MÊRDÎN / ŞIRNEX - HDP’ê li Şemrexê bi tevlîbûna gelek welatiyan yekem buroya hilbijartinê vekir. Li Şirnexê jî rêveberên HDP’ê bi welatiyên gundan re li hev kom bûn.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê, ji bo hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê yekem buroya hilbijartinê vekir. Buroya hilbijartinê li Qada Cumhuriyetê ya Şemrexê hat vekirin. Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan, hevparên HDP, DBP û gelek welatî beşdar bûn.
Berî vekirinê welatiyan li ber stranan govend gerandin, tilîlî û dirûşmên “Bijî HDP’ê” berz kirin. Hevseroka HDP'ê ya Şemrexê Husnigul Paslanmaz, got ku buroya hilbijartinê li ser xêrê be û dûre parlamentere HDP'ê yê Mêrdîn Ali Atalan axivî û wiha got: “Em ê bi rihê serîhildanê amadekariyên hilbijartinê bikin. Emê vîna xwe teslîmî pergala faşîst nakin. Gelê Kurd dê bersiva herî xurt bide vê pergala faşîst. Yekê mîna Selahattin Demîrtaş ku aştî dixwest xistin zindanê. Divê em êdî ji vê xwîna diherike re û ji zilma heyî re bêjin êdî bese. Em ê demokrasî, wekhevî û aştiyê bînin vî welatî. HDP partiya aştî û azadiyê ye. Em ê teqez bi ser bikevin."
Piştî axaftinan buro hat vekirin û govend hat gerandin.
HDP ÇÛ SERDANA GUNDÊ ŞIRNEXÊ
Rêxistina Bajêr a HDP’a Şirnexê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana welatiyên gundê Kiron ê girêdayî bajêr. Komek HDP’î yên dinavê de Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî heyî, di ketina gund de bi dehan welatî ew pêşwazî kirin.HDP’iyan heya demekê bi welatiyan re sohbet kirin û bal kişandin ser girîngiya hilbijartina 24’ê Hezîranê.
Bîrlîk û koma pê re dûre çûn serdana welatiyên bajaroka Gundikê Melê ya girêdayî bajêr û bi malbatan re li hev kom bûn. HDP’î yek bi yek çûn serdana dikandaran, bi wan re sohbet kirin û beşdarî taziya hin welatiyan bûn.