AMED – Riya ku taxên Lalebey û Alîpaşayê yên Sûra bi hev ve girêdide, bi perdeyên hesinî yên mezin hat girtin. Şêniyên taxê ku herî zêde vê riyê bi kar tînin heyirî mane. Her wiha riya ku ber bi mizgeftê ve diçe jî hatiye girtin. Şêniyên taxê bertek nîşanî vê yekê dan.
Li navçeya Sûrê ya Amedê di sala 2016’an de bi hinceta birîsk in, ji bo taxên Alîpaşa û Lalebeyê biryara “îstimlaqkirina lezgîn” hat girtin û piştî biryarê li taxan dest bi rûxandinê hat kirin. Niha li herdu taxan xebatên avakirinê didomin. Li Taxa Alîpaşayê ji ber guherandina îhaleyê demeke dirêj e rûxandin rawestiya, lê belê ev hefteyeke rûxandin dubare dest pê kir. Piştî ekîbên rûxandinê bi kemçeyan ketin taxê riyên ku ber bi taxan ve diçin bi perdeyên hesinî girtin. Şêniyên taxê bertek nîşanî vê yekê dan. Riya li Kuçeya Palûyê ku Taxa Lalebey û Alîpaşayê bi hev ve girêdide seranser bi perdeyên hesinî hatiye girtin. Welatiya bi navê Adîle Çelîk bertek nîşanî vê yekê da û got: “Hemû riyên me girtin. Ne ambulansek derbas dibe ne jî em dikarin biçin cihekî. Ji bo em nanekî bikirin em di sê kuçeyan re derbas dibin. Ev tirs ji bo çî ye hîn jî min fêm nekiriye.”
‘ME RÊ JÎ KIRÎN’
Çelîk ku li Taxa Lalebeyê rûdinê û bûye şahida hemû rûxandinê got: “Li taxê riyek jî nehiştin. Perdeyên hesinî heta ber deriyê malê jî anîn. Min ji wan pirsî ka ji bo çi vê yekê dikin. Kesê pîvan dikir got ‘Me ev rê jî kiriye.’ Em ketin qirika hevdu û me got ‘Ev riya taxê ye çawa tê firotin? Ev der aîdî cemaweriyê ye çawa tê firton?’ Wekî henekê xwe bike got ‘Tu hêrs dibî, ma qamyona te heye. Tu yê çi bikî ji rê?’ Belê, qamyona min tune ye lê mesele ne derbasbûyîna qamyonê ye. Dema tiştek bê serê kesekî/ê rê tune ye ku ambulans tê re derbas bibe.”
‘RIYA MIZGEFTÊ DIGIRIN Û BEHSA MISILMANTIYÊ DIKIN’
Çelîk, bi lêv kir ku ji êvarî heta sibehê ew ji ber dengê kemçeyan nikarin rakevin. Çelîk diyar kir ku hîn jî wan fêm nekiriye ka ji bo çi rê girtine û heta serê sibehêd ixebitin. Çelîk destnîşan kir ku ji meha Remezanê re hindik maye, lê belê riya mizgeftê hatiye girtin û got: “Em hemû rojiyê digirin. Hevjînê min diçe mizgeftê, niha rê girtiye em nikarin biçin mizgeftê jî. Camêra riya mizgeftê girtiye, lê behsa misilmantiyê dikin. Ev mirovine çawa ne, min fêm nekir. Ji roja ku rûxandin dest pê kiriye rögar vekirîne, bêhn berbelavî her derî dibe. Dema baran tê her der dixitime. Nexweşek me çêdibe, lê ambulans nikare bê taxê. Dema em îtiraz dikin, dibêjin ji xwe dê ev tax bê rûxandin. Hîn nehatiye rûxandin, mirov li vir dijîn. Ji niha ve me bi tiştekî nahesibînin. Ev du roj e di bin navê alîkariyê de komirê belav dikin. Eger dixwazin alîkariya me bikin, bila pêşî riyên me vebikin, bila sererast bikin. Havîn tê, em ê çi bikin ji komirê. Eger ji bo dengan be ji xwe em dengê xwe didin xwe, nadin komirê.”
MA / Esra Solin Dal