Di erdhejê de tişta ku desthilatê nikaribû bike kirin

img
AMED - Di ser erdhejan re salek derbas bû. Di vê pêvajoyê de girîngiya platformên sivîl zêdetir derket holê. Ji Maseya Krîzê ya ku wê demê xwe gihand 250 hezar mexdûrên erdhejê Abdussamed Ûcaman got: "Eger ji me re bihiştana, me dikarîbû li bajarên derdorê jî ev pergal bimeşanda."
 
Di ser erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6 re ku di 6'ê Sibata 2023'yan de li Mereşê çêbûn û bandor li 11 bajaran kirin, salek derbas bû. Ji bajarên ku bandor ji erdhejê girtin yek jê jî Amed bû. Li gorî daneyên fermî li Amedê 22 avahî hilweşiyan. Di avahiyên hilweşiyan de 414 kesan jiyana xwe ji dest dan û 912 kes jî birîndar bûn. Wekî herêmên din ên erdhejê, li vir jî saziyên pêwendîdar ên dewletê têk çûn. Yên ku birînên bajêr cebirandin, saziyên sivîl bûn. 
 
Piştî erdhejê di demeke kurt de 84 saziyên sivîl ên di çarçoveya Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê de ji bo pêdiviyên lezgîn ên wekî stargeh, xwarin, paqijî û makîneyên kar zend û bend badan. Rêxistinên sivîl ên wekî hemû odeyên TMMOB'ê, sendîkayên girêdayî KESK'ê, komeleyên ekolojiyê, rêxistinên rojnamevanî, tibî û odeyên bazirganiyê ewil hewcedarî tespît kirin. Dû re bi tîmên hatin avakirin alîkariya mexdûrên erdhejê hat kirin. Piştî demekê tora hevgirtinê ya navborî berê xwe da Mereş û Semsûrê û alîkariya mexdûrên erdhejê kir. 
 
Endamê Lijneya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a TMMOB'ê Abdussamed Ûcaman ku di nava koordînasyona wê demê de cih girt, pêvajoya erdhejê nirxand. 
 
Ûcaman bal kişand ku şaredariya bajêr 8 sal in di bin rêveberiya qeyûman de ye û got ku ji ber qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, aktorên ku dê der barê bajêr de biryarê bidin ne di nava mekanîzmaya biryardayînê de ne. 
 
Ûcaman bi bîr xist ku wan platformeke ku ji pirsgirêkên bajêr re bibe bersiv ava kiriye û di dema erdhejê de jî vê platformê kedeke mezin daye. Ûcaman got: "Piştî erdhejê me maseya krîzê amade kir. Piştî erdhejê me civîna ewil li dar xist. Li bajêr alozî derket. Pêşî li ser kêmbûna qadên kombûnê gengeşî hatin kirin. Bi vî awayî me kir ku wesayît karibin biçin bên. Her wiha me di cî de makîneyên ku bên bikaranîn tespît kirin û me berê xwe da kavilan." 
 
'ME ALÎKARIYA 250 HEZAR MEXDÛRAN KIR'
 
Ûcaman bilêv kir ku di dema erdhejê de alîkarî gihandine 250 hezar mexdûrên erdhejê û wiha got: "Hevalên me çûn herêmê. Piştî demekê panika gel kêm bû. Di wê serdemê de desthilata heya sê rojên ewil tune bû. Paşê gav bi gav dest bi astengkirina van xebatan kir. Herî dawî dest bi astengkirina xwarin û alîkariyên ku me ji bo mexdûran berhev kiribûn kirin. Tenê me di warê teknîkî d enikaribû mudaxilî kavilan bike, lê em heya roja dawî xebitîn." 
 
'GER JI ME RE BIHIŞTANA...'
 
Ûcaman anî ziman ku di dema erdhejê de li bajarên ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin zehmetiyên xebatê bi zelalî rû dane û wiha got: "Girîngiya biryargirtinê ya di rêveberiya karesatê de derket holê." Ucaman bal kişand ku hişyariyên ku piştî erdhejê kirine, li ber çavan nayên girtin û wiha got: "Li qiraxa Çemê Dîcleyê ku di bin xeteriya lehiyê de ye, konebajar çêkirin. Me ew hişyar kirin û xwest konan li nêzî nexxweşxaneyan deynin. Lê guh nedan me. Piştî 3 rojan, kon di bin avê de man. Ger ji me re bihiştana me yê pergaleke ku mirov karibin xwe bi xwe rêve bibin ava bikira. Me yê karibûya vê pergalê li bajarên derve jî pêk bianiya." 
 
