AMED - Danişîna doza 2 zarokên li dibistana Yenîşehîr a bi şev dikirin qereqol, vînça diwarê blokên betonê lêdikir, betan bi ser wan de xist û kuştin, hat dîtin. Dayîk Safure Ozdemîr, bertek nîşan da û got: “Çima kes ne girti ye?” Bersûc beşdarî dozê nebûn.
Di 30'ê Adara 2016'an de li Taxa Ben û Sen a Yenîşehîrê dema diwarê qereqolê li dora Dibistana Seretayî Turgut Ozal ava dikirin, zarokên li kêleka dîwar dilîstin di bin bloken betonê yên ku ji vîncê ket de man û mirin. Di bûyerê de zarokê dibistana seretayî Ayaz Ozdemir (6) û Furkan Oner (6) di bin dîwarê betonî de jiyana xwe ji dest dan. Kesek ji birîndar bûbû. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Amedê hat dîtin. Ajokarê vînçê Azîz Korkmaz û rayedarê firmaya bloken betonê çêdike Faîk Kayar ên bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştin û birîndar kirin” ji ji dervede tên darizandin beşdarî danişînê nebûn. Xwediyê firmaya vînc kirê kirî Mahmut Kazaylek, parêzerên mexdûr û bersûcan beşdarî, dayîk û bavên zarokên jiyana xwe ji dest dayîn beşdarî danişînê bûn.
'2 SAL Û 40 ROJ DERBAS BÛN, JI CANÊ MIN CAN ÇÛ'
Piştî bersûcan parastin kir, dayîka Ayaz Ozdemîr ê jiyan xwe ji dest dayî Safure Ozdemîr parastin kir. Ozdemîr bertek nîşanî dirêjkirina dozê, ne beşdarbûna bersûcan û negirtina kesekê da û got: “2 sal û 40 roj derbas bûn, ji canê min can çû. Ez her roj diçim ser gora kurê xwe. Lê bersûc her roj ji xwe re dikenin û li keyfa xwe mêze dikn. Gelo çima kes ne girtiye?”
Şandeya dadgehê, ji bo kêmasiyên dosyayê bên temam kirnin, doz taloqî meha Cotmeha 2018’an kir.