CENEVRE - Cîgirê Serokê PEN'a Navneteweyî Eugène Schoulgin, diyar kir ku li Tirkiyeyê rojnamegeriyek azad tune ye û wiha got: "Pirsgirêka esasî siyasetmedarên ku welat bi rêve dibin, li şûna bêjin em çawa şert û mercê jiyana asayî, azad û demokratîk ava bikin, dijberî vê yekê hewl didin ku çawa bêtin bi eciqînin. Pêdivî rê û navendên kirrîn û firotinê tune. Pêdivî bêtir bi demokrasiyê heye."
Li welatên ewropa tablo û rewşa Tirkiye di dema dawî de zêde tê niqaşkirin. Welatên Ewropayê ku heta çend sal berê piştgirî didan hikûmeta AKP'ê û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, niha li dijî wê helwestên hişk nişan dide. Cîgirê Serokê PEN'a Navneteweyî Eugène Schoulgin yê li gelek welatên cîhanê geriya ye, lêkolin kiriye, polîtîkayên AKP'ê û Erdogan rexne kir. Nivîskarê Norwecî Eugène Schoulgin, li ser pirsgirêka kurd û polîtikayên hikûmeta AKP'ê axivî.
'LI TIRKIYE TU WATEYA HILBIJARTINÊ TUNE YE'
Nivîskar Schoulgin, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke nebûna pergala polîtîkaya rast e û wiha got: "Li Tirkiyeyê pergal li ser lîstikên hêzê hatiye avakirin. Bi mirovan re dikevin rê, bi wan re partiyê ava dikin, piştî ku bûn hêz û îktîdar pişta xwe didin wan. Li şûna ku ji bo gelê xwe jiyanek aram, demokratîk û azad ava bikin, bêtir gel di bin piyê xwe de di eciqînin. Ji bo bêtir bibin xwedî hêz pêl wan dikin. Zêde li pirsa ‘Polîtîkayek çawa, demokrasiyek çawa?' nagerin. Lê di polîtîkaya rastîn de divê demokrasiyê têxin xizmeta civakê. Divê her tişt ji bo gel be. Ji bo ku bêtir welat xweşik bikin, aramî, demokrasî û azadiyê zêde bikin. Lê li Tirkiyeyê ferasetek wisa tune ye. Li şûna Demokrasiyê pêş bixin, rêyan çê dikin. Navendên bazirganî, kirîn û firotinê avadikin. Di serdema Romayê de jî digotin “Sîrk û xwarinê bidin mirovan. Ya ku li Tirkiyeyê tê kirin jî dikevin kurala “Nan" û “Sirkê”. Ev kurala polîtîk 2 hezar salin heye. Di ve serdemê de li welatên ku ji sedî 100 diktatorî hebe jî dîsa qala demokrasiyan tê kirin. Hilbijartin tên kirin. Niha li Tirkiye dê hilbijartin pêk bên. Lê tu wateya wan tune ye. Ji ber ku vê îktidarê her tişt li gorî xwe amae kiriye. Her tiştî ew bi rêve dibin û li gorî xwe bi rêve dibin."
'PIRSGIRÊKA KURD DI DILÊ HEMÛ PIRSGIRÊKAN DE CIH DIGIRE'
Schoulgin, destnîşan kir ku li Tirkiye pirsgirêka kurd di navend û dilê hemû pirsgirêkan de cih digire û wiha got: "Heta ku hûn bi kurdan re şer bikni û wn qebûl nekin hûn nikarin tu pirsgirêkan çareser bikin. Divê hûn hurmetê nîşanî nirxên wan û mafên wan bidin. Îro nifûsa kurdan ji sedî 15-20 ye. Her ku hûn zextan li ser wan bikin hûn dê çawa demokrasiyê pêş bixin. Kurt ne pirsgirêk in, pirsgirêka nedayîna mafê wan heye. Ger ku mafê kurdan hatibûya dayîn û hurmet nîşanî wan dabûya dê îro rewş û asta Tirkiye pir cuda bûya.
'LI TIRKIYEYÊ ÇAPEMENÎ TU CARÎ AZAD NEBÛ'
Cîgirê Serokê PEN'a Navneteweyî Eugène Schoulgin, herî dawî bal kişand ser azadiya çapemeniyê û wiha bi dawî kir: "Li Tirkiyeyê tu carî çapemenî azad nebûye. Her dem çapemenî di bin zextan de ye. Min di sala 1994'an de li Enqereyê Rojnameya Ozgur Gundemê ziyaret kir. Min ferq kir ku hemû pir ciwan in. Min ji ciwanek jin a rojnameger pirsî. Min got “Rojnamegerên temen mezin li ku ne?' Wê jî bi ken bersîv da û got 'Hemû kuştin', Hem rastî nîşan dida. Rojnameger hatin girtin. Hatin windakirin û avêtin zindanan. Li Tirkiye hewl didin ku rojnamegerên kurd ên girtî tev li lîsteya rojnamegerên girtî nekin. Ev zêde nayê famkirin.
MA / Ruştu Demirkaya