STENBOL - Komeleyên Herêmê xwestin Wekîla HDP'ê ya Bûrsayê ya berê Asiye Kolçak ku 6 rojin di bin çavan de ye serbest bê berdan.
Komeleyên Herêmê yen di bin baneyên Federasyona Komeleyên Karakoçanê (KAR-DEF) de li hev kom bûn, ji bo Parlamentera HDP'ê ya Bûrsayê ya berê Asiye Kolçak a di 5'ê Gulanê de hat binçavkirin, serbest bê berdan li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyani dan çapemeniyê. Di civînê de Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdulhakim Daş, diyar kir ku binçavkirin û girtin bi armanca têkoşîna kurdan a demokratîk paşve bixe û wiha got: "Lê bila baş bê zanîn ku bi salan e li ser kurdan ev zext û zordarî didome, lê kurdan têkoşîna xwe bêtir xurt kiriye û pêş xistiye û ji niha û şûnde jî dê kurd têkoşîna xwe xurttir bikin. Pêşeroja gelê kurd têkoşîna gelê kurd e. Destjêberdana têkoşinê teslîmiyet e. Divê em li dijî van binçavkirin û girtinan bêtnir dêbikoşin û li ber xwe bidin. Em dixwazin Koçak û hevalên wê demek berî demekê bên berdan û ev zext bi dawî bibe.
Endama Komeleya Çanda Divrîgî Gulsum Polat jî bal kişand ser zextên li ser kurdan û xwest biratiya gelan esas bigirin û ji bo ev hilbijartin demokratîk pêş bê her kes di nava hewldanan de be.
Keça Asiye Kolçak Ruken Kolçak jî diyar kir ku malbata Asiye Kolçak hemû hêzên ku têkoşîna demokrasiyê dimeşîne ye û wiha got: "Em wê bi tene nahêlin."