Ûcaman diyar kir ku piştî erdhejê soz nehatine dayîn û wiha axivî: "Li vî bajarî pêdiviya zêdetirî 10 hezra mirovî a ji bo xaniyan nehat dabînkirin. Ji sozên ku hatin dayîn jî tu tişt bi cih nehat. Malên ku mirova karibin bi ewlehî lê bijîn pêwîst e. Divê desthilat hemû pêdiviyan bi cih bîne. Lê dîsa jî çavê wê li bêrîkên mexdûran e. Dibêje ‘min ev qas daye, tu yê mayî jî bidî’, ‘Hûn ê li cihekî bijîn. Wekî din, ne li wir'. EM ê vê yekê bişopînin."
 
BERNAMEYA KOMELEYÊ
 
Ûcaman bal kişand ku wan Komeleya Îdareya Afetê û Piştevaniyê ava kiriye û wiha dewam kir: "Tenê bi rêveberiya desthilatê hûn nikarin xwe biparêzin. Platform dê di pêşerojê de li ser vê yekê tevbigere. Em ê bi tecrûbeya xwe ya di dema erdhejê de xebatên ku em ê çawa mudaxileyî karesatên muhtemel bikin bixebitin. Destpêka pirsgirêkan ji pêvajoya avakirinê dest pê dike. Her wiha em ê hewl bidin ku çareseriyan peyda bikin ka gel çawa dikare bi lez û bez bigihêje hewcedariyên xwe yên tenduristiyê."
 
