Nobeta Edaletê: Ev çalakî rêwîtiya serkeftinekê ye

  • rojane
  • 17:39 28 Çile 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek ê serdana Nobeta Edaletê kir, wiha got: “Ev çalakî rêwîtiya serkeftinekê ye û heta encam bigire em ê bidomînin.”

 
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka kurd re çareserî li gelek bajaran hatiye destpêkirin didome.  
 
STENBOL  
 
 Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 46’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilaWîstin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, endama Meclisa DBP’ê Îdîl Ûgûrlû, endam û rêveberên DEM Partiya Buyukçekmeceyê, TÎP, OHD û Koma Hevra serdana nobetê kirin. 
 
‘EV RÊWÎTIYEKE SERKEFTINÊ YE’  
 
Cengîz Çîçek ê di çalakiya nobetê de axivî, beşek ji parastina Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê nivîsandine xwend û dest bi axaftina xwe kir. Çîçek, anî ziman ku divê fikrên Abdullah Ocalan li her qada jiyanê belav bibin û wiha got: “Dema gotûbehs Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan be gelek tiştên ku divê bên gotin hene. Divê em hinek tiştan bînin bîra vê feraseta dewletparêz û qirker. Ev çalakî rêwîtiya serkeftinekê ye û heta ku encam bigire em ê bidomînin. Divê em çalakiyên wiha bi bîrdoziya xwe, çanda xwe û serokatiya xwe re bikin yek. Em careke din ji dost û dijmin re bêjin ku Serokê vî gelî heye û nîşan bidin ku gel li dora Serok bûye yek.” 
 
Welatiyên tev li nobetê bûn jî destnîşan kirin ku heta ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk neyê dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
WAN 
 
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 55’yan de berdewam dike. Rêveberên DEM Partiyê yên Rêya Armûşê û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek kesan serdana nobetê kirin. 
 
Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar ê di çalakiyê de axivî, xwest ku ne tenê sazî û dezgeh, hemû gel bi serdana çalakiyê xwedî lê derkeve û wiha got: “Dayikên me bi rojan e di nobetê de ne. Divê em jî bi piştevaniyeke mezin xwedî lê derkevin. Heke em xwedîderketineke mezin nîşan bidin, wê demê desthilat jî dê neçar bimîne ku bi paş ve gavê biavêje. Ûyar, bal kişand ku çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ketiye roja 63’yan û got: “Em naxwazin agahiyên nebaş ji girtîgehan bigirin. Ji ber vê yekê bêyî ku bibe dereng ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan û rakirina tecrîdê divê em xwedî li van çalakiyan derkevin.”
 
Çalakiya nobetê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û tevahiya rojê bi serdanan berdewam kir.  
 
MÊRSÎN  
 
Nobeta Edaletê ya ku li Mêrsînê bi Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) li avahiya komeleyê di roja 56’an de berdewam kir. Ji bilî endamên Meclisa Dayikên Aştiyê gel tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Raziye Sumer a di çalakiyê de axivî, destnîşan kir ku heta tecrîda li Îmraliyê rabe û Abdullah Ocalan azad bibe wê çalakiya xwe bidomînin. Sumer a bang li Wezareta Dadê kir, xwest ku daxwazên wan bên bicihanîn û bersivekê bidin wan.  
 
Piştî axaftinan çalakî bi gotina stranan a hunermend Ramazan Eren berdewam kir.  
 
MÊRDÎN  
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê li avahiya DBP’a Bajêr hatiye destpêkirin di roja 22’yemîn de berdewam kir. Endamên Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’ê û pêkhateyên Platforma Şaxan a KESK’ê ya Mêrdînê serdana nobetê kirin. Kesên serdana nobetê kirin, piştgiriya xwe destnîşan kirin û anîn ziman ku ji bo domandina têkoşînê bi biryar in.  
 
Hunermendên Ribabê yên serdana nobetê kirin, bi beşdarvanan re stranên berxwedanê gotin. Di vê kêliyê de dîmenên rengîn derketin holê.  
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 55’emîn de berdewam kir. Rêveberên DEM Partiyê yên Peyasê û rêveberên navçeyê yên Licê û gelek welatî beşdar bûn. 
 
Çalakiya nobetê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û tevahiya rojê bi serdanan berdewam kir. 
 
