STENBOL - Hiqûqnasê cezayê yê navdar Parêzer Ercan Kanar, der barê axaftina Erdogan ku got “qanûnçêkirineke rêzdar û darazeke serbixwe” de got: “Ev mikurhatin e ku ji sala 2002’yan ve daraz neserbixwe ye.” Her wiha Parêzer Kanar got: “Ji her aliyên Tirkiyeyê ve qîra ji bo edaletê heye.”
Di salên dawî de li Tirkiyeyê qanûnçêkirin, birêvebirin û daraza serbixwe ku bingeha rejîmên demokratîk in, ji wan mijarên ku herî zêde tên nîqaşkirin. Roja Yekşemê Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan di Kongreya Bajêr a Stenbolê ya partiya xwe de der barê qanûnçêkirin, birêvebirin û darazê de axivî û gotinên wî bûn rojev. Erdogan di wê axaftina xwe de got: “Dê pergala me ya birêvebirinê ku li ser tercîha gel hat qebûlkirin qanûnên çêkirinê rêzdartir û hêzdartir bike û dê darazê jî serbixwetir bike.”
Parêzer Ercan Kanar ku di warê hiqûqa cezayê de hiqûqnasekî navdar e, van gotinên Erdogan şîrove kirin.
‘LI HER ALIYÊ TIRKIYEYÊ QÎRA JI BO EDALETÊ HEYE’
Parêzer Kanar destnîşan kir ku sozên ku ji bo hilbijartinê tên dayîn “mikurhatin” bi xwe ne û nemaze jî gotina Erdogan “qanûnçêkirineke rêzdar û darazeke serbixwe” nîşan dide ku li Tirkiyeyê ji sala 2002’yan ve daraz neserbixwe ye.
Kanar got: “Beriya 2002’yan jî daraz neserbixwe bû. Lê belê dema mirov niha û berê berawirdî hevdu dike, herî zêde di serdema îktîdara AKP’ê de daraz bûye pêgirtiyê birêvebirinê. Her wiha dibêje ‘qanûneke rêzdar’. Guherandina Qanûna Bingehîn ku di referanduma Nîsanê de hat qebûlkirin û tê payîn dê di 24’ê Hezîranê têkeve meriyete, tu fonksiyoneke wê nemaye. Yanî ev yek mikurhatina ku tu îtibara meclîsê jî nemaye. Jixwe me ev mikurhatin hefteya borî di axaftina wî ya di dema damezrandina Qanûna Bingehîn de jî dît. Li wir jî behsa hîn bêtir demokrasi, hîn bêtir azadî û hîn bêtir serxwebûna darazê kir. Heta hevokeke wî ya bi vî rengî jî hebû; ‘Eger li welatekî gel bêhnteng bûbe û destên xwe ber bi jor ve vebike û ji bo edaletê biqîre, nexwe li wir di pergala darazê de pirsgirêk heye.’ Tabî em nizanin qesda wî ya ji vê hevokê çî ye. Lê hevokeke ku rewşa Tirkiyeyê dide bi xwe ye. Eger li her derî qîra ji bo edaletê bê bihîstin, nexwe li wir zilm heye. Niha jî ji her aliyê Tirkiyeyê qîra ji bo edaletê heye.”
‘GELHEYA GIRTÎGEHAN JI YA 13 BAJARAN QELEBALXITIR E’
Kanar destnîşan kir ku dema AKP di sala 2002’yan de bû îktîdar gelheya girtîgehan li dor 49 hezaran bû, lê niha gelheya girtîgehan gihaştiye 250 hezarî û ev gelhe ji ya 13 bajaran qelebaxlitir e. Kanar bi lêv kir ku Tirkiyeya ku 70 hezar xwendekar lê girtî ne, welateke ku herî zêde xwendekar, parêzer, siyasetmedar lê tê darizandin û girtî ne.
‘PERGALA FAŞÎZMÊ YA DI TERHÊ ROJHILATA NAVÎN DE’
Kanar diyar kir ku piştî guherandina Qanûna Bingehîn tu fonksiyona Meclîsê nemaye û got: “Bi van guherandinan re erka çêkirina budeçeyê jî ji dest Meclîsê hat girtin. Her wiha erka pirsyareyê jî ji dest Meclîsê hatiye stendin. Parlementer ketine pozîsyoneke mostereyî, yanî hema bêje Meclîs veguheriye cihê sohbetkirinê. Meclîseke ku nikarebe pirsyareyan bide, nikaribe budçeyê çêbike dê çawa venêrîna birêvebirinê bike? Guherîna qanûna bingehîn ku îktîdara AKP’ê çêkiriye û rejîma ku derxistiye holê ne Rejîma Serokatiyê ye. Pergaleke faşîzmê ya di terhê modeleke Rojhilata Navîn de ye ku qanûnçêkirin, daraz û birêvebirin di destekî de hatine komkirin.”
MA / Bilal Seçkin