ENQERE – Endamê Tevgera Bê Te Nabe Parêzer Selîm Karahan diyar kir ku wan bi projeya “ji bo her dibistanê parêzerek” ji bo ewlehiya hilbijartinê seferberi daye destpêkirin. Karahan bang li herkesî kir ku biçin ser sindoqan.
Xebatên projeya “ji bo her dibistanê parêzerek” ku ji aliyê Sensiz Olmaz Hareketi (Tevgera Bê Te Nabe) û Baroya Enqereyê hat destpêkirin didomin. Tevgera Bêyî Te Nabe ewil bi 22 jinan tevgeriya û di referanduma 16’ê Nîsanê de li Stenbolê di warê muşahîdan destek dabûn sindoqên ku muşahidên wan kêm. Heta niha 500-600 xebatakarên dildar ên tevgerê hene. Endamê Tevgera Bê Te Nabê Parêzer Selîm Karahan der barê xebatên tevgerê de agahî dan.
Karahan, diyar kir ku di çarçoveya projeya “ji bo her dibistanê parêzerek” de dê parêzerên li ser sindoqan di heman demê de kesên pêzan bin û dê parêzer di cî de mudaxileyê nelirêtiyan bikin. Karahan got: “Der barê ewlehiya hilbijartinê û sindoqan de îhtiraz û nebawerî heye. Ji bo ev nebawerî bê berterafkirin, ji bo parêzer li wir bin me ev proje da destpêkirin.” Karahan, diyar kir ku çend roj berê Baroya Enqereyê banga “dor a we ye” li baroyên 79 bajaran kir û dê di çarçoveya ewlehiya hilbijartinê de li Enqereyê bên gel hev.
NE PROJE SEFERBERÎ YE
Karahan, destnîşan kir ku xebata ku ew dikin ji projeye wêdetir e û got: “Bi rastî jî seferberiyeke parêzeran e. Ji bo partiyan parêzer nayên peydakirin. Ji bo pêdiviya hemû partiyan a di warê parêzeran de em pirekê ava dikin. Dê çawa bibe? Di malpera Tevgera Bê Te Nabe û Baroya Enqereyê de formen qeydê hene. Di vê formê de bajar, navçe, temen û hejmara telefona parêzerên ku xwe qeyd dikin heye. Paşê Tevgera Bê Te Nabe li wan digere. Agahiyên parêzer dane tên teyîtkirin. Ji parêzer tê pirsîn ka dixwaze ji aliyê kîjan partiy ve bê erkedarkirin. Çimkî ji bo parêzer li ser sindoqê bisekine divê ji aliyê partiyekê ve bê peywirdarkirin. Li gor vê yekê lîste tên amadekirin. Piştî amadekirina lîsteyan em hewl didin li her dibistanê berpirsiyarê dibistanê, muşahîdên sindoqan û parêzeran bi cih bikin. Bi pêşnûmaya qanûnî ya dawî pêwîste parêzer li dibsitanan bin.”
‘ME SEFERBERÎ DA DESTPÊKIRIN HÛN JÎ BIÇIN SER SINDOQAN’
Karahan, bang li hilbijêran jî kir û got: “Ji bo vîna hilbijêran di sindoqan de xwe bide der û hilbijartin di çarçoveyeke hiqûqî de bê kirin me ev seferberi da destpêkirin. Pir girîng e ku welatiyên me biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Teqez divê herkes biçe ser sindoqan. Em parêzer ji bo seferberiyê amade ne, divê hilbijêr jî ji bo seferberiya gel amade bin.”
MA / Berivan Altan