 

Sernavên din

10/07/2024
15:44 Platforma Piştevaniyê ya Penaberan: Divê sûcên nefretê bê ceza nemînin
15:21 DEM Partiya Îzmîrê: Bila meaşê asgarî û teqawîdan bê zêdekirin
14:33 Xelkê Şêladiz û Amêdiyê li dijî dagirkeriyê rabûn ser xwe
13:29 Biryara hinceta cînayeta Tahîr Elçî: Tevî gumanên heyî jî bersûc hatin beraetkirin
13:21 Rahîb Joe Ryan: Fikrên Ocalan hêviyê didin
13:19 Li Meletiyê erdhej çêbû
13:09 Cezayê muebbeta giran li kujerê Tuba Ozel hate birîn
13:07 Li Serhedê lehî rabûn: Şivanek bi lehiyê re çû û mir
13:05 Kadîr Înanir ji ber tedbîrê rakirin beşa lênêrîna awarte
12:39 Li Hezexê ketin û derketin li sewalan hate qedexekirin!
12:28 Cenazeyê Arvîn Huseynî piştî 20 rojan hate veşartin
12:16 Ocaxên Ulkucuyan Demîrtaş hedef nîşan da
12:11 Sûriyeyê daxwaza serdanê ya Ozel qebûl kir
12:01 Cezayê îdamê dan hevjîna Bexdadî
11:51 Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê
11:39 DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
11:36 Rapora şewatê: DEDAŞ bû sedema mirina welatiyan
11:22 Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî
11:20 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
11:17 Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin
11:13 Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike
10:48 Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin
10:16 Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê
10:04 Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde
10:02 DMME’yê ji bo nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirina mafan’ da
09:46 Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin
09:27 Qeyûmê Wan bihost bi bihost firotibû tayînî Amedê hat kirin
09:03 Nexşerêya YEWKURD'ê
09:02 Koordînatorê ECPMF'ê Oztûran: Gef li mafê xwegihandina agahiyên bêalî tê xwarin
09:01 Mûrad: Tifaqa di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de dê bi xwe re talûkeyên mezin bîne
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:49 15 mamosteyên Egîtîm-Senî hatin binçavkirin
08:20 Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan
08:05 Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin
07:52 Li Şaredariya Mûşê heyama bi kurdî dest pê kir
09/07/2024
22:37 Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome
20:57 Ecevît Pîroglû hat berdan
19:24 Li Bodrumê şewat
19:22 Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev
17:03 Doza êrişê ya zayendî: Li cerdevan 6 sal û 8 meh ceza hate birîn
16:57 Rojnameger Saygan hate berdan
16:56 Ji DMME’yê biryara Komkujiya Garê: Tirkiye berpirsiyarên xwe aniye cih!
16:33 YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye
16:32 Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye
16:30 Nav û wêneyên hêzên paramîlîter ku tê payîn li Başûr bên bicihkirin hatin belavkirin
15:57 ESP’ê der barê Dogukan Çep ê nijadperest de gilî kir
15:50 Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin
15:20 Ozel: Meaş neyên zêdekirin wê hilbijartin çêbibe
15:20 Rapora Kayseriyê: Êriş bi plankirî ye, rayedaran agahî parve nekirin
14:36 Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê bi jehrê ketin
13:59 Sê binçavkiriyên li Nisêbînê hatin berdan
13:43 Bendav teqiya û gund di bin avê de man
13:42 Jinan ji bo Abdullah Ocalan 20 hezar name ji CPT’yê re şandin
13:39 Ji Rêxistina Efûyê rapora ‘mafê protestoyê’: Li Tirkiyeyê bêcezahiştin heye
13:31 MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir
13:03 Ji konfederasyonên karkeran danezana hevpar
13:01 Şaredariya Xelfetiyê giliyê qeyûm Şeref Albayrak kir
12:44 Bakirhan ji bo hilbijartinê bang li AKP’ê kir
12:38 Rojnamevan Gonul Yilman Saygan hate binçavkirin
12:24 Baroya Amedê giliyê îdiayên ‘kobayê’ kir
12:15 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ciwanê hewl da zarokê li ber avê ketî xelas bike jiyana xwe ji dest da
11:52 Hîzmet Îşê banga provokasyona nû li ‘xebatkarên bankamatîkê’ kir
11:09 Li Stenbolê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin
10:57 Bi hinceta ‘Te çima emojî danî ser wêneyê Erdogan’ doz hat vekirin
10:31 Li gundê Bilexşê ji ber bombebarana helîkopterê şewat derket
09:56 Ji partî û rêxistinên kurd û suryan nameya vekirî: Êrişan rawestînin, ji bo çareseriyê bikevin tevgerê
09:54 Rojnamevan Rojava: Li Îranê tu bandora hilbijartinan tune ye
09:40 Li Qelqeliyê lehî rabû
09:25 Leşkeran avêt ser gundê Marînê: Îşkence li welatiyan hat kirin
09:24 Ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer
09:23 Di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin: Divê desthilat bes êrişan rewa bike
09:19 Bîlmez: Li gorî DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an ve di bin îşkenceyê de ne
09:11 Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe
09:05 'Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin çareserî ne pêkan e'
09:02 Surçiyê YNK'î: Berpirsê dagirkirinê PDK ye
09:01 Girtiyê nexweş Mehmet Darga di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08/07/2024
23:56 Nobeda li Îzmîrê: Banga têkoşîna hevpar
22:52 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm: Hûn ê winda bikin
20:39 Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin
17:06 Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
16:56 Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
16:42 Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
16:29 Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
16:06 ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
16:02 Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
15:58 Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
15:56 Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
15:46 Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
14:23 Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
14:09 Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
13:49 Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
13:39 Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin
13:37 Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî