Meşvanên Azadiyê li Elbakê ne

WAN - Kesên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin li navçeya Elbakê ku gihiştinê serdana dikandaran kirin. 

Kesên beşdarî “Meşa Mezin a Azadiyê” bûn ku bi daxwaza pêkhatina azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd starta wê hate dayîn piştî navçeya Payîzava ya Wanê gihiştin Elbakê. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî ku di meşê de cih digirin li ber Rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. 
 
Meşvanên Azadiyê ku bi sedan kesên li avahiya navçeyê kom bûn yek bi yek silav kirin, serdana dikandaran dikin. 
 
DUNDAR: PIŞTGIRIYÊ BIDIN MEŞA ME
 
Ji Meşvanên Azadiyê Parlamenterê Wanê Mahmût Dundar yek bi yek bi sedan kesên li navçeyê li hev civiyan silav kir û got: "Meşa Azadiyê ya ku me daye destpêkirin wê Kurdistanê azad bike. Îro gelê me yê Wanê li dijî hemû meylên faşîzmê piştgirî da me. Em li Payîzavayê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Em dizanin ku heta gelê me bi me re be em ê bigihêjin armanca xwe. Gelê hêja, hûn dizanin ev sed sal in li ser vê xakê zilm û zordarî heye. Em jî wek gelên din dibêjin li dijî vê zilma ku ev sed sal in berdewam dike rawestin. Em wek gelê kurd dixwazin li axa xwe, bi ziman û çanda xwe bi azadî bijîn. Em vê dixwazin. Gelê kurd 40 sal in li ber xwe dide. Divê êdî zarokên gelê kurd û gelê tirk neçin binê erdê, ev meş ne ​​tenê ji bo gelê kurd, ji bo azadiya hemû gelan e, piştgirî bidin vê meşê, destê xwe bidin destê me, em vê meşê heta dawiyê bibin. Bêyî şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan aştî dêê neyê vê xakê. Birêz Ocalan qasidê aştiyê ye. Ji ber vê yekê divê mifteya Îmraliyê bê şikandin."
 
ŞEDAL: MUXATAB BIRÊZ OCALAN E
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, malavayiya elbakiyan kir ji bo pêşwazîkirina bi coş. Şedalê diyar kir ku di dîroka dagirkeran de her tim mirin, komkujî û îşkence wekî nexşerêyê hatiye diyarkirin û got: "Gelê kurd her tim para xwe ji serhildanê girtiye. Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Heya hûn wekî muxatab birêz Ocalan esas negirin, heta ku tecrîd neyê şikandin aştî pêk nayê. Heta ku tecrîd neyê şikandin û birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd çareser nabe. Hemû kesên ku îro aştiyê dixwazin bila piştgiriyê bidin têkoşîna me. Teqez em ê bi ser bikevin." 
 
Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ku spasiya gelê Elbakê kir, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan. Zeydan bal kişand ser meşê û got: "Gelê kurd ji bo di nava aştî û wekheviyê de bijî têdikoşe. Ji bo vê jî 'Meşa Azadiyê' hat destpêkirin. Gelê kurd 40 sal in li ber xwe dide. Her wiha bedelên mezin dane. Gelê me ji bo jiyaneke hevpar, wekhev û azad di vê meşê de ye. Ji bo dengê birêz Ocalan bigihêje civakê meş hat destpêkirin. Dema dengê birêz Ocalan hat bihîstin atmosfera aştiyê ava dibe. Ji ber vê yekê divê hemû gelên Tirkiyeyê destekê bidin vê meşê. Dema ku tecrîda li ser Birêz Ocalan bê şikandin hêviya aştiyê jî wê çêbibe." 
 
Namzetên Hevşaredarên Elbakê Şengul Polat û Fevzî Caner jî bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û gotin ku Meşa Azadiyê gelekî girîng e.
 
SERDANA DIKANDARAN HAT KIRIN
 
Piştî daxuyaniyê namzetên hevşaredarên Wan û Elbakê û Meşvanên Azadiyê bi hev re dikandaran ziyaret kirin. Di ziyaretê de li Kolana Kadîr Sarûhan der barê "Meşa Mezin a Azadiyê" de agahî hatin dayîn.
 
 

