STENBOL - Doza 50 endamên OHD'ê ya bi KHK'ê hat girtin û endamên TUAD'ê hat dîtin. Heyetê doz taloq kir.
Danişîna 50 endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHD) û Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî (TUAD) yên bi KHK'ê hatin girtin li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de hin parêzer serbest tên darizandin li salonê amade bûn. Gelek parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) tev li danişînê bûn. Danişîna doze bi parastina prz. Huseyin Bogatekin dest pe kir. Pişti parastine heyetê biryar aşkere kir. Heyetê biryar da ku qedeya der barê Huseyîn Bogatekîn a dervê welat bê rakirin û danişîna dozê taloqî 6'ê Îlonê kir.