MÊRDÎN – Heyeta ku di navde sefirên ji bakurê welatên ewropayê jî hebûn, hatin Tirkiyeyê û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ziyaret kirin.
Heyeta welatên bakurê ewropa ku gelek sefîr jî di navde hebûn hatin Mêrdînê û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê siyasetmedar Ahmet Turk li gundê wî Qesra Qenco ya Dêrikê ziyaret kirin. Heyeta ku di navde sefîrên Swêdê Lars Wahlund, yê Danimarkayê Svend Olling, yê Finlandiya Paivi Kairamo, yê Norveç Vegard Ellefsen û yê Hollanda Anders Holmen Gulbrandsen jî hebûn hatin gundê Qesra Qenco û ji aliyê Turk ve hatin pêşwazîkirin.
Heyeta ku Turk li mala wî ziyaret kir li ser geşedanên dawî yên siyasî û rewşa Tirkiye axivîn.