Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye

MÊRDÎN -  Meşvanên Azadiyê gihiştin Mêrdînê û bi dirûşmên “Bijî azadî, bimre koledarî” û “Bijî Serok Apo” ber bi sûka dîrokî ve meşiyan. 
 
“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd di 1’ê sibatê de li Qers û Wanê hatibû destpêkirin didome. Baskê Wanê di roja 9’emîn de li pêşiya avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Nisêbînê ber bi Mêrdînê ve hate oxirkirin. Di ketina navenda Mêrdînê de meşvanan gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Wesayîtên di rêyê de diçûn jî bo qorneyê piştgirî dan çalakvanan. 
 
Meşvan, piştre jî derbasî gundê Mensuriyeyê yê navçeya Artukluyê bûn û li vir bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Li gundê Mensuriyeyê dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û welatiyan çîçek dan meşvanan. Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik jî di nava kesên meşvan pêşwazîkirin de bûn. Meşvanên Azadiyê bi def û govendan hatin silavkirin. 
 
BI PANKARTA ‘LI DIJÎ TECRÎDÊ RABE' MEŞIYAN 
 
Meşa ku li Mêrdîna Kevin hate lidarxistin bi serdana esnafan dom kir. Di dema meşê de dirûşmên “Bijî azadî, bimre koledarî”, “Jin, jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Eleqeyeke zêde ya gel ji bo meşê hebû. Di meşê de her wiha pankarta “Li dijî tecrîdê Rabe” hate vekirin û dirûşma “Ciwan serî li ber faşîzmê natewînin” hate berzkirin. Meşvanên Azadiyê stranên “Girtiyên Azadiyê” û "Zindana Diyarbekir" gotin. Esnafan, meşvan li ber derî pêşwazî kirin. Meşvanên Azadiyê esnaf silav kirin û welatiyên di trafîkê de jî bi qorneyan piştgirî dan. 
 
'MEŞA ME DÊ TECRÎDÊ BIŞIKÎNE’
 
Piştî meşê, girseyê li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu li vir axivî û wiha got: “Em bi hev re di vî baxçeyê gelan de jiyan. Gelên me bi hev re têkoşiyan. Vê faşîzmê cihêkarî li her gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn kir. Li dijî wan polîtîkaya dijminatiyê meşand. Em ê bi hev re tecrîdê rakin. Tecrîda li Îmraliyê êdî veguherî tecrîdeke wisa ku li tevahiya gelan, jin, kedkar û karkeran jî tê ferzkirin. Lewma jî me her tim got ku divê tecrîda li ser birêz ocalan bê rakirin, pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, pêvajoya guftûgoyê bê destpêkirin û aştî pêk bê. Heta ku tecrîd tê şikandin jî dê meşa me bidome.” 
 
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Artukluyê Fîlîz Yucesoy û Mehmet Alî Amak jî di nava girseya meşvan pêşwazîkirin de bûn û gotin ku dê têkoşîna xwe ya ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bidomînin. 
 
Piştî daxuyaniyê jî meşvan çûn serdana malbatên di Nobeta Edaletê de. 
 

