ŞIRNEX - Malbatên Roboskê di hefteya 332’yemîn a çalakiya lêgerîna edaletê de, bal kişandin ser gotinên Serokkomar Erdogan ên “Ger mîletê me bêje temam, encex em wê demê xwe bidin aliyekê” û gotin: “Ji bo bi dawî anîna bêedaletiyê bi hezaran car em dibêjin 'TEMAM.'”
Li gundê Roboskê yê navçeya Qilebana Şirnexê, xizmên 34 welatiyên di bomberana balafirên şer de jiyana xwe ji dest dan, di hefteya 332’yemîn de çalakiya lêgerîna edaletê pêk anîn. Ligel taviya baranê jî Roboskî li ser gora xizmên xwe kom bûn û wêneyên zarokên xwe hilgirtin. Li ser navê malbatan Velî Encu daxuyanî da.
'ROBOSKÎ BÊEDALETIYE'
Encu, diyar kir ku hîna weke roja destpêkê hêrs û êşa wan zindiye û wiha got: “Roboskî êş, kovan, zirin, zilm û bêedaletiye. Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, di komcivîna partiya xwe de got ‘Ger mîletê me bêje temam, encex em wê demê xwe bidin aliyekê.’ Em jî piştgiriyê didin kampanyaya ‘TEMAM’ a li ser hesabê medya tora civakî hatî destpêkirin.”
‘BI HEZARAN CAR TEMAM'
Encu, bal kişand ser piştgiriya didin kampnayayê û wiha bilêv kir: “Ji ber ku 34 ciwanên me hatin kuştin û vî welatî rojek şûnde ev yek bihîst. Bi tazmînatê xwestin pareyê xwînê bidin û me bêdeng bikin. Kes ji peywirê nehat girtin. Li ser lêpirsînê hat girtin. Êrîşên li ser gundê me û bêhiqûqiya heyî bi dawî nebûn. Ferhat Encu yê birayê xwe û 11 xizmên xwe di bomberanê de winda kirin, niha di girtîgehê deye. Ji bo dawî li bêedaletî û êşa li ser goristina Roboskê bi dawî bibe em dibêjin ‘TEMAM.’Bi hezaran car em dibêjin ‘TEMAM.’”
Encu, di dawiya axaftina xwe de, got ku bê westandin ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.