Sernavên din

13/07/2024
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin
09:18 'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'
09:16 Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin
09:11 Di 14’ê Tîrmehê de li seranserî Almanya dê azadiya Ocalan bê xwestin
09:07 Nivîskar û siyasetmedar Aykoç: Divê rêxistinên Kurdistanî li ber êrişan rabin
09:04 Dayika girtiyê xistine hucreya yek kesî: Em Serokatî û zarokên xwe dixwazin
09:02 Nexweşiya hunermenda girtî Nûdem Durak lê giran dibe
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2024'AN
12/07/2024
22:53 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Deng derxin
20:49 Li Bagokê liv û tevgera helîkopteran
20:16 Ji bo nûçeya nûçeya destdirêjiyê biryara astengkirinê
18:59 Atayê pençeşêr lê peyda bûye serbest hat berdan
18:48 Dayika Aştiyê Çerî jiyana xwe ji dest da
16:54 Rapora OHD’ê ya girtîgehê: Kurdî tê sansurkirin, mafê tenduristiyê tê binpêkirin
16:15 Li Nepalê du otobus ketin çem: Herî kêm 66 kes mirin
15:51 Jina ku 20 roj in winda ye bi awayekî qetilkirî hate dîtin
15:26 Ji bo betalkirina rêziknameya ‘îlana şer’ serlêdan hate kirin
15:16 Balafirên şer devera Biradostê bombebaran kirin: 2 welatî birîndar bûn
14:49 CPT: Tirkiyeyê di nava 27 rojan de 285 caran herêm bombebaran kir
14:46 Li Amedê panel: Divê em teqez dev ji lêgerîna maf bernedin
14:12 TPAO û TPIC li Gabarê bi teqandina dînamîtan xwezayê talan dike
14:00 Serokê Tevgera Babilyon: PDK rê dide artêşa Tirkiyeyê
13:12 Polîsan bi ser mala Beyoglû yê AKP’î de girtin
13:10 Hat îdiakirin ku li Geverê SÎHA’yek ket
13:10 Li Nisêbînê mirina biguman
13:09 Dîmenê helîkoptera Skorsky ku hatibû xistin hat weşandin
13:08 Şaredariya AKP'ê pirsgirêkê red kir, şaredariya DEM Partiyê çareser kir
12:59 94 sal bi ser komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûn: Hin wêneyên komkujiyê ku nayên zanîn
12:18 PDK bazirganiya petrola qaçax dike
12:03 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Parlamenterê Iraqî: Li dijî êrişan gavên baş nayên avêtin
11:12 Hevdîtinên ‘Nan û Edalet’ di 19’ê tîrmehê de dest pê dikin
10:57 Rojnameger Zerdeşt: Pratîkên malbata Barzanî xiyanet jî derbas kirin
10:45 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê girtî Kaytan dîsa serî li Konseya Ewropayê hate dayîn
10:27 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê dê 3 rojan li NY’ê bê nîqaşkirin
10:24 Tevî nerazîbûnan jî Pakêta Darazê ya 9’emîn li komîsyonê hat qebûlkirin
09:47 Cenazeyê rojnamevan Birahîm bi awayekî girseyî hate oxirkirin
09:10 Av. Ozkaplan: Ji ber ku Bişar Atli bi unîforma bû hat parastin
09:08 DEDAŞ’ê berhemên çandiniyê yên cotkaran hişk kir
09:01 Piştî 8 salan li Şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê hat vekirin
09:00 Dayikên Botanê: Yê ku axa Kurdistanê radestî dijmin dike bila nebêje em kurdin
09:00 ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:58 Li Sûrê bi çekan êrişî 2 kafeyan hate kirin
08:20 Rojnamevanê di êrişa dewleta tirk de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11/07/2024
22:39 Nobeta li dijî desteserkirina vînê didome
21:45 Hatîmogullari: Destûra Bingehîn a demokratîk mutabaqata herî berfireh e
20:40 Alî Yaşa yê gava li ber mirinê hat berdan, jiyana xwe ji dest da
18:49 Li Cizîrê semînera 'i tundiya li ser jinê re bes e'
18:36 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê da
16:56 Dema binçavkirina rojnamevan Topaloglû hate dirêjkirin
16:29 Li Midyadê jinek hate qetilkirin
15:48 Êrişên dewleta tirk tên şermezarkirin
15:11 Jina tundî lê hate kirin xwe parast
14:11 Tûncelê serdana ESP’ê kir: Divê têkoşîna yekgirtî bê xurtkirin
13:52 Hesabê JINNEWS kurmancî yê X’ê hat astengkirin
13:49 TEV-ÇAND: Li dijî dagirkeriyê em banga berxwedanê dikin
13:47 ÎSÎG: Di 6 mehan de 878 karker jiyana xwe ji dest dane
13:39 Şandeya Iraqê ji bo ku êrişên dewleta tirk lêkolîn bike li Hewlêrê ye
13:09 Îdiaya ‘xemsariyê’ derewandin
12:59 Li Girê Baharê helîkoterek hate xistin
12:53 Li Komeleya Anadoluyê li hemberî 13 zarokan tacîza zayendî hatiye kirin
11:59 OHD: Li Marînê îşkence û tacîza zayendî hate kirin
11:58 Hinceta cezayê li Akiş hatiye birîn: Îdiayên dozgerê ‘lêgerîna wî ji FETO2yê heye’
11:42 Mihemed: Dezgeha Parastinê cihên ji bo bombebaranê nîşanî balefirên tirk dide
11:29 Bi çekê êrişî Serokê Meclisa Odeya Bazirganiyê ya Geverê kirin
11:20 Rojnamevan û çalakvanên iraqî li dijî êrişên Tirkiyeyê kampanya dan destpêkirin
10:45 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:35 Dr. Berwarî: Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire
10:33 Li Filipînê bi pileya 7,1 erdhej çêbû
10:11 Cebar Yawer: Bêdengiya li dijî êrişan metirsiyek mezin e
10:06 UNICEF’ê av li ser wargehên li Şehbayê birî
09:55 Şaredariya Rezanê plana xwe ya ‘Stratejîk’ bi gel re diyar dike
09:41 Ji Çelê leşker sewqî Herêma Kurdistanê hatin kirin
09:29 Li Wanê Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil tên çalakkirin
09:12 Berxwedana li dijî tecrîdê: Divê her kes berpirsiyariyê hilgire
09:10 Tekîk: Li Bilexşê travmaya salên 90'î anîn serê gel
09:06 Bi ruhê azadiyê derket rê û coş û kêfê da meşê
09:05 Girtiyê ku bi neheqî 42 sal ceza lê hatiye birîn nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Şandeya Iraqê dê êrişên dewleta tirk lêkolîn bike
08:33 Li Afyonê li pey hev erdhej çêbûn
10/07/2024
23:10 Di nobeda li Stenbolê de banga 'deng derxîne'
22:51 Zeynep Boga bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
22:33 Rojnamevan Topaloglû hat binçavkirin
21:29 Platforma Jinan a Enqereyê ji bo Colemêrgê di nobetê de ye
20:29 Hatîmogullari: Gezî berxwedaneke ji bo azadiyê bû
17:07 Begît di civîna meclisa Şaredariya Bajarê Mezin de hate şermezarkirin
16:19 Li Licê agir bi daristanê ket