WAN - Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, der barê salek û 8 meh cezayê ku Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Erziromê lê birî, diyar kir ku dadgehê bêyî ku agahî bide wê û parêzerên wê danişîn pêk aniye û biryar daye.
Parlamentera HDP’a Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, ji ber ku beşdarî merasîma cenazeyê Aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Berjîn Demîrkaya ya di Kanûna 2015’an de, di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Cizîra Şirnexê, di jêrzemînekê de hat kuştin, bû û axivî doz hat vekirin. Dadgeh bêyî ku agahî bide Taşdemîr û parêzerên wê salek û 8 meh cezayê girtîgehê lê birî. Taşdemîr bertek nîşanî biryarê da û got: “Ji ber ku ez di sersaxiya Demîrkaya de axivîm der barê min de fezleke hat amadekirin. Ez li benda biryarek wiha nebûm. Parêzerên dê hinek belge û qeydên dengan pêşkêşî dadgehê bikirana. Lê berî ku ji me re bêjin beryara xwe dane.”
‘JI PARÊZEÊN MIN RE JÎ NEGOTINE'
Taşdemîr, da zanîn ku ne ew û ne jî parêzerên wê başdarî danişînê bûn û wiha got: “Bi tu awayî dadgehê agahî neda me. Bêyî ku em parastinê bikin, bi lez û bez derbarê min de biryar dane. Ev biryarek keyfiye. Em ê vê biryarê qebûl nekin.”