WAN – Rêxistina HDP'ê ya Wanê, der barê serlêdana bernamzetan û xebatên hilbijartinê de li avahiya HDP'ê ya Wanê civîna çapemeniyê pêk anî. Rêveberên HDP'ê diyar kirin ku li herêma Serhedê 350 kesan serlêdan kiriye û 101 kesan serî li Rêxistina HDP'ê ya Wanê dane.
Ji hilbijartina 24'ê Hezîranê re 44 roj man. Li herêma Serhedê bi giştî 350 kesan ji bo bermamzetiyê serî li Rêxistina HDP'ê ya Wanê dan. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, der barê serlêdanên bernamzetan û xebatên hilbijartinê de li avahiya HDP'ê ya Wanê civîna çapemeniyê pêk anî.
Li ser navê rexistina HDP'ê ya Wanê Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umit Dede, diyar kir ku serlêdana bernamzetan bi dawî bû wiha got: "Tevî zext û zordariyên zêde HDP dê dîsa serkeftî derkeve. Em ji hemû gelê me yên serlêdan kir û li partiyê xwedi derketin re spas dikin."
LI WANÊ 101 KESAN SERLÊDAN KIR
Endamê Komîsyona Hilbijartinê Mahmut Duman ji der barê serlêdanê bernamzetan de daxuyanî da û wiha got: "Li herêma Serhedê 350 kesan serlêdan kir. Li Wanê jî 101 kesan serlêdan kir. Namzetiya van kesan dê ji aliyê Navenda Giştî ya HDP'ê ve bê diyar kirin.
DI HILBIJARTINA 7'Ê HEZÎRANÊ DE 97 KESAN SERLEDAN KIRIBÛN
Li Wanê ji bo hilbijartina 7'ê Hezîranê 97 kesan serlêdan kiribû. Ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê jî tenê li wanê 101 kesan serlêdan kir.