Salar: Cihê ku Tirkiye hatiyê koalîsyona ‘sêva sor’ a bi rengê kesk hatiye boyaxkirin e

  • rojane
  • 15:02 27 Çile 2024
  • |
img
AMED - Nivîskar û lêkolîner Muhammed Salar ê di Konferansa Îslama Demokratîk de diaxivî got ku “Cihê ku Tirkiye hatiyê koalîsyona ‘sêva sor’ a bi rengê kesk hatiye boyaxkirin e” û diyar kir ku divê Îslama Demokratîk were belavkirin. 
 
“Konferansa Îslama Demokratîk” a di pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Amedê de li eywana konferansê ya Yekitiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran tê lidarxistin piştî axaftinên destpêkê bi rûniştina bi navê “Di Serdema Kapîtalîzmê de Misilman Bûyîn” a siyasetmedar û Serokê MAZLÛM-DER’ê yê berê Ahmet Farûk Unsal berdewam kir. Unsal ê di rûniştinê de axivî, wiha got: “Hêvî dikim ku ev rojên tarî wê gelek dom nekin.”
 
Unsal ê dîrok û penasekirina kapîtalîzmê vegot, qala serdema Ronesansê kir û anî ziman ku tiştên heta vê serdemê bi gotina “Xudê wisa xwest” nehatin lêkolînkirin. 
 
‘OL NE DI DESTÊ KESEKÎ DE YE’ 
 
Unsal, bi lêv kir ku wateya peyva Îslamê “Aştî ye” û anî ziman ku van rojan hem ji ber Talîban hem jî ji ber Hamasê hewl didin wateya wê cuda bidin nîşandan. Unsal piştî pêşkeşkirina xwe pirs bersivandin. Unsal li ser pirsa têkildarî oldariya çêkirî ya bi destê dewletê li bajarên Kurdistanê tê zindî tê hiştin, diyar kir ku desthilata siyasî bi gotina Suleyman Soylû ya “aqilê dewletê” hewl dide hestên îslamîst li bakurê Kurdistanê belav bike. 
 
Unsal, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Kesên rastî vê yekê tên divê vê lîstikê xera bikin. Yek ji encamên herî girîng ên DÎK’ê û organîzasyonên bi vî rengî divê gaveke girîng be ku destnîşan bike ol û oldarî ne di destê kesekî de ne.”
 
‘DIVÊ EM WEKE KURD LI BER XWE BIDIN’ 
 
Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Rumeysa Menîce Gulmez jî di rûniştina duyemîn a bi serenavê “Aştiya Rojhilata Navîn, Dewlet û Dîn” de mafê axaftinê wergirt. Gulmez da zanîn ku Rojhilata Navîn ji aliyê erdnîgariyê ve girîng e û veguheriye erdnîgariyeke ku ji ber zêdehiya çavkaniyên binê erdê û ser erdê xwîn û rondikên çavan qet nasekine û işaret bi girîngiya Rojhilata Navîn a di Îslamiyetê de jî kir. Gulmez, mînakên zilma Yezîd û Mûaviye li gelên Rojhilata Navîn kirin da û wiha got: “Divê em kurd weke gelê mazlûm û sêwî yê Rojhilata Navîn xwe komî ser hev bikin. Em ne neçar in ku ji Mûaviye û Yezîd re îtaetê bikin. Ne jî li dijî dîktator serî bitewînin. Ola ku em jê bawer dikin, hînî me dike ku em îtaetî evdan nekin. Heta ku ji destê me were em ê li dijî zalim û dîktatoran dengê xwe bilind bikin. Em ê weke mirovên mafê mazlûman diparêzin li ber xwe bidin. Divê em weke gelê hatiye mexdûrkirin, axa wan kirine çar parçe, zimanê wî hatiye pişaftin em li ber xwe bidin. Heke em ê ji holê rabin.”
 
‘SEVA SOR A BI RENGÊ KESK HATIYE BOYAXKIRIN’ 
 
Nivîskar û lêkolîner Muhammed Salar ê di rûniştinê de axivî jî anî ziman ku mafên kurdan hene. Salar, anî ziman ku Konferansa Îslama Demokratîk ji bo siyaseta kurd jî firsendeke mezin e û wiha got: “Divê ev baş were nirxandin. Ji ber vê yekê divê kongreyên vê yên jêr jî bên avakirin. Divê karê sereke yê vê kongreyê ew be ku hemû Îslama Demokratîk û Îslama rasteqîn bêyî ku bibe amûreke siyaseta cîhanê ji Rojhilata Navîn re ragihîne.”
 
