* Hilbijartina Iraqê ku 329 endamên parlamentoyê heye îro dest pê kir. Hemû sazî û rêxistinên neeweyî û navneteweyî yên ku ji bo hilbijartinê ewle hatine dîtin dê karibin hilbijartinê bişopînin. Piştî encam teqez bû, parlamento, dê karibe di nava endamê xwe de kesekî serokomar hilbijêre. Serokwezîrê ku Serokomar wî hilbijêre jî dê ji Lijneya Wezîran dengê baweriya parlamentoyê bixwaze.
Li Taxa Bostanîçiyê li ber taxê ocaxên keviran hatine çêkirin. Şêniyên taxê ji ber ocaxên kevirî nizanin dê çi bikin. Şêniyên taxê anîn ziman ku ji ber peqîna dînamîtan qurf dikeve nava wan û her wiha xaniyên wan jî zirarê dibînin.
* Ayşegul Efîltî, xwişka Gul Gulîzar Ayalp ku hevjînê wê Kemal Ayalp ew kuşt, ji bo xuşka xwe doza edaletê dike. Efîltî got: “Eger li vî welatî edalet hebûna, dê xuşka min sax bûna.”
* Her diçe hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê nêzîk dibe. Lê belê ligel vê mijara ku zêde xwe dide der jî ewlehiya sindoqan e. Meclîsên Pêvajoyên Hilbijartinê ji bo ewlehiya sindoqan di serî de li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê û bi tevahî li hemû bajaran xebatên xwe yên di vî warî de lezandin.
* Riya ku taxên Lalebey û Alîpaşayê yên Sûra bi hev ve girêdide, bi perdeyên hesinî yên mezin hat girtin. Şêniyên taxê ku herî zêde vê riyê bi kar tînin heyirî mane. Her wiha riya ku ber bi mizgeftê ve diçe jî hatiye girtin. Şêniyên taxê bertek nîşanî vê yekê dan.
* Miftîtiya Navçeyê ya Cizîrê, ji bilî nimêjkirinê ketina mizgeftê ya M.K.’yê ku bi salan li Mezrika Îsa Axa meletî kir, qedexe kir.
* Dê HDP di serê hefteyê de hem ji bo hilbijartina parlementeran hem jî ya serokomartiyê danezana xwe aşkere bike. Dê kampanyayeke li ser asasên rizgarbûyîna ji serdema tarî ya Tirkiyeyê û demokratîkbûyînê bir ê ve bibe.
* Endamê Tevgera Bê Te Nabe Parêzer Selîm Karahan diyar kir ku wan bi projeya “ji bo her dibistanê parêzerek” ji bo ewlehiya hilbijartinê seferberi daye destpêkirin. Karahan bang li herkesî kir ku biçin ser sindoqan.
* Gundiyên goma Çîmenlî ya gundê Gêman a navçeya Çelê, ji ber qedexeyên li herêmê ajalên xwe difiroşin, koçî rojava dikin û di înşeatan de dixebitin. Gundiyan, diyar kirin ku êdî ew dixwazin axa wan azad bibe û bi awayekê azad sewalkariyê bikin.
* Welatî û esnafên Geverê ji ber Qeyûma Geverê xizmeta binesaziya bajar nake bi hêrs in. Esnafan, diyar kirin ku ji ber Qeyûm xizmeta rê û kolanan nake, her ku baran dibare her der dibe herî û dema zuha dibe jî her der dibe toz û xwestin qeyûm biçe.
* Pişti êrişa TSK û komen selefî yên ASA'yê ya li ser Efrîn'ê, dagirkirina bajêr û gundewarên wê bi guhêrtina demografiyê berdewam dike.
* Danişîna doza parêzerên OHP'ê û ÇHP'ê yên ku li Tunela Beyoglu, êrîşên li ser Navçeya Cizîrê şermezar kirin û doz li wan hat vekirin, dê li 36'emîn dadgeha cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.00)
* Karkerên taşeron ên şaredariya Avcilar a Stenbolê bi armanca meaşê xwe bistînin dê li ber avahiya şaredariyê çalakiyê pêk bînin. (09.30)
* Danişîna endam û rêveberên OHD û TUAD'ê yên bi KHK'ê ji kar hatin dûrxistin dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)
* Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag bi îdîaya "heqaret li serokomar kiriye" dê li 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna doza 46 parezerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ji "Doza parêzeran a KCK" tên darizandin dê li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Wanê, dê der barê serlêdana bernamzetan û xebatên hilbijartinê de li avahiya HDP'ê ya Wanê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00)
* Parêzer û parazvanên mafên mirovan dê Nobeta Edaletê ku her hefte liber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê pêk tînin dê di hefteya 57'an de berdewam bike. (11.30)
* Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê buroya hilbijartinê veke. (14.00)
* Namzetê Serokomariyê yê CHP'ê Muharrem Înce, dê li Qada Cumhuriyetê ya Colemêrgê xîtabî gel bike. (15.30)
* Çalakiya malbatên Roboskê ku her hefte ji bo hesap ji kujerên zarokên wan bê pirsîn dê di hefteya 332’an de li ser goristanê berdewam bike. (16.00)