ENQERE - Malbat û nûnerên rêxistinên demoratîk 103 kesên di Mîtinga Aştiyê ya 10'ê Cotmehê de li Gara Enqereyê hatin qetilkirin, di meha 31'an de bibîr anîn.
Di 10'ê Cotmeha 2015'an de di pêşengiya KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê de li Enqereyê Mîtînga Aştiyê hatibû li darxistin. DAIŞ’ê li hemberî “Mîtînga Aştiyê” çalakiya xwekujiyê pêk anibû û 103 kes hatibûn kuştin. Bi sedan kes jî birîndar bûbûn. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Odeya Muhendîs û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB) bi boneya 31'emîn meha Komkujiya 10’ê Cotmehê, 103 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn bernameya bibîranînê pêk anîn. Malbat û nûneren saziyan li ber Gara Trenê ya Enqerê kom bûn û saet di 10.04’an de rêz girtin. Malbatan ewil qurnefil danîn cihê ku komkujî lê pêk hatiye û piştre wêneyê kesên jiyana xwe ji dest dane hilgirtin û kesên hatin kuştin bibîr anîn. Li ser navê Malbatên 10'ê Cotmehê Mehtap Sakinci Coşgun, diyar kirin ku demek dirêj in çalakiya bîranînê li dar diwin û dê tu carî wan ji bîr nekin û wiha got: "Em ji bo kesên ku aştî xwestin û hatin kuştin dê heta dawî têkoşîna hiqûqê berdewam bikin. 31 mehin em li vir çalakiyan pêk tînin. Lê hêj ji bo kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bîrdariyek nehatiye avakirin. Em dixwazin yên di komkujiya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan bîrdariyek bê avakirin. Em dê tu carî kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan ji bîr nekin. Em dê heta dawî tekoşîna edaletê bimeşînin."