Nobetên Edaletê didomin: Roja roja azadiyê ye

  • rojane
  • 16:50 29 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên Nobetên Edaletê destnîşan kirin ku heta digihin armanca xwe dê têkoşîna xwe bidomînin. Malbatên girtiyan ên li Wanê wiha gotin: “Êdî roj roja azadiyê ye. Em ê mil bidin milê hev û vê bihûqiyê ji holê rakin.”
 
 
Nobeta Edaletê ku li gelek bajaran bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind tê ragirtin û 35 meh in agahî jê nayên girtin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin îro jî berdewam kirin.
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (WAN TUHAY-DER) li Wanê hatiye destpêkirin di roja 56’an de didome. Çalakî li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê tê domandin û îro parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Wanê Gulderen Varli, malbatên girtiyan ên li Erdîşê, şêniyên Taxa Altintepeyê û gelek kesan serdana nobetê kirin. 
 
 
Dayika girtî, Azîze Çakir a di serdanê de axivî, bal kişand ser zextên li dijî girtiyan û wiha got: “Me weke gelê kurd xwe nû nas kir, ev yek jî bi saya Serok Ocalan pêk hat. Em êdî şer naxwazin.” Dayika girtî Şefîka Ekîncî jî xwest ku daxwazên girtiyan ên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn û tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin. Ekîncî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em êdî naxwazin xwîn were rijandin. Li ser girtiyên me û birêz Ocalan zulm û zordarî heye. Heke birêz Ocalan azad bibe, girtiyên me jî dê azad bibin. Girtiyên me yên nexweş jî nayên dermankirin.” Bavê girtî, Salîh Ergun jî wiha axivî: “Ez tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan şermezar dikim. Îro li hemû zîndanan tecrîd tê sepandin. Heta ku daxwaza girtiyan were bicihanîn û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin dê têkoşîna me bidome. Êdî roj roja me ye, êdî roj roja azadiyê ye. Dê dawî bêhempa be. Em ê mil bidin milê hev û vê bihûqiyê ji holê rakin.”
 
Çalakiya nobetê piştî axaftinan bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir. 
 
MÊRSÎN 
 
Li Mêrsînê jî bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin. Çalakiya li avahiya komeleyê di roja 57’an de berdewam kir. Ji bilî endamên Meclisa Dayikên Aştiyê gel jî tev li çalakiyê bû û di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. 
 
Çalakiya ku tevahiya rojê bi serdanan piştgiriya wê hate kirin, bi klamên ku dayikan gotin berdewam kir. 
 
MÊRDÎN
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê di pêşengtiya Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan hatiye destpêkirin de li avahiya DBP’a Bajêr di roja 23’yemîn de berdewam kir. Di nav kesên serdana çalakiyê kirin de dengbêj Hacerê jî cihê xwe girt. Dayika Aştiyê Ferha Akbûlût a di Nobeta Edaletê de anî ziman ku tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan û girtiyan li ser hemû gelan tê sepandin û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Akbûlût di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Divê tecrîd bê rakirin. Rê diyar e. Em azadî, aştî, wekhevî û aramiyê dixwazin. Bila hemû dayik dest bidin hev du, em naxwazin xwîna kesî birije. Banga me ji hemû dayikan re heye ku xwedî li vê çalakiyê derkevin. Bi şer û xwînê çareserî nabe. Çareserî bi diyalogê pêkane. Em dibêjin êdî bes e. Bila ev xwîn bisekine, tecrîd rabe.” Dayika Şirîn Keskîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê tê ragirtin, Kadriye Keskîn jî anî ziman ku dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe, hemû girtî bên berdan û got: “Em ji bo gelê xwe azadiyê dixwazin.”
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 47’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.  
 
Serdanên ji bo çalakiyê berdewam in. Komeleya Piştevaniya bi Malbatên  Girtî û Hikûmxwaran re ya Anadoluyê (ANYAKAYDER), erokê CHP’ê yê Esenyurtê Huseyîn Ergîn û şandeya pê re jî hate serdana çalakiyê. Beşdaran, di serdanan de biryardariya xwe ya têkoşînê anîn ziman. 

