STENBOL - Danişîna doza “Heqaret li Serokkomar kir” a Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag taloqî 4’ê Cotmehê hat kirin.
Danîşîna doza “Heqaret li Serokkomar kir” a Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdan, hat dîtin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Eslî ya 2’yemîn a Stenbolê hat dîtin û Yuksekdag nexwest bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibe. Parêzerên Yuksekdag beşdarî danşînê bûn û parastin kirin.
Şandeya dadgehê, xwest kêmasiyên di dosyayekê de bên temam kirin û doz taloqî 4’ê Cotmaha 2018’an kir.