ENQERE - Parêzer Gonca Aytaş, bi sedema ku TRT bi awayekî wekhev cih nade partiyên siyasî, îhtarname şand TRT'ê.
Parêzer Gonca Aytaş, bi sedema ku TRT wekhev cih nade partiyên siyasî û li gorî peymanê tev nagere bi daxwaznameyekê îhtarname şand ji TRT'ê re. Prz. Aytaş, diyar kir ku ji bo weşanek wekhev û bê alî bike, para ku hatiye tesîskirin li dijî armancê bikar tîne. Prz. Aytaş, anî ziman ku mafê weşana wekhev hatiye îhlalkirin û TRT bi alî tev digere û bûye arûma propaganda hilbijartinê ya AKP'ê.
Aytaş, anî ziman ku ji ber TRT erk û peywira xwe xerab bikar tîne, dê der barê Midûrê Giştî yê TRT'ê Îbrahim Eren, Serokê Daîreya Nûçeyan Yaşar Taşkin Koç û berpirsiyarên din de serlêdana sûc bike. Aytaş, ani ziman ku TRT ya ku mîtînga Muarrem Înce ne weşand, wekhev tev negeriya ye û ji ber vê yekê îhtar ji wan re şandiye. Aytaş anî ziman ku TRT, bûye amûra propaganda hilbijartinê ya AKP’ê.