv kir ku DAIŞ'ê xwest Kobanê bi dest bixe û wiha berdewam kir: "Li dijî hovîtî û tarîtiya DAIŞ'ê berxwedanek pir dîrokî pêş ket. 9 sal di ser salvegera Kobanê re derbas bû. Kobanê ji bo gelê kurd sembola berxwedanê ye. Yek ji cihê herî zêde kurdan lê li ber xw-e daye vir e. Ji ber vê yekê Kobanê sembol e. Fikr û refleksê Birêz Ocalan a li ser rizgarkirina Kobanê gelek girîng e. Yên li dijî DAIŞ'ê li ber xwe dan, ji hest û paradîgmaya Rêber Ocalan hêz girtin. Rêber Ocalan got 'Divê kobanê neyê xwar' Piştî vê gotinê bi hezaran Kurdistaniyan ji çar aliyê Kurdistanê berê xwe dan Kobanê. Ev serkeftin, serkeftina rêber Ocalan e."
 
'25 SAL IN LI IMRALIYÊ ÎŞKENCE HEYE' 
 
Muslim, bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di şertê tecrîdê de di yek hucreyê de tê ragirtin û wiha dirêj kir: "35 meh in bi tu awayî agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin. Tecrîdê her ku diçe giran dibe. Tecrêdê giran dikin. Li pergala Îmraliyê 25 sal in îşkence heye. Rêber Ocalan kurd ji goristanê derxist û ji nûve zindî kir. Hemû plan û projeyên hêzên serdest û hegomon tev li hev kir. Dewleta tirk ji bo hêzên navdewletî gardiyaniyê dike. CPT jî diçe Îmraliyê û ziyaretan dike, lê van raporên xwe bi raya giştî re parve nake. Rêber Ocalan gelê kurd ji goristanê derxist û azad kir. Lê niha pergal jî dixwaze Rêber Ocalan têxe wê goristanê. Divê hemû gelê kurd vê rastiyê baş bibînin." 
 
'HETA REBER OCALAN AZAD NEBE, TU ÇI BIKÎ JÎ KÊM E
 
Salîh Muslim, herî dawî destnîşan kir ku bi milyonan azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin û wiha bi dawî kir: "Li cîhanê pêngava "Ji Rêber Ocalan re azadî, ji statuya gelê kurd re çareseriya siyasî" dan destpêkirin. Dostên kurdan di 10'ê Cotmehê di li 74 navendan di 10'ê Cotmeha 2023'an de pengava gerdûnî dan destpêkirin. Komployên ku dest Pê kiribûn îro didomin. Ji ber vê yekê heta ku Rêber Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe, dê her tişt kêm û nîvco bimîne. Heta Rêber Ocalan azad nebe, em çi bikin jî kêm e." 
 
MA - Emrûllah Acar
 

Sernavên din

24/07/2024
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 Pekoz: Tirkiye dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî ji Sûriyeyê derkeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
21/07/2024
23:37 Êrişî 5 gundên Minbîcê hate kirin
22:57 Zarokê 4 salî yê kete Çemê Xabûrê jiyana xwe ji dest da
21:15 Serokê Amerîkayê Joe Biden xwe ji namzetiyê vekişand
20:45 Bertek nîşanî PDK’ê dan: Navnîşana çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn diyar e
20:19 Nasnameya endezyarê li Gabarê jiyana xwe ji dest da hate aşkerekirin
20:02 Ji Wênegir Mûrat Yazar agahî hate wergirtin: Hate berdan
18:27 Li Bagcilarê bi rojeva tecrîdê civîna gel hate lidarxistin
18:14 Şandeya DEM Partiyê li Çiyayê Gabarê lêkolîn kir
17:31 Li Bagcilarê ‘dagirkirin û xiyanet’ hate şermezarkirin
17:12 Endezyarê li Gabarê di bin kavil de ma jiyana xwe ji dest da
17:04 4 kesên ku di wesayîta kete golê de bûn jiyana xwe ji dest dan
15:40 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ hat lidarxistin
14:55 Midûrê emniyetê çû serdana xebatkarên bankamatîkê yên provakator
14:00 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Bi PYD’ê re hevdîtinê bikin
13:32 Walîtiya Şirnexê: Ji 3 karkeran 2 jê hatin xelaskirin
13:01 Rêveberê DAIŞ’ê Hebîba hate girtin
12:39 Li Gabarê quleya sondajê wergeriya
12:38 Bayindir: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo Kurdistanê statû
11:17 Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
10:39 Bakirhan: Xelk ketiye derdê pariya nanê xwe lê ev li pey şer in