Sernavên din

10/07/2024
15:44 Platforma Piştevaniyê ya Penaberan: Divê sûcên nefretê bê ceza nemînin
15:21 DEM Partiya Îzmîrê: Bila meaşê asgarî û teqawîdan bê zêdekirin
14:33 Xelkê Şêladiz û Amêdiyê li dijî dagirkeriyê rabûn ser xwe
13:29 Biryara hinceta cînayeta Tahîr Elçî: Tevî gumanên heyî jî bersûc hatin beraetkirin
13:21 Rahîb Joe Ryan: Fikrên Ocalan hêviyê didin
13:19 Li Meletiyê erdhej çêbû
13:09 Cezayê muebbeta giran li kujerê Tuba Ozel hate birîn
13:07 Li Serhedê lehî rabûn: Şivanek bi lehiyê re çû û mir
13:05 Kadîr Înanir ji ber tedbîrê rakirin beşa lênêrîna awarte
12:39 Li Hezexê ketin û derketin li sewalan hate qedexekirin!
12:28 Cenazeyê Arvîn Huseynî piştî 20 rojan hate veşartin
12:16 Ocaxên Ulkucuyan Demîrtaş hedef nîşan da
12:11 Sûriyeyê daxwaza serdanê ya Ozel qebûl kir
12:01 Cezayê îdamê dan hevjîna Bexdadî
11:51 Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê
11:39 DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
11:36 Rapora şewatê: DEDAŞ bû sedema mirina welatiyan
11:22 Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî
11:20 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
11:17 Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin
11:13 Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike
10:48 Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin
10:16 Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê
10:04 Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde
10:02 DMME’yê ji bo nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirina mafan’ da
09:46 Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin
09:27 Qeyûmê Wan bihost bi bihost firotibû tayînî Amedê hat kirin
09:03 Nexşerêya YEWKURD'ê
09:02 Koordînatorê ECPMF'ê Oztûran: Gef li mafê xwegihandina agahiyên bêalî tê xwarin
09:01 Mûrad: Tifaqa di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de dê bi xwe re talûkeyên mezin bîne
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:49 15 mamosteyên Egîtîm-Senî hatin binçavkirin
08:20 Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan
08:05 Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin
07:52 Li Şaredariya Mûşê heyama bi kurdî dest pê kir
09/07/2024
22:37 Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome
20:57 Ecevît Pîroglû hat berdan
19:24 Li Bodrumê şewat
19:22 Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev
17:03 Doza êrişê ya zayendî: Li cerdevan 6 sal û 8 meh ceza hate birîn
16:57 Rojnameger Saygan hate berdan
16:56 Ji DMME’yê biryara Komkujiya Garê: Tirkiye berpirsiyarên xwe aniye cih!
16:33 YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye
16:32 Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye
16:30 Nav û wêneyên hêzên paramîlîter ku tê payîn li Başûr bên bicihkirin hatin belavkirin
15:57 ESP’ê der barê Dogukan Çep ê nijadperest de gilî kir
15:50 Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin
15:20 Ozel: Meaş neyên zêdekirin wê hilbijartin çêbibe
15:20 Rapora Kayseriyê: Êriş bi plankirî ye, rayedaran agahî parve nekirin
14:36 Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê bi jehrê ketin
13:59 Sê binçavkiriyên li Nisêbînê hatin berdan
13:43 Bendav teqiya û gund di bin avê de man
13:42 Jinan ji bo Abdullah Ocalan 20 hezar name ji CPT’yê re şandin
13:39 Ji Rêxistina Efûyê rapora ‘mafê protestoyê’: Li Tirkiyeyê bêcezahiştin heye
13:31 MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir
13:03 Ji konfederasyonên karkeran danezana hevpar
13:01 Şaredariya Xelfetiyê giliyê qeyûm Şeref Albayrak kir
12:44 Bakirhan ji bo hilbijartinê bang li AKP’ê kir
12:38 Rojnamevan Gonul Yilman Saygan hate binçavkirin
12:24 Baroya Amedê giliyê îdiayên ‘kobayê’ kir
12:15 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ciwanê hewl da zarokê li ber avê ketî xelas bike jiyana xwe ji dest da
11:52 Hîzmet Îşê banga provokasyona nû li ‘xebatkarên bankamatîkê’ kir
11:09 Li Stenbolê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin
10:57 Bi hinceta ‘Te çima emojî danî ser wêneyê Erdogan’ doz hat vekirin
10:31 Li gundê Bilexşê ji ber bombebarana helîkopterê şewat derket
09:56 Ji partî û rêxistinên kurd û suryan nameya vekirî: Êrişan rawestînin, ji bo çareseriyê bikevin tevgerê
09:54 Rojnamevan Rojava: Li Îranê tu bandora hilbijartinan tune ye
09:40 Li Qelqeliyê lehî rabû
09:25 Leşkeran avêt ser gundê Marînê: Îşkence li welatiyan hat kirin
09:24 Ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer
09:23 Di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin: Divê desthilat bes êrişan rewa bike
09:19 Bîlmez: Li gorî DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an ve di bin îşkenceyê de ne
09:11 Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe
09:05 'Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin çareserî ne pêkan e'
09:02 Surçiyê YNK'î: Berpirsê dagirkirinê PDK ye
09:01 Girtiyê nexweş Mehmet Darga di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08/07/2024
23:56 Nobeda li Îzmîrê: Banga têkoşîna hevpar
22:52 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm: Hûn ê winda bikin
20:39 Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin
17:06 Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
16:56 Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
16:42 Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
16:29 Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
16:06 ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
16:02 Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
15:58 Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
15:56 Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
15:46 Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
14:23 Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
14:09 Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
13:49 Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
13:39 Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin
13:37 Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî