STENBOL - Endamê Desteya Birêvebir a Enstîtuya Ramanê ya KUREYEL’ê Mûstafa Paçal, diyar kir ku derî hiştina îtifaqan a HDP’ê, dê di warê siyasetê de têkariyeke zêde li HDP’ê zêde bike.
Endamê Desteya Birêvebir a Enstîtuya Ramanê ya KUREYEL’ê Mûstafa Paçal biryara hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê ku îtifaqa AKP-MHP’ê birayara wê da nirxand. Paçal, destnîşan kir ku tu pirsgirêkeke bendavê ya HDP’ê tune ye.
Paçal, diyar kir ku HDP muxalefeteke sereke ye. Paçala destnîşan kir ku tu hêleke maqûl û fêmbar a îtifaqa CHP-ÎP-SP-DP’ê ku HDP’ê derî îtifaqê hişt tune ye. Paçal got: “Ev rewş nayê qebûlkirin. Çimkî ev partiyên ku HDP’ê wekî partiyeke ku ne partiya Tirkiyeyê rexne dikin, bi vê helwesta xwe nîşan dan ku ka ew çiqasî partiya Tirkiyeyê ne.” Paçal bi lêv kir ku lê belê derî hiştian îtifaq ê ya HDP’ê, dê di warê siyasî de têkariyeke zêde li HDP’ê bike û dê dengên wê zêdetir bike.
Paçal destnîşan kir ku di dîroka Tirkiyeyê de cara ewil e ku namzetekî serkomariyê di girtîgehê de ye û serlêdana li Deseta Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ya ji bo berdana Namzetê Serkomariya yê HDP’ê Selahattin Demirtaş jî bi bîr xist. Paçal destnîşan kir ku divê ev serlêdan di demeke kurt de bê nirxandin û Demirtaş bê berdan û wekî reqîbên xwe yên din di şert û mercên wekhev de xebatên hilbijartinê bi rê ve bibe.