ŞIRNEX – Miftîtiya Navçeyê ya Cizîrê, ji bilî nimêjkirinê ketina mizgeftê ya M.K.’yê ku bi salan li Mezrika Îsa Axa meletî kir, qedexe kir.
Li Mezrika Îsa Axa ya Cizîra Şirnexê, di 3’yê Gulanê de li ser îxabarekê meleye mizgefta mezrikê M.K. hatibû binçavkirin û di heman rojê de jî piştî karên îfadedayînê hatibû berdan.
LI MELEYÊ KU BI KURDÎ WEAZ DIDAN MIZGEFT HAT QEDEXEKIRIN!
Di lêpirsînê de ji M.K.’yê ku bi salan li mizgefat ku ji aliyê gundiyan ve hat çêkirin meletî kir, hat pirsîn ku di nimêjên înên de di alyeha dewletê de xutbe daye an na û ji bo çi weazên xwe bi kurdî daye hat pirsîn. Piştî hat berdan der barê mele M.K. de lêpirsîn hat destpêkirin û piştî demeke kurt Mizftîtiya Navçeyê ya Cizîrê gazî wî kir. Miftîtiyê li ser nivîsa ku Walîtiya Şirnexê şandiye gazî mele kir. Miftîtiyê ji mele re got divê careke din xutbeyê û weazan nede. Her wiha miftîtiyê ji mele M.K. ku bêyî meaş e û gundî debara wî dikin, got ji bilî nimêjkirinê divê nekeve mizgeftê.
WELATIYAN LI PIŞ MELEYÊ KADROYÎ NIMÊJ NEKIR
Piştî vê bûyerê miftîtiyê meleyekî kadroyî tayînî mizgefta gund kir. Lê belê meleye ku di 4’ê Nîsanê roja Înê de hat mizgeftê û navê wî nehat hînbûn, ji ber ku cemaet nehat mizgeftê bêyî ku xutbeyê bide vegeriyaye navçeyê. Welatiyan destnîşan kir ku wan bi salan li pêyî mele M.K. nimêj kiriye û ya lê hatiye kirin neheqî ye. Hat hînbûn ku ji ber neheqî li mele M.K. hatiye kirin welatî ji bo nimêjê çûne mizgeftên din û meleye ku miftîtiyê ew tayîn kiriye ji wê rojê ve nehatiye mezrikê.
Welatiyên ku hîn jî li mizgeftên cin nimêja xwe dikin, diyar kirin ku heta qedexeya li ser mele M.K. neye rakirin ew ê tewra xwe nîşan bidin.