MÊRDÎN – Rexistina HDP'ê ya Mêrdînê piştî Koordinasyona Bajar a Hilbijartinê starta hilbijartinê aşkere kir, ewil çûn Gundê Stilêlê yê Zanyarê kurd Musa Anter ziyaret kirin.
Koordînasyona Bajar a Hilbijartinê ya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, piştî starta hilbijartinê aşkere kir, ewil çûn Gundê Stilîlê yê Zanyarê Kurd Musa Anter ziyaret kirin. Di ziyaretê de endam û reveberên HDP, DBP, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn. Heyet bi dirûşmeyên "Bijî HDP" hatin pêşwazîkirin. Heyetê li gund gora Anter ziyaret kir û piştre çûn li nav gund geriyanû welatî ziyaret kirin.