Salar, bi bîr xist ku li navçeya Pasûrê meleyekê nekarî xutbeya xwe bi awayekî azad bixwîne û ji aliyê rayedarên dewletê ve hate derbkirin û wiha berdewam kir: “Cihê ku Tirkiye hatiyê koalîsyona ‘sêva sor’ a bi rengê kesk hatiye boyaxkirin e. Ev koalisyon nikare pirsgirêkan çareser bike. Heke em vê derê gelek baş nîşan bidin û dojehê weke bihuştê bazar bikirana dê bibûya bêbextî. Di nava 23 salên serdema desthilatê de rêjeya sûcan weke ji sedî 400, ji sedî 700 zêdebûneke mezin çêbûya. Lêdan, xesp, dizî, çetetî, revandina mirovan. Diviyabû ku di îslamê de pirsgirêk hatibûna çareserkirin û rêjeyên sûc kêm bibûna li vir zêdebûnek heye.”
 
 
Salar, bal kişand ser êrişên li dijî Rojava û Herema Kurdistana Federe û wiha berdewam kir: “Îro kîjan îslam dikare êrişên li dijî Rojava rewa bibîne. Madem mijar misilmantî ye, hûn dikarin êrişên li dijî Rojava û Hewlêrê li gorî hiqûqa Îslamê biparêzin? Em ê bi ayet û hadîsan hewl didin çavên misilmanan vekin.”
 
Konferans didome. 
 