Sernavên din

09/02/2024
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’
11:43 Ji bo çûyîna li Îmraliyê dîsa serlêdan hate kirin
11:36 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:16 ‘Em bi ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê’
11:12 Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’: Mîrateya berxwedanê hiştin
10:54 Li sûrên Kadîfekaleyê pankarta ‘Bijî Serok Apo’ hate daliqandin
10:38 Meşvanên Azadiyê: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
10:37 NÇM dê ji bo piştgiriya ‘Meşa Azadiyê’ şahiya gel li dar bixe
09:38 Dayikên ku Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin: Yekane çare berxwedan e
09:18 107 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Greva birçîbûnê di roja 74’an de berdewam dike
09:07 TDÎ'yê ji bo rakirina girtîgehên tîpên Y û S kampanya da destpêkirin
09:05 Kilamên xwe ji bo Abdullah Ocalan dibêjin
09:03 Di lêpirsîna 'her roj parvekirina alaya tirk' de biryara neşopandinê
09:02 Dadgehê biryara xwe xera kir!
09:00 Xizanî zêde dibe: Berpirs desthilata heyî ye
09:00 Bedran Çiya Kurd: Divê li dijî terorê civaka navdewletî piştgiriya Rêveberiya Xweser bike
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
07/02/2024
22:31 'Li dijî komploya navdewletî têkoşîneke navneteweyî divê'
22:05 Li Rojavayê şermezarkirina komployê
19:17 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin: Dê têkoşîn bidome
18:54 Meşvanên Azadiyê Mazlûm Dogan li mala ku lê çêbû bibîr anîn
17:03 Selahattîn Demîrtaş: Em guh nedin kesên serê gel tevlihev dikin
17:03 Di Nobetên Edaletê de tekane rojev azadiya Abdullah Ocalan e
16:29 Hejmara binçavkiriyan a li Stenbolê derket 90 kesan
16:15 Dîmenên kêliya qetilkirina Sevîm dê ji ATK’ê re bên şandin
16:05 Danişîna rojnameger Akin û Erdogan hatin taloqkirin
15:30 Yek jê rewşa wî giran 2 girtiyên nexweş bi hinceta ‘halnebaşiyê’ nehatin berdan
15:09 Di doza TJA’yê ya Enqereyê de kes nehat berdan
15:00 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin hatin bibîranîn: Çiraya wan rêya me ronî dike
14:59 Alayên AKP’ê bi wesayîtên şaredariyê li stûnan hatin daliqandin
14:52 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê esnafan ziyaret dikin
14:50 Di navbera Guler û Barzaniyan de hevdîtinên ‘hevkariyê’ tên kirin
14:29 Îxracata Amedê daket ji sedî 11’an
14:19 Hêzên PDK’ê kesek revandin
14:09 Meşvanên Azadiyê li bajarê Mazlum Dogan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
13:51 ÎSÎG: 7 jê zarok bi giştî 158 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Semra Guzel nehat berdan
12:03 Temellî: Çareserkirina pirsgirêka kurd bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e
11:18 Wezîrê Parastinê Guler çû Herêma Federe ya Kurdistanê
11:01 Başak Demîrtaş daxuyanî da: Dê nebim namzet
10:51 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê ne: Tu hêz nikarin vê meşê bidin sekinandin
10:32 Meşvanên Azadiyê herî zêde ji jinan piştgiriyê digirin
10:31 Li Stenbolê 40 kes hatin binçavkirin
10:19 7 roj in ji bo ‘azadî û çareseriyê’ dimeşin
10:13 Dr. Jeffrey Miley: Abdullah Ocalan ji lehengekî neteweyî pir wêdetir e
09:42 Ji bo pêşwazîkirina Meşvanên Azadiyê hezar û 582 km’an rê hat
09:14 Greva birçîbûnê di roja 73’yan de berdewam dike
09:13 106 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 ÎMO: Ji bo erdhejeke gengaz a Colemêrgê wexteke bê berhewakirin tune ye
09:01 Parêzer Ormanli: Xwedîderketina li meşê nîşaneya dilsoziya bi Ocalan re ye
09:01 Dê kurdên li Ewropayê di salvegera komployê de ji bo Ocalan dakevin kolanan
09:00 Salih Surucu yê bi rojan bi Abdullah Ocalan re maye: Kesek wisa li dinayayê tune ye
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2024'AN
06/02/2024
18:36 Meşvanên Azadiyê Ekîn Wan û Hakan Buksur bibîr anîn
17:03 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê yê hatibû binçavkirin hate berdan
16:35 Ji sivîlên di êrişa Edliyaya Stenbolê de birîndar bûn yek jê mir
16:20 Li gelek bajaran bîranînên erdhejê: Em ê bi piştevaniyê birînên xwe derman bikin
16:12 Di Nobeta Edaletê de qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn
16:00 Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê û Buroya Hiqûqê ya Gel de girtin