MA / Şîlan Çîl

Sernavên din

13/07/2024
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin
09:18 'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'
09:16 Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin
09:11 Di 14’ê Tîrmehê de li seranserî Almanya dê azadiya Ocalan bê xwestin
09:07 Nivîskar û siyasetmedar Aykoç: Divê rêxistinên Kurdistanî li ber êrişan rabin
09:04 Dayika girtiyê xistine hucreya yek kesî: Em Serokatî û zarokên xwe dixwazin
09:02 Nexweşiya hunermenda girtî Nûdem Durak lê giran dibe
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2024'AN
12/07/2024
22:53 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Deng derxin
20:49 Li Bagokê liv û tevgera helîkopteran
20:16 Ji bo nûçeya nûçeya destdirêjiyê biryara astengkirinê
18:59 Atayê pençeşêr lê peyda bûye serbest hat berdan
18:48 Dayika Aştiyê Çerî jiyana xwe ji dest da
16:54 Rapora OHD’ê ya girtîgehê: Kurdî tê sansurkirin, mafê tenduristiyê tê binpêkirin
16:15 Li Nepalê du otobus ketin çem: Herî kêm 66 kes mirin
15:51 Jina ku 20 roj in winda ye bi awayekî qetilkirî hate dîtin
15:26 Ji bo betalkirina rêziknameya ‘îlana şer’ serlêdan hate kirin
15:16 Balafirên şer devera Biradostê bombebaran kirin: 2 welatî birîndar bûn
14:49 CPT: Tirkiyeyê di nava 27 rojan de 285 caran herêm bombebaran kir
14:46 Li Amedê panel: Divê em teqez dev ji lêgerîna maf bernedin
14:12 TPAO û TPIC li Gabarê bi teqandina dînamîtan xwezayê talan dike
14:00 Serokê Tevgera Babilyon: PDK rê dide artêşa Tirkiyeyê
13:12 Polîsan bi ser mala Beyoglû yê AKP’î de girtin
13:10 Hat îdiakirin ku li Geverê SÎHA’yek ket
13:10 Li Nisêbînê mirina biguman
13:09 Dîmenê helîkoptera Skorsky ku hatibû xistin hat weşandin
13:08 Şaredariya AKP'ê pirsgirêkê red kir, şaredariya DEM Partiyê çareser kir
12:59 94 sal bi ser komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûn: Hin wêneyên komkujiyê ku nayên zanîn
12:18 PDK bazirganiya petrola qaçax dike
12:03 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Parlamenterê Iraqî: Li dijî êrişan gavên baş nayên avêtin
11:12 Hevdîtinên ‘Nan û Edalet’ di 19’ê tîrmehê de dest pê dikin
10:57 Rojnameger Zerdeşt: Pratîkên malbata Barzanî xiyanet jî derbas kirin
10:45 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê girtî Kaytan dîsa serî li Konseya Ewropayê hate dayîn
10:27 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê dê 3 rojan li NY’ê bê nîqaşkirin
10:24 Tevî nerazîbûnan jî Pakêta Darazê ya 9’emîn li komîsyonê hat qebûlkirin
09:47 Cenazeyê rojnamevan Birahîm bi awayekî girseyî hate oxirkirin
09:10 Av. Ozkaplan: Ji ber ku Bişar Atli bi unîforma bû hat parastin
09:08 DEDAŞ’ê berhemên çandiniyê yên cotkaran hişk kir
09:01 Piştî 8 salan li Şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê hat vekirin
09:00 Dayikên Botanê: Yê ku axa Kurdistanê radestî dijmin dike bila nebêje em kurdin
09:00 ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:58 Li Sûrê bi çekan êrişî 2 kafeyan hate kirin
08:20 Rojnamevanê di êrişa dewleta tirk de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11/07/2024
22:39 Nobeta li dijî desteserkirina vînê didome
21:45 Hatîmogullari: Destûra Bingehîn a demokratîk mutabaqata herî berfireh e
20:40 Alî Yaşa yê gava li ber mirinê hat berdan, jiyana xwe ji dest da
18:49 Li Cizîrê semînera 'i tundiya li ser jinê re bes e'
18:36 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê da
16:56 Dema binçavkirina rojnamevan Topaloglû hate dirêjkirin
16:29 Li Midyadê jinek hate qetilkirin
15:48 Êrişên dewleta tirk tên şermezarkirin
15:11 Jina tundî lê hate kirin xwe parast
14:11 Tûncelê serdana ESP’ê kir: Divê têkoşîna yekgirtî bê xurtkirin
13:52 Hesabê JINNEWS kurmancî yê X’ê hat astengkirin
13:49 TEV-ÇAND: Li dijî dagirkeriyê em banga berxwedanê dikin
13:47 ÎSÎG: Di 6 mehan de 878 karker jiyana xwe ji dest dane
13:39 Şandeya Iraqê ji bo ku êrişên dewleta tirk lêkolîn bike li Hewlêrê ye
13:09 Îdiaya ‘xemsariyê’ derewandin
12:59 Li Girê Baharê helîkoterek hate xistin
12:53 Li Komeleya Anadoluyê li hemberî 13 zarokan tacîza zayendî hatiye kirin
11:59 OHD: Li Marînê îşkence û tacîza zayendî hate kirin
11:58 Hinceta cezayê li Akiş hatiye birîn: Îdiayên dozgerê ‘lêgerîna wî ji FETO2yê heye’
11:42 Mihemed: Dezgeha Parastinê cihên ji bo bombebaranê nîşanî balefirên tirk dide
11:29 Bi çekê êrişî Serokê Meclisa Odeya Bazirganiyê ya Geverê kirin
11:20 Rojnamevan û çalakvanên iraqî li dijî êrişên Tirkiyeyê kampanya dan destpêkirin
10:45 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:35 Dr. Berwarî: Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire
10:33 Li Filipînê bi pileya 7,1 erdhej çêbû
10:11 Cebar Yawer: Bêdengiya li dijî êrişan metirsiyek mezin e
10:06 UNICEF’ê av li ser wargehên li Şehbayê birî
09:55 Şaredariya Rezanê plana xwe ya ‘Stratejîk’ bi gel re diyar dike
09:41 Ji Çelê leşker sewqî Herêma Kurdistanê hatin kirin
09:29 Li Wanê Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil tên çalakkirin
09:12 Berxwedana li dijî tecrîdê: Divê her kes berpirsiyariyê hilgire
09:10 Tekîk: Li Bilexşê travmaya salên 90'î anîn serê gel
09:06 Bi ruhê azadiyê derket rê û coş û kêfê da meşê
09:05 Girtiyê ku bi neheqî 42 sal ceza lê hatiye birîn nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Şandeya Iraqê dê êrişên dewleta tirk lêkolîn bike
08:33 Li Afyonê li pey hev erdhej çêbûn
10/07/2024
23:10 Di nobeda li Stenbolê de banga 'deng derxîne'
22:51 Zeynep Boga bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
22:33 Rojnamevan Topaloglû hat binçavkirin
21:29 Platforma Jinan a Enqereyê ji bo Colemêrgê di nobetê de ye
20:29 Hatîmogullari: Gezî berxwedaneke ji bo azadiyê bû
17:07 Begît di civîna meclisa Şaredariya Bajarê Mezin de hate şermezarkirin
16:19 Li Licê agir bi daristanê ket