MÊRDÎN - Koordînasyona Hilbijartina Mêrdînê ya HDP’ê, starta hilbijartinê da. Hevserokê HDP’a Mêrdînê Alî Sîncar, diyar kir ku hesabên ew bipirsîn hene û bang li gel kir ku li dora partiye bibin yek.
Koordînasyona Hilbijartina Partiya Demokratîk a Galan (HDP) a Mêrdînê, li avahiya partiyê ya Nisêbînê kom bûn û civîna çapemeniyê pêk anî. Rêveberên HDP û DBP’ê, gelek welatî û 16 jê jin 86 bernamzetên HDP’ê beşdarî civînê vûn. Koordînasyonê, di civînê de starta xebatên hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê da. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevserokê HDP’a Mêrdînê Alî Sîncar, axivî û wiha got: “Emê bi rêxistinbûnek mezin xebatên xwe yên hilbijartinê bi rêve bibin.”
‘HDP DÊ BIBE RÊYA AZADIYÊ’
Sîncar, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Hesabên em bipirsin hene. Her denga ku ji bo HDP’ê bê dayîn, dê hesabên sûcên li dijî gelê me hatin kirin, bên pirsîn. Li dijî hemû zextan me tu carî serî netewand û em ê ji vîr û şûn de jî netewînin. HDP dê bibe rêya azadiyê. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dora HDP’ê kom bibin.”