NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Hilbijartina Zordest ya 24'ê Hezîranê re 44 roj man. Lîsteyên dengdêran ên ji aliyê e-Devlet û YSK ve hatine weşandin heta 12 Gulanê li dar bin. Pêwiste hilbijêr heta 12'ê Gulanê li dengê xwe bipirsin.
Ji Hilbijartina Zordest ya 24'ê Hezîranê re 44 roj man. Xebatên ji bo hilbijartinê her ku diçe zêde dibin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hilbijêr hişyar kirin û xwest her kes şûna dengê xwe kontrol bike. HDP ji bo hilbijêran agahdar bike belavokan belav dike û bi hilbijêran re civînan pêk tînin. Hilbijêrên li Tirkiye dengê xwe bidin divê heta 12'ê Gulanê li lîsteyên ku hatine daliqandin an jî bi riya înternetê cihê xwe kontrol bikin.
Piştrastkirin an jî kontrolkirina navnîşanê bi vî rengî tê kirin: Bi riya înternetê gava destpêkê: Hûn destpêkê li google'yê 'ysk seçmen sorgulama' (ysk, lêpirsîna li dengdêriyê) dinivîsînin. Gava duyemîn: Di rêza destpêkê ya malperên vebûn de hûn pê li 'Yurt İçi Seçmen Sorgulama -YSK' (lêpirsîna li dengdêrên li nava welêt -YSK) dikin. Gava sêyemîn: Piştî malper vebû, hûn 'Seçmen Bilgilendirme Hizmeti' (Xizmeta agahdarkirina dengdêran) digirin û piştre agahiyên nasnameya xwe dinivîsînin. Li dû nivîsandina agahiyan pê li bûtona 'sorgula' (lê bipirse) dikin. Gava çaremîn: Piştî ku we pê li bûtona 'sorgula' (lê bipirse) kirin, navnîşana xwe ya li malperê xuya kir, piştrast dikin. Eger adresa ku derket, cihê ku hûn niha lê dimînin be, dîsa jî ji bo piştastkirinê, divê hûn '
Piştî 12'ê Gulanê jî divê hûn teqez heman tiştî bikin û cara dawî qeyda xwe ya dengdêriyê kontrol bikin. Eger di qeyda we ya dengdêriyê de şaşitiyek, ya jî pirsgirêkek hebe hûn dikarin serî li saziyên pêwendîdar (muxtarî, midûriyetên nifûsê, desteya hilbijartinê ya bilind) bidin û sererast bikin.