STENBOL - Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundem a bi KHK'ê hat girtin, Reyhan Çapan hat binçavkirin.
Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan Çapan li navçeya Hopa ya Artvinê hat binçavkirin. Çapan ku bi sedema der barê wê de biryara binçavkirinê heye hat binçavkirin. Li bendê ye wî sewqî Dozgeriya Komarê ya Hopa bikin.
17’emîn dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê der barê Çapan de bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" Salek û 3 meh ceza dabû. Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Stenbolê der barê Çapan de biryara girtinê dabû. Gelek cezayê li Çapan hatibûn birîn jî kiribûn cezayê pereyan.