Sernavên din

08/07/2024
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin
09:05 Koma Agirê Zerdeşt xebata xwe ya 28 salan dike albûm
09:03 Xelk ji ber bihabûnê bêzar bûye: Em nikarin hewcedariyên xwe bikirin
09:02 Odeya Bijîşkan a Amedê li dijî germê hişyariya parastinê kir
09:01 Dayik û bavên şagirtên Zarok Ma’yê: Zarokên me bi nirx û dîroka xwe mezin dibin
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Dê dagirkerî têk biçe’ derket
07/07/2024
21:50 Li Mêrdînê desteserkirina îradeyê hat protestokirin
21:39 Nobeda li dijî qeyûm di roja 28'an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin
21:29 'Meşa Rêzgirtinê' di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî temam bû
21:00 Li nêzî Girê Mirazan şewat derket
20:47 YEWKURD ava bû û xwe ji bo damezrandina komeleyê bi rêxistin dike
20:10 DEM Partiyê serdana cotkarên tûtinê kir
19:57 Li Milazgirê jinek ciwan bi lehiyê re çû û mir
19:34 Li Tetwanê MEDYA-DER hat damezrandin
19:21 Serokê nû yê TTB'ê diyar bû
19:07 Şandeyek serdana gundê Bilêxşê kir
18:55 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi devera Rêkanyan ket
18:39 Şandeya jinên femînîst serdana Şaredariya Wanê kirin
18:36 CJP: Herî kêm 108 rojnamevan li Filistîn û Îsraîlê hatin kuştin
18:09 Îfadegirtina 14 binçavkiriyên li Êlihê dest pê kir
17:05 Polîs û bekçî li Mêrdînê tundiyê li welatiyekî kirin
16:51 Têkoşerê kurd Vedat Aydin hat bibîranîn |
16:08 Hatîmogûllari di ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ de got: Rêzê ji bo hilbijêran bigirin
15:51 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’ hat lidarxistin
15:21 Erdogan ji bo Esad got ‘dibe di carekê de em vexwînin’
14:36 Gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Amediyeyê hatin kirin
14:08 Li Meletiyê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:20 Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin
12:47 Di bagera li Çînê de 5 kes mirin
11:19 Li Zapê ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’
11:10 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin
10:41 Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin
10:18 Weke polîtîkayeke dewletê êrişên li dijî cenaze û goristanan
10:01 Ji bo 8 bajaran hişyariya barînê hat kirin
09:52 Hejmar nû ya kovara Jinê derket
09:50 Bi rojaye di rê de ne: Dê meşa me bi serkeftinê tacîdar bibe
09:32 Qeyûman parkên Şaredariya Cizîrê jî dewr kirine
09:24 Parêzer Sumelî: Hinek girtiyên jehrî bûn nebirine nexweşxaneyê
09:05 Cerdevanên ku naxwazin tev li operasyonê bibin çekê datînin
09:04 Ji ber gefa sîstematîk a gardiyanan di greva birçîbûnê de ye
09:02 Ji bo qada parkê ya tehsîsî midûriyeta polîsan hat kirin biryara 'rawestandina rêvebirinê'
09:01 Terkexemiya geştiyaran Newala Qoriyê di nava gilêş de hiştiye
09:01 ROJEVA 7’Ê TÎREMAHA 2024’AN
06/07/2024
22:51 Di nobeda li dijî qeyûm de banga 'rêzê li vînê bigire'
20:09 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' hefteyek li dû xwe hişt
19:46 Li Silopiyayê li dijî xespkirina vînê meş
19:16 DFG û MKG: Em ê her li dû heqîqetê bin
17:09 Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na
16:23 Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî
16:08 Ji bo girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim bang hate kirin
16:05 Onder di çalakiyan mexdûrên erdhejê de ye: Divê berpirsyar hesabê bidin
15:36 Faîlên Mîhyaz û Aslan hatin pirsîn
15:32 Konseya Bajêr a Amedê piştî 8 salan cara ewil civiya
15:04 Li Girêşiyê şewat derket
14:25 Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbetên Aksoy û Cîngoz ên hatine windakirin pirsîn
12:18 Bayindir: Ev meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye
11:39 Prz. Temûr: Cezayên li rojnamegeran birîne ne hiqûqî ne lê siyasî ne
11:34 Dewleta tirk gundekî Dihokê topbaran kir: Gelek xaniyan zerar dît
11:19 Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar
11:09 Meş di roja 7’emîn de ye: Bila kes ji qeyûman re bêdeng nebe
11:03 Malbatên windakiriyan Vedat Aydin bi bîr anîn: Em faîlan nas dikin
10:40 Penaberên Li Dîlokê: Em naxwazin bibin berxê nav devê gur
10:38 Li Bilêxşê dorpêç: Gundî li mizgeftê komkirin bi ser malan de digirin
10:23 Gel bertek nîşanî gotina nijadperest a stranbêj Benguyê da
10:13 Ji Mala Dengbêjan re eleqeyeke mezin
10:06 HDK’ê ji bo karkeran ‘Bernameya Dibistana Havînê’ da destpêkirin
09:45 Li Wanê bi hezaran kes serî li kursên şaredariyan dan
09:24 Biryara dadgehê: Seta pirtûkan a Abdullah Ocalan ne sûc e
09:23 Cotkar bifikar e: Min xanî û wesayît firot, dor hate troktorê!
09:22 Demîrhanê ku Hîlal Kar qetil kir 14 roj in nehatiye girtin
09:01 Meşvanên jin: Qeyûm, hedefgirtina destkeftiyên jinan e
09:00 6'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:40 Li Îranê di hilbijartinê de reformîst Pezeşkiyan bi ser ket
05/07/2024
22:20 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' gihaşt Elbakê
21:17 Ji ber AKP'ê bang kirin: Dawî li bêhiqûqîtiyê bînin
19:05 Li ser rêya Xarpêt-Amedê du cenaze hatin dîtin
19:02 Ji ÎHD'ê ji bo penaberan banga 'dengderxistinê'
17:01 Di danişîna Gun de daxwaza girtina cerdevanan nehate qebûlkirin
16:00 ÎHD’ê bertek nîşanî êrişa nijadperest a li dijî penaberan da
15:17 Cerdevanên nexwestine biçin Efrînê îstîfa kirin
14:56 Sersariya dozger û cendirmeyan: Delîla di wesayîtê de hatiye hiştin kesekî jehrî kir
14:52 Ji meşê bang kirin: Heta ku statû û zimanê me bê mîsogerkirin wê berxwedan bidome
14:06 Îşareta ‘Bozkûrtê’ hate cezakirin
13:24 Emîn Soyal ê di 78 saliya xwe de ketiye girtîgehê, jiyana xwe ji dest da
12:59 Li ber edliyeyê gazî kirin: Bila Mehmet Demîrhan ê faîl bê dîtin
12:58 Xizmeta Şaredariya Sêrtê: 4 cure 100 lîre ye