STENBOL - Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo Xano Gunerî yê vîdeoyên wî temaşe dike re name şand û got: “Ez ê werim ji te re stranan zindî bistrêm." Gunerî jî bersiv da û got: “Silava te ser serê min û çavên min.”
Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ji bo Xano Gunerî ya 80 salî a ji Dersimê ya tim vîdeoyên wî temaşe dike re name şand. Hat diyar kirin ku Gunerî di dema komkujiya Dêrsimê de, di zikê dayîka xwe debû û piştî komkujiyê hatiye dinê.
DEMÎRTAŞ: EZÊ WERIM JI TERE STRAN BÊJIM
Nameya Demîrtaş a ji Gunerî re şandî wihaye: “Dayîka Xano ya hêja û birûmet. Min bihîst ku tu vîdeoyên min temaşe dikî. Xwedê temenek dirêj û bi tendurist bide te. Ez ê werim ji te re stranan zindî bistrînim. Li xwe baş mêzek e. Ez ji destên te diramûsim.”
DAYÎKA XANO: SILAVA TE SER SERÊ MIN Û ÇAVÊN MIN
Gunerî piştî ji Demîrtaş name girt û şûn de bi vîdeoyekê bersiva da Demîrtaş û keça wê jî di medyaya tora civakî de vîdeoya wê weşand. Gunerî, diyar kir ku Selahattîn ji wê re silava şandiye û wiha bilêv kir: “Silava te ser serê min û çavên min. Ez jî silavên xwe ji tere dişinim. Ez te diramûsim. Silavên min ji hevalên xwe re jî bêje. Ez li Kîrmanşanê me, ne li Stenbolê me. Ji bo qezenc bikin, bila